KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 16 rûp. 19
  • Berdestiyên Civatê Çi Şixulî Dikin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Berdestiyên Civatê Çi Şixulî Dikin?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Têmên Mîna Wê
  • Birên ku Ça “Pêşkêş” Hatine Dayînê, Qîmet kin!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Birano, Gelo Hûn Xîret Dikin ku Bibine Berdestiyên Civatê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Çawa Rûspî Alî Civatê Dikin?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 16 rûp. 19

DERSA 16

Berdestiyên Civatê Çi Şixulî Dikin?

Berdestiyê civatê parevekirina edebyetada alîkariyê dide

Myanmar

Berdestiyê civatê têmeke ser hîmê Kitêba Pîroz dixûne

Civat

Berdestiyê civatê, civata bona xizmetiyê derbaz dike

Koma belakirina mizgîniyê

Berdestiyê civatê Oda Civatêda alîkariyê dide

Temizkirina Oda Civatê

Kitêba Pîroz ser wan mêra, yên ku miqatî civatê dibin dibêje “berpirsiyar” yan jî “berdestiyên civînê” (Fîlîpî 1:1). Hemû civatada çend birên usa hene, ser kîjana tê gotinê berdestiyên civatê. Were em pêbihesin şixulê wan çi ye.

Berdestiyên civatê alî rûspiya dikin. Firqî tune, berdestiyê civatê cahil in yan emirda mezin in, ewana mêrên amin û xîret in, û him jî heleqetiya wan tevî Yehowa qewî ye. Ewana seva civatê şixulê kêrhatî dikin. Bi saya wê yekê, ku ewana hergav şixul dikin, rûspiyên civatê îda dikarin bi temamî dîna xwe bidine şixulê hînkirinê û şivantiyê.

Berdestiyên civatê şixulên ferz dikin. Mesele hine berdestiyên civatê ber derî disekinin û wan hemûya silav dikin, yên ku têne civatê. Hinek cabdar in bona aparatûra seva dengbihîstinê, yan jî belakirina edebyeta, hinek cabdar in ku xercên civatê hesab kin, hinek jî cabdar in wekî ciyê kifşkirî seva belakirina mizgîniyê bidine xûşk-bira. Xêncî wan tişta berdestiyên civatê xem dikin bona temzaya Oda Civatê. Rûspiyên civatê dikarin bêjine berdestiyên civatê, wekî ewana alî wan endemên civatê bikin, yên ku emirda mezin nin. Bi rastî jî berdestiyên civatê, hemû şixula yên ku wanara tê dayînê bi hazirbûnê dikin, lema jî endemên civatê qedirê van bira digirin (1 Tîmotêyo 3:13).

Ça mêrên Mesîhî ewana meseleke baş in. Berdestiyên civatê ji bo xeyset-hunurên xweye baş têne kifşkirinê. Bi xeberdana xwe li ser civatê ewana baweriya me qewî dikin. Him jî ewana dertêne xizmetiyê, û bi wê yekê hêlana didine me ku em jî bi xîret xizmet kin. Çaxê berdestiyên civatê tevî rûspiya şixulkariyê dikin, şabûn û yektiya civatê hê zêde dibe (Efesî 4:16). Wede derbaz dibe, û berdestiyê civatê dibe yekî cêribandî, ew îda dikare ça rûspî xizmet ke.

  • Kî ne berdestiyên civatê?

  • Berdestiyên civatê ça alî civatê dikin, wekî hemû tişt cî-war be?

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Çaxê diçî Oda Civatê nasiya xwe bide rûspiya û berdestiyên civatê, û usa hêdî-hêdî tevî wan û malbetên wan bibe nas.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin