KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 15 rûp. 18
  • Çawa Rûspî Alî Civatê Dikin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Rûspî Alî Civatê Dikin?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Têmên Mîna Wê
  • Civat Ça Organîzekirî ye?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Rûspîno, Berdewam kin Çev Bidine Pawlosê Şandî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 15 rûp. 18

DERSA 15

Çawa Rûspî Alî Civatê Dikin?

Rûspî tevî endemên civatê xeber dide

Fînlanda

Rûspî civatêda hîn dike

Hînkirin

Rûspî endemên civatê hêlan dikin

Şivantî

Rûspî xizmet dike

Şedetî

Teşkîleta meda, terêq tune ne, yên ku pera hildidin. Çaxê civata Mesîhiya hate sazkirinê, mêrên cêribandî hatine kifşkirinê, seva ku “şivantiyê civîna Xwedê bikin” (Karên Şandiya 20:28). Rûspî, mêrên cêribandî û maqûl in, ewana civatêda şivantiyê yanê rêberiyê hildidin ser xwe, “ne ku bê dil, lê bi dil û can” evî şixulî dikin, “çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kara xwe, lê bi rezedilî” (1 Petrûs 5:1-3). Niha emê pêbihesin, ev çi şixul e ku ewana dikin.

Rûspî bona me xem dikin, û me xwey dikin. Rûspiyên civatê ji Kitêba Pîroz rêberiyê didin û bi vê yekê alî civatê dikin, wekî ew ruhanîda pêşda here. Rûspî zanin, ku Yehowa şixulekî gelek ferz daye wan, ewana hukumî li ser endemên civatê nakin, lê bona halxweşî û şabûna me ji aliyê xweda hemû tiştî dikin (2 Korintî 1:24). Mîna şivanekî, yê ku eşq û dil miqatî hemû pezên xwe dibe, rûspî jî mecala digerin ku tevî her endemên civatê bibine nas (Metelok 27:23).

Rûspî me hîn dikin, çawa qirara Xwedê biqedînin. Her heftiyê rûspî li ser civatê gotara dixûnin, û bi vê yekê baweriya me qewî dikin (Karên Şandiya 15:32). Xêncî vê yekê, ev mêrên amin rêberiyê hildidin li ser xwe, ku tevî me mizgîniyê bela kin, û hemû aliyava me hîn dikin, ku çawa xizmet kin.

Rûspî hemûya dilgerm dikin. Seva ku alî me bikin heleqetiya me tevî Yehowa hê bişide, rûspî dikarin bêne mala me yan jî Oda Civatêda tevî me xeber din, wekî ji Kitêba Pîroz dilbîniyê bidine me û me qewî kin (Aqûb 5:14, 15).

Xêncî xizmetkirina civatêda, ewana usa jî miqatî neferên mala xwe dibin û dixebitin jî. Ser wan hemû şixula gelek wede tê xerckirinê. Lema jî ev birên xebathez, hêja ne ku em qedirê wan bigirin (1 Têsalonîkî 5:12, 13).

  • Rûspî ça alî civatê dikin?

  • Bi çi şixulî rûspî nîşan dikin, ku bona hemya xem dikin?

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Çi tê dewakirinê ji wan, yên ku dixwazin ça rûspî û berdestiyê civatê xizmet kin? Seva ku vê yekê pêbihesî, dikarî ji Kitêba Pîroz bixûnî (1 Tîmotêyo 3:1-10, 12 û Tîto 1:5-9).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin