KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 26 rûp. 29
  • Ça Em Dikarin Miqatî Oda Civatê bin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ça Em Dikarin Miqatî Oda Civatê bin?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Têmên Mîna Wê
  • Ciyê Qulixkirina Me
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Miqatî Ciyên Hebandina Xwe Dibin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 26 rûp. 29

DERSA 26

Ça Em Dikarin Miqatî Oda Civatê bin?

Şedên Yehowa ji Êstonyayê, Oda Civata xwe temiz dikin

Êstonya

Şedên Yehowa ji Zîmbabweyê, Oda Civata xwe temiz dikin

Zîmbabwe

Şedekî Yehowa ji Mongolyayê Oda Civatêda tiştek çêdike

Mongolya

Şedekî Yehowa ji Porto Rîkoyê, Oda Civatê reng dike

Puerto Rico

Her Odeke Civata Şedên Yehowa, navê Xwedêyî pîroz rûmet dike. Lema jî em texmîn dikin ku em gerekê ji hemû aliyava temzaya civatê xwey kin. Ev qedirekî mezin e û him jî ev pareke ferz e ji xizmetkirina meye pîroz. Gişk jî dikarin bikevine nava vî şixulî.

Paşî civatê bi rezedilî odê didine hev. Paşî her civata, xûşk û bira eşq û dil Oda Civatê didine hev û hemû tiştî cîwar dikin. Lê heftiyê carekê ewana odê hê rind didine hev û temiz dikin. Rûspî yan berdestiyên civatê rêberiya vî şixulî dikin, û ewana timê dinihêrin wê rêberiyê, kîderê ku nivîsar e ça evî şixulî gerekê bikin. Kîderê ça hewce ye, xûşk û bira bi rezedilî hema usa jî dikin. Mesele, gêzî dikin, erdê dişon, yan bi mekîna tozhildanê tozê hildidin, kursiya rast dikin, usa jî ewana destavê dişon û dêzînfêksyayê dikin, pencera û neynika dişon, gemarê derdixin davêjin, der-dorê civatê temiz dikin û pey baxçe dinihêrin. Lape kêm salê carekê, roj tê kifşkirinê, seva ku bi temamî û hê rind Oda Civatê temiz kin. Em dixwazin, wekî zarên me jî qîmet kin ciyê hebandinê, lema em wanara jî mecalê didin wekî ewana Oda Civatê bidine hev (Waîz 5:1).

Komekdarî bona cûre-cûre şixul. Her sal, Oda Civata hûr bi hûr hindurva û dervava tê nihêrandinê. Bi saya vê nihêrandinê, şixulên tezekirinê tê kirinê, usa Oda Civatê rind tê xweykirinê û xerc zêde nabin (2 Dîrok 24:13; 34:10). Oda Civatê temiz û rind xweykirî, ciyê layîq e, seva hebandina Xwedêra. Çaxê em Oda Civatê temiz û rind xwey dikin, em didine kifşê ku em Yehowa hez dikin û qîmet dikin ciyê hebandina xwe (Zebûr 122:1). Ev yek usa jî rind hukum dibe ser meriyên dor-ber (2 Korintî 6:3).

  • Çira em gerekê Oda Civatê temiz xwey kin?

  • Seva temzaya Oda Civatê çi tê kirinê?

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin