GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 36
KILAMA 103 Şivanên Me Pêşkêş in
Gazî Rûspiya kin
“Gazî berpirsiyarên civînê ke” (AQÛB 5:14).
VÊ GOTARÊDA
Emê şêwir kin ku çira ferz e alîkariyê ji rûspiya bixwazin, gava em hewcê vê yekê ne.
1. Yehowa ça daye kifşê, wekî xizmetkarên xwe qîmet dike?
YEHOWA xizmetkarên xwe qîmet dike. Ewî bi saya xûna Îsa ew kirîne û rûspî kifş kirine, wekî miqatî wan bin (Karên Şandiya 20:28). Xwedê dixwaze ku rûspî hindava xizmetkarên wî rem û dilovan bin. Bin rêberiya Îsada, rûspî xizmetkarên Xwedê dibine xweyî û ji tiştên ku dikarin zirarê bidine dostiya wane tevî Xwedê, diparêzin (Îşaya 32:1, 2).
2. Yehowa îlahî dikeve heyra kê? (Hezeqêl 34:15, 16)
2 Yehowa hemikî hemû xizmetkarên xwe hez dike, lê ew îlahî dikeve heyra wan kesa, yên ku tengasiyada nin. Bi saya rûspiya, ew alî wan kesa dike, yên ku rûyê şaşiyên xweda diçerçirin (Bixûne Hezeqêl 34:15, 16). Lê gava em hewce ne, ew dixwaze wekî em raste-rast alîkariyê bixwazin. Xêncî vê yekê ku em bi saya dua ji Xwedê alîkariyê bixwazin, em gerekê ji ‘şivan û dersdarên’ civatê jî alîkariyê bixwazin (Efesî 4:11, 12).
3. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?
3 Vê gotarêda emê bivînin, ku ça Xwedê bi saya rûspiya alîkariyê dide wan xizmetkarên xwe, dostiya kîjana tevî wî sist bûye. Emê usa jî cabên van pirsa bistînin: Kengê em gerekê ji rûspiya alîkariyê bixwazin? Çima lazim e ku em vê yekê bikin? Ewana ça alî me dikin? Dostiya me tevî Yehowa çiqas qewî be jî, em gerekê bizanibin ku ew ça bi saya rûspiya alî me dike. Usa jî zanebûna vê yekê wê razîbûna me bona xemkirina Yehowa zêde ke, û hergê rojekê em jî hewcê alîkariya wan bin, emê bizanibin ku çi bikin, wekî evê alîkariyê bistînin.
KENGÊ LAZIM E GAZÎ RÛSPIYA KIN?
4. Em ji ku zanin wekî Aqûb 5:14-16, 19, 20 besa nexweşiya ruhanî dike? (Binihêre usa jî şikil.)
4 Aqûb bi van giliya nîşan kir, ku em ça dikarin alîkariya ruhanî bistînin: “Heger yek ji we nexweş e, bira gazî berpirsiyarên civînê ke” (Bixûne Aqûb 5:14-16, 19, 20). Vî serîda ji rêzên din tê kifşê, wekî Aqûb besa nexweşiya fîzîkî nedikir. Mesele, ewî negot ku bira kesên nexweş gazî hekîma bikin, lê ewî got ku bira ew gazî rûspiyên civatê bikin. Usa jî eyan e, ku ev rêz besa nexweşiya ruhanî dike, çimkî meriv bi saya baxşandina guna ji vê nexweşiyê qenc dibe. Hine tiştada qenckirina nexweşiya ruhanî mîna qenckirina nexweşiya fîzîkî ye. Gava kesek aliyê fîzîkîda nexweş dikeve, ew gerekê here bal hekîm, jêra besa êş û derdên xwe bike û gura rêberiya wî bike, wekî qenc be. Mîna vê yekê, gava dostiya me tevî Yehowa sist dibe, em gerekê herin bal rûspiya, besa halê xwe bikin û guh bidine şîretên ku ser hîmê Kitêba Pîroz mera têne dayînê.
Gava em nexweş dikevin, em diçin bal doxdir, gava heleqetiya me tevî Yehowa sist dibe, em gerekê herin bal rûspiya (Binihêre abzasa 4)
5. Em ça dikarin têderxin ku dostiya me tevî Yehowa sist bûye?
5 Gava em divînin wekî dostiya me tevî Yehowa hêdî-hêdî sist dibe, em gerekê li gora nema Aqûb serê 5, herin bal rûspiya. Gelek ferz e wekî em alîkariyê bistînin, heta ku me qebûlkirina Xwedê unda nekiriye! Em gerekê hindava xweda helal bin û bînin ser xwe, ku problêmên meye ruhanî hene. Kitêba Pîroz dide kifşê, ku hergê em miqatî xwe nîbin, em dikarin têdernexin jî ku ça qebûlkirina Xwedê unda dikin (Aqûb 1:22). Hine Mesîhiyên qirna yekê ji şeherê Serdeysê ketine vê telikê, û Îsa wanra got ku halê wan xirab e (Eyantî 3:1, 2). Seva ku em têderxin hela heleqetiya me tevî Xwedê baş e yan na, were em bifikirin hela em mîna berê bi dil û can Yehowara xizmet dikin yan na (Eyantî 2:4, 5). Mesele, em dikarin ji xwe bipirsin: “Gelo xwestina min ku Kitêba Pîroz bixûnim û kûr ser bifikirim mîna berê qewî ye? Gelo ez diçime hemû civîna? Gelo ez mîna berê bona civîna rind hazir dibim? Gelo ez dîsa jî bi xîret xizmet dikim, yan ez îda diha zêde dîna xwe didime hebûk û wedederbazkirina?” Bi saya van pirsa em dikarin fem kin, ku ruhaniya me çi halîda ye. Hergê wan aliyada problêmeke me hebe, gerekê em hine gava bavêjin seva ku halê me diha xirab nebe. Û hergê em nikarin problêma xwe xwexa safî kin, yan hergê me îda tiştekî nebaş kiriye, gerekê em ji rûspiya alîkariyê bixwazin.
6. Kesên ku gunê giran kirine, gerekê çi bikin?
6 Hemikî lazim e, wekî kesê ku gunê giran kiriye here bal rûspiya, çimkî ji bo gunê xwe ew dikare îda para civatê nîbe (1 Korintî 5:11-13). Kesên ku gunê giran kirine, îda nikarin bê alîkarî dîsa heleqetiya xwe tevî Yehowa baş kin. Seva ku Yehowa ser hîmê kirînê bibaxşîne kesên usa, ewana gerekê “pê kirên xwe nîşan kin ku wana tobe kiriye” (Karên Şandiya 26:20). Yek ji tiştên ku ewana gerekê bikin ev e, ku rûspiyara besa gunê xwe bikin.
7. Alîkariya rûspiya dîsa kêra lazim e?
7 Xêncî kesên ku gunê giran kirine, rûspî hazir in alîkariyê bidine kesên ku tevî xwestinên nerast şer dikin (Karên Şandiya 20:35). Hine xûşk-bira pêşiya ku hatine ser riya rastiyê, narkotîk didane xebatê, pornografiya dinihêrîn, yan jî bênamûsî dikirin. Dibeke bona wan çetin e xwestinên xwe bi temamî ji dilê xwe derxin. Hergê bal te problêmeke usa heye, bizanibe ku vê şerê ruhanîda tu tenê nînî, lema jî netirse ji rûspîkî alîkariyê bixwazî. Ewê guh bide xemên te, hine şîreta bide te û bîne bîra te, ku hergê tu şerê xwe berdewam kî, Yehowa wê ji te razî be (Waîz 4:12). Hergê te qewata xwe unda kiriye, çimkî xwestinên teye nerast derbaz nabin, rûspî dikarin alî te bikin. Ewana wê bînin bîra te ku Yehowa şa dibe ku tu alîkariyê dixwazî, çimkî ev yek nîşan dike wekî tu dostiya xwe tevî wî qîmet dikî û bi zêdeyî xweda bawer nînî (1 Korintî 10:12).
8. Ji bo kîjan guna nelazim e ku em herin bal rûspiya?
8 Nelazim e ku em rûspiyara derheqa her şaşiya xweye biçûk bêjin. Mesele, dibeke te dilê xûşk yan birakî pê giliya êşandiye, yan jî hela hê hêrsa xwe ser wîda rêtiye. Dewsa ku herî bal rûspiya, tu dikarî li gora şîreta Îsa hereket bikî û tevî wî kesî li hev bêyî (Metta 5:23, 24). Usa jî tu dikarî derheqa nermî, sebirê û xwegirtinê lêkolînê bikî û van hunurên baş hê zêde nav xweda pêşda bînî. Lê hergê dîsa jî nayê standinê ku problêma xwe safî kî, tu dikarî ji rûspîkî alîkariyê bixwazî. Mesele, nemeke xweda, Pawlos birakîra got, ku alî Eyodiya û Sîntîxayê bike, wekî problêma orta xweda safî kin. Mîna vê yekê, rûspîkî ji civata te dikare alî te jî bike (Fîlîpî 4:2, 3).
EM ÇIRA GEREKÊ GAZÎ RÛSPIYA BIKIN?
9. Çima gerekê şerm nekin ku ji rûspiya alîkariyê bixwazin? (Metelok 28:13)
9 Hergê me gunekî giran kiriye, yan gava mera çetin e himberî xwestinên nerast şer kin, mera bawerî û mêrxasî lazim e seva ku em alîkariyê bixwazin. Em gerekê şerm nekin gazî rûspiyên civatê bikin. Gelo çima? Çimkî Yehowa bona vê nêtê rûspî kifş kirine. Gava em ji wan alîkariyê dixwazin, em didine kifşê, ku em baweriya xwe Yehowa tînin û hazir in guh bidine wî. Em gerekê bîr nekin, wekî seva ku tiştekî nerast nekin, em hewcê alîkariya wî ne (Zebûr 94:18). Hergê me gune kiriye, lê em tobe dikin, Xwedê hazir e rema xwe hindava meda bide kifşê (Bixûne Metelok 28:13).
10. Hergê em gunên xwe veşêrin, çi dikare biqewime?
10 Hergê em gunên xwe veşêrin û ji rûspiya alîkariyê nexwazin, halê me wê hê xirab be. Gava Dawid Padşa dixwest gunên xwe veşêre, evê yekê ser wî usa xirab hukum kir, ku ew aliyê ruhanî, êmosiyalî û fîzîkîda nexweş ket (Zebûr 32:3-5). Hergê nexweşîke fîzîkî neyê qenckirinê, ew çiqas here wê hê xirab be. Mîna vê yekê, hergê me gune kiriye û em alîkariyê nexwazin, halê me dikare hê xirab be. Lema jî Yehowa dixwaze wekî em dilê xwe rûspiyara vekin û ça bêjî tevî Wî li hev bên (Îşaya 1:5, 6, 18).
11. Hergê em gunên giran veşêrin, ev yek ça dikare ser kesên din hukum ke?
11 Hergê em gunên xweye giran veşêrin, ev yek dikare ser kesên din jî xirab hukum ke. Mesele, gunê me dikare bibe sebeb ku Xwedê ruhê pîroz nede civatê û edilaya civatê dikare xirab be (Efesî 4:30). Mîna vê yekê, hergê em pêbihesin ku xûşk yan birakî gunê giran kiriye, em gerekê jêra bêjin wekî ew derheqa vê yekê rûspiyara bêje.a Hergê em gunê kesekî veşêrin, gunê wî wê bikeve stiyê me jî (Qanûna Kahîntiyê 5:1). Hezkirina me hindava Yehowa gerekê me hêlan ke rûspiyara bêjin, ku çi qewimî ye. Bi vî cûreyî em dikarin temizaya civatê biparêzin û alî kesê gunekar bikin, wekî ew dîsa bibe dostê Yehowa.
RÛSPÎ ÇA ALÎ ME DIKIN?
12. Rûspî ça alîkariyê didine wan xûşk-bira, dostiya kîjana tevî Yehowa sist bûye?
12 Kitêba Pîroz dibêje ku rûspî gerekê alî kesên sist bikin (1 Têsalonîkî 5:14). Hergê me gune kiriye, dibeke rûspî hine pirsa bidine me, wekî hest û fikirên me fem kin (Metelok 20:5). Dibeke ji bo kûltûra me, xeysetê me, yan jî dibeke em şermoke ne, mera çetin be dilê xwe wanra vekin. Em gerekê netirsin ku ewana wê çi bifikirin, gava em dilê xwe wanra vekin (Îbo 6:3). Rûspî wê derbêra safîkirinê nekin, lê dewsê wê rind guh bidine me, wekî dereca me rind fem kin û bikaribin şîretê bidine me (Metelok 18:13). Ewana zanin wekî seva ku alîkariyê bidine xizmetkarên Xwedê, wext lazim e, lema jî ewana fem dikin ku bes nîne tenê carekê tevî me xeber din.
13. Bi saya dua û rêberiya ser hîmê Kitêba Pîroz, rûspî ça dikarin alî me bikin? (Binihêre usa jî şikil.)
13 Çaxê em gazî rûspiya kin, ewana wê bona me dua kin û her tiştî bikin, wekî barê me sivik kin. Tuyê ecêbmayî bimînî ku qewata duayên wan çiqas mezin e. Usa jî ewana bi navê Yehowa wê ça bêjî me “rûn kin” (Aqûb 5:14-16). Ev “rûn” rastiya Kitêba Pîroz tê hesabê. Bi saya Kitêba Pîroz rûspî dikarin hêlanê û berdiliyê bidine me û alî me bikin, ku em dîsa bibine dostên Yehowa (Îşaya 57:18). Şîretên ku ewana ser hîmê Kitêba Pîroz didine me, dikarin me hêlan kin, ku em guh bidine Yehowa. Bi alîkariya wan em dikarin dengê Yehowa bibihên, ku usa dibêje me: “Rê ev e, vê rêra herin!” (Îşaya 30:21, ÎM).
Bi saya Kitêba Pîroz rûspî berdiliyê didine me (Binihêre abzasa 13-14)
14. Li gora Galatî 6:1, rûspî ça alîkariyê didine kesên ku “gaveke şaş” avîtine? (Binihêre usa jî şikil.)
14 Bixûne Galatî 6:1. Çaxê kesek “gaveke şaş” davêje, ev tê hesabê ku ew li gora qirara Xwedê najî. Mesele, dibeke ewî safîkirineke bêaqilayî yan jî gunekî giran kiriye. Rûspî wê bi hezkirinê “xîret kin wekî wî bi nermî vegerînin ser riya rast”. Xebera Yûnanî, ya ku vê rêzêda ça “vegerînin” hatiye welgerandinê, dikarin usa jî bidine xebatê bona hestiyê ku ji cî derketiye. Çawa ku hekîmekî hoste xîret dike wekî hestû usa bike cî, ku kesê birîndar bi zêdeyî êşê nekişîne, rûspî jî xîret dikin wekî bi nermî şîretê bidine me. Usa jî Kitêba Pîroz dibêje, ku rûspî gerekê “haj xwe hebin”. Gava ewana alî me dikin wekî em xwe rast kin, ewana bîr nakin ku xwexa jî qisûrdar in û dikarin gavên şaş bavêjin. Lema jî ewana milûk û dilovan in û nafikirin, wekî ewana ji wan xûşk-bira çêtir in, alî kîjana dikin (1 Petrûs 3:8).
15. Hergê problêmeke me hebe, em dikarin çi bikin?
15 Em dikarin îtbariya xwe rûspiya bînin. Ewana hatine hînkirinê, ku tiştên şexsî bela nekin, ser hîmê Kitêba Pîroz şîreta bidin, ne ku li gora nihêrandina xwe, û alî me bikin wekî em barê xwe hilgirin (Metelok 11:13; Galatî 6:2). Rast e xeyset-hunurên rûspiya cude ne û diqewime yek ji yê din zêdetir cêribandî ye, lê dîsa jî her kes ji wan hazir e guh bide me. Hemikî em gerekê neçin bal her rûspîkî, heta ku yek ji wan li gora dilê me xeber de. Hergê me usa bikira, emê bibûna mîna kesên ku guh nadine “hînkirina saxlem”, lê tenê dixwazin “tiştên li guhê wan xweş tê” bibihên (2 Tîmotêyo 4:3). Hergê em rûspîkîra besa problêma xwe bikin, dibeke ew bipirse hela me rûspiyên dinra jî gotiye û wana çi şîret daye. Milûktî dikare wî rûspî hêlan ke, wekî şîretê ji rûspîkî din jî bixwaze (Metelok 13:10).
CABDARIYA MEYE ŞEXSÎ
16. Cabdariya meye şexsî çi ye?
16 Rast e em xizmetkarên Xwedê ne û rûspî me dibine xweyî, lê dîsa jî ewana mera nabêjin ku em gerekê çi bikin û çi nekin. Cabdariya meye şexsî ye, ku li gora qanûnên Xwedê bijîn. Bona gilî û kirên xwe em ber Xwedê xwexa cabdar in û bi alîkariya wî, em dikarin wîra amin bimînin (Romayî 14:12). Lema jî dewsa ku raste-rast mera bêjin wekî em gerekê çi bikin, rûspî dîna me dikişînine ser nihêrandina Xwedê, ku Kitêba Pîrozda nivîsar e. Bi saya şîretên wane ser hîmê Kitêba Pîroz, em dikarin hîn bin ku safîkirinên baş bikin (Îbranî 5:14).
17. Yehowa dixwaze ku em çi bikin?
17 Em gelek razî ne ku em xizmetkarên Yehowa ne! Ewî “şivanê qenc”, Îsa Mesîh, şandiye ku ew emirê xwe berva bide û em bikaribin heta-hetayê bijîn (Yûhenna 10:11). Bi saya rûspiyên civatê, Yehowa ev sozê xwe aniye sêrî: “Ezê şivanên li gora dilê xwe bidim we ku bi zanîn û femdariyê şivantiya we bikin” (Yêremya 3:15, ÎM). Gava heleqetiya me tevî Yehowa sist dibe, em gerekê şerm nekin alîkariyê ji rûspiya bixwazin. Usa emê kareke mezin bistînin, çimkî Yehowa xût bona vê yekê civatada rûspî kifş kirine.
KILAMA 31 Gura Xwedêda Bin!
a Hergê tu zanî ku kesekî gune kiriye û rûspiyara nabêje, hezkirin û aminiya te hindava Yehowa wê te hêlan ke, wekî herî cem rûspiya û derheqa vê yekê wanra gilî kî.