KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 20
  • Civat Ça Organîzekirî ye?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Civat Ça Organîzekirî ye?
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • Çawa Rûspî Alî Civatê Dikin?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Gazî Rûspiya kin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Rûspîno, Berdewam kin Çev Bidine Pawlosê Şandî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Hezkirin û Remtî Hindava Kesên ku Gune Kirine
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 20
Dersa 20. Civata Şedên Yehowada bira pirsê dide û çend meriva destên xwe bilind kirine, wekî caba xwe bidin.

DERSA 20

Civat Ça Organîzekirî ye?

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Yehowa Xwedêyê terbetiyê ye (1 Korintî 14:33). Lema cimeta wî jî gerekê bi organîze be. Civata Mesîhiya ça organîzekirî ye? Em ça dikarin vê yekêda xwexa jî alîkariyê bidin?

1. Kê rêberiyê civatê dike?

Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî “Mesîh . . . serê civînê ye” (Efesî 5:23). Îsa Mesîh ji ezmana ser temamiya dinyayê rêberiyê şixulê cimeta Yehowa dike. Ewî “xulamê amin û serwaxt” kifş kir, dêmek komeke biçûke cêribandî, kîjan ku eyan in ça Koma Rêberiyê (Bixûne Metta 24:45-47.) Ew kom mîna şagirt û rûspiyên qirna yekê, rêberiyê dide hemû civata (Karên Şandiya 15:2). Lê ew mêr serwêrên teşkîleta me nînin. Ewana Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, wekî pêbihesin ku Yehowa çi ji wana dewa dike. Ewana usa jî bi hazirbûnê pey rêberiya Îsa diçin.

2. Rûspî kê ne û ewana çi dikin?

Rûspî Mesîhiyên ruhanîda gihîştî ne, yên ku bi saya Nivîsarên Pîroz hîn dikin û şivantiyê cimeta Yehowa dikin bi vê yekê, ku alî wan dikin û wana qewî dikin. Ewana bona şixulê xwe pera nastînin, lê “bi dil û can . . . çawa Xwedê dixwaze, ne ku bona kara xwe, lê bi rezedilî” xizmet dikin (1 Petrûs 5:1, 2). Berdestiyên civatê alî rûspiya dikin. Ewana dikarin bêne kifşkirinê ça rûspî, hergê layîqî wê yekê bin, çi ku bona rûspiya tê dewakirinê.

Koma Rêberiyê hine rûspiya kifş dike ça berpirsiyarê mihalê. Ewana teseliya civata dikin, wekî rêberiyê bidine wan û wana qewî kin. Berpirsiyarê mihalê civatada rûspiya û berdestiyên civata kifş dikin, yên ku li gora Kitêba Pîroz layîq in (1 Tîmotêyo 3:1-10, 12; Tîto 1:5-9).

3. Çi cabdariya her Şedekî Yehowa heye?

Civatada her kes “şikiriyê” dide “navê Xudan” bi vê yekê, ku caba xwe dide, gotara dibêje û kilamên pesindayînê distirê. Ewana usa jî çiqas dikarin mizgîniyê bela dikin (Bixûne Zebûr 148:12, 13.)

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku Îsa rêberekî çawa ne, ça rûspî çev didine wî, û ça em dikarin tevî Îsa û rûspiya hevkariyê bikin.

4. Îsa rêberê qenc e

Pêbihese ku Îsa me berbi çi hêlan dike. Bixûne Metta 11:28-30, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Îsa rêberekî çawa ne û ew çi dixwaze bona me bike?

Rûspî ça çev didine Îsa? Vêxe VÎDÊO.

VÎDÊO: “Nepalêda Wedê Erdhejê Bira Alîkarî Dan” (4:56)

Kitêba Pîrozda eyan tê gotinê, wekî rûspî ça gerekê şixulên xwe bînin sêrî.

Bixûne Îşaya 32:2 û 1 Petrûs 5:1-3, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Tu çi ser xwe texmîn dikî gava difikirî, ku rûspî mîna Îsa, xûşk-bira qewî dikin?

  • Rûspî dîsa çida çev didine Îsa?

5. Rûspî bi mesela xwe me hîn dikin

Îsa dixwaze wekî rûspî hindava cabdariyên xwe çawa bin? Vêxe VÎDÊO.

VÎDÊO: “Rûspî Meselên Baş in bona yên din!” (7:39)

Pêbihese ku Îsa çi got derheqa wan, yên ku rêberiyê civata dikin. Bixûne Metta 23:8-12, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Li gora Kitêba Pîroz Îsa ji rûspiya çi dewa dike? Ça tu difikirî, serwêrên rêlîgiya pey rêberiya Îsa diçin yan na?

A. Şikil: Rûspî ser xwe dixebitin wekî ruhanîda qewî bin û vê yekêda alî malbetên xwe jî dikin. 1. Ew pêşiya ku hînbûna şexsî destpêke, dua dike. 2. Ew kulfeta xweva, qîza xwe derheqa Kitêba Pîroz hîn dikin. B. Dîsa ew rûspî tevî kulfeta xwe, nexweşxanêda teseliya xûşkekê dikin. C. Dîsa ew rûspî mal bi mal xizmet dike. Ç. Şikil: 1. Dîsa ew rûspî civatêda gotarê dixûne. 2. Ew Oda Civatê temiz dike.
  1. A. Rûspî ser xwe dixebitin wekî ruhanîda qewî bin û vê yekêda alî malbetên xwe jî dikin

  2. B. Rûspî bona hemû xûşk-bira xem dikin

  3. C. Rûspî belakirina mizgîniyêda xîret in

  4. Ç. Rûspî rêberiyê cimeta Xwedê dikin. Ewana gelek şixulên din jî dikin, mesele temizayêda alîkariyê didin

6. Em tevî rûspiya hevkariyê dikin

Kitêba Pîroz şirovedike ku çira em gerekê tevî rûspiya hevkariyê bikin. Bixûne Îbranî 13:17, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çira li gora Kitêba Pîroz em gerekê gura wanda bin, yên ku cabdariya hildidin ser xwe? Şiroveke.

Bixûne Lûqa 16:10, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çira ferz e tiştên biçûkda jî tevî rûspiya hevkariyê bikin?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Eseyî nîne bibî endemê rêlîgiyayê.”

  • Lê tu ça difikirî, tuyê çi karê bistînî hergê bibî endemê civatê?

TEMAMKIRIN

Îsa ye serê civatê. Rûspî gura Îsa dikin û pey rêberiya wî diçin. Ewana usa jî me qewî dikin û bona me dibine meselên baş. Lema jî em bi şabûnê tevî wan hevkariyê dikin.

Wekilandin

  • Serê civatê kî ye?

  • Rûspî ça alî civatê dikin?

  • Her xizmetkarekî Yehowa çida cabdar e?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Binihêre ku Koma Rêberiyê û rûspî bona Mesîhiya ça xem dikin.

“Qewîkirina Bira Wedê Qedexekirinê” (4:22)

Pêbihese ku çi dikeve nava şixulê berpirsiyarên mihalê.

“Heftêk ji Emirê Berpirsiyarê Mihalê” (4:51)

Pêbihese ku civatada kulfet çi şixulê ferz dikin.

“Kulfetên ku Şedên Yehowa ne, Mizgîniyê Bela Dikin?” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Îlonê, 2012)

Pêbihese ku ça rûspî bona bawermendên xwe xem dikin.

“Rûspî Xem Dikin Bona Şabûna Me” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Çileyê, 2013)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin