KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • fg dersa 3 pirs 1-4
  • Gelo Mizgîniyên ji Kitêba Pîroz, bi Rastiyê ji Xwedê ne?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Mizgîniyên ji Kitêba Pîroz, bi Rastiyê ji Xwedê ne?
  • Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
  • Têmên Mîna Wê
  • Kitêba Pîroz Elametiya ji Xwedê ye bona Me
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Çi Cûreyî Kitêb e?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Kitêba Pîroz Derheqa Nivîskarê Xweye Esilî Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • Kitêba Pîroz, Xebera ji Xwedê ye
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
fg dersa 3 pirs 1-4

DERSA 3

Gelo mizgîniyêd ji Kitêba Pîroz, bi rastiyê ji Xwedê ne?

1. Kî ye avtorê Kitêba Pîroz?

Cûre-cûre kopiyên Kitêba Pîroz û nivîsarên Kitêba Pîroze berê

Mizgîniya derheqa wê yekê, ku merî wê li ser erdê heta-hetayê bijîn, di Kitêba Pîrozda nivîsar e (Zebûr 37:29). Temamiya Kitêba Pîroz, bi 66 kitêbên biçûk hatiye top kirinê. Xwedê bona nivîsandina van kitêba, 40 pêxemberên xwe da xebatê. Pênc kitêbên pêşiyê, bi destê Mûsa pêxember weke 3 500 sal pêşda hatine nivîsarê. Lê kitêba paşiyê, bi destê Yûhenna pêxember weke 1 900 salî zêdetir pêşda hatiye nivîsarê. Lê gelo nivîskarên Kitêba Pîroz nêt-fikirên kê dinivîsîn? Bi rastiyê wana fikirên Xwedê dinivîsîn, Xwedê fikirên xwe bi ruhê pîroz elamî wan nivîskara dikir (2 Samûyêl 23:2). Ewana nêt-fikirên Xwedê dinivîsîn, ne ku fikirên xwe. Lema jî avtorê Kitêba Pîroz, Yahowa Xwedê ye. Bixûne 2 Tîmotêyo 3:16; 2 Petrûs 1:20, 21.

Binihêre vîdêo Kî ye avtorê Kitêba Pîroz?

2. Ça em dikarin bawer bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?

Xêncî Xwedê tu kes nikare pêşda derheqa axiriyê pêxembertiyê bike. Di Kitêba Pîrozda, derheqa axiriyê rast û hûr bi hûr hatiye pêxembertîkirinê (Yêşûa 23:14). Lema jî em bawer dikin, wekî Kitêba Pîroz ji Xwedê ye. Çimkî tenê Xwedê derheqa axiriya meriya zane. Bixûne Îşaya 42:9; 46:10.

Dibek hûn jî qayîl in, wekî kitêba ji Xwedê gerekê kitêbeke mexsûs be. Ew rastî jî kitêbeke usa ne. Kitêba Pîroz li ser seda zimana û bi mîlyarda hev têne neşir kirinê. Rast e Kitêba Pîroz kitêbeke kevin e, lê di aliyê zandariyêda ew rast e û hevgirêdayî ye. Kitêba Pîroz weke 40 merî nivîsîne, lê nivîsarên wan miqabilî hev nînin, ewana hevva girêdayî nea. Xêncî vê yekê, Kitêba Pîroz hizkirina Xwedê dide kifşê. Kitêba Pîroz hela hê îro jî dikare emirê meriva berbi başbûnê biguhêze. Ev hemû tişt û îzbatkirin, baweriya mîlyona meriya qewî dike, ku Kitêba Pîroz Xebera Xwedê ye. Bixûne 1 Têsalonîkî 2:13.

Binihêre vîdêo Ça em dikarin bawer bikin, ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye?

3. Kitêba Pîroz derheqa çi gilî dike?

Şikila cinetê, Cineta undakirî, Sêlava Dinyayê, Mûsa bi 10 Temiya, û hînkirina Îsa Mesîh.

Kitêba Pîroz dîna me dide li ser mizgîniya Xwedê, dêmek ew gilî dike derheqa nêta Xwedêye baş bona meriya. Kitêba Pîroz şirovedike ku ça meriya unda kir mecal, wekî di cinetêda li ser erdê bijîn, û ça erd wê dîsa bibe cinet. Bixûne Eʹyantî 21:4, 5.

Di Xebera Xwedêda, usa jî hene qanûn, prînsîp û şîret. Xêncî vê yekê di Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa heleqetiya Xwedê tevî meriya, û ji vê yekê em pêdihesin Xwedê çi cûreyî ye. Bi vî cûreyî Kitêba Pîroz dikare alî te bikev, wekî tu Xwedê nas bikî. Ew şirovedike, ça tu dikarî bibî hevalê Xwedê. Bixûne Zebûr 19:7, 11; Aqûb 2:23; 4:8.

4. Ça tu dikarî Kitêba Pîroz fem bikî?

Îsa Mesîh nivîsarên Kitêba Pîroz rêz bi rêz pey hev şirovedikir, seva ku merî rind “nivîsara fem bikin”. Di vê broşûrêda jî tê xebitandinê ew mêtoda hînkirina Kitêba Pîroz, yên ku Îsa Mesîh dida xebatê. Lema jî eva broşûra wê alî te bike Kitêba Pîroz rind fem bikî. Bixûne Lûqa 24:27, 45.

Mizgîniyên Xwedê, ji hemû tiştî hê gele hewaskar û qîmet in. Rast e hine ji meriya di hindava van mizgîniyada bêtalaş in. Hinek jî, ji van mizgîniya eciz dibin û hêrs dikevin. Lê tu ji bo vê yekê qet berxwe nekeve. Bizanibe, ku heger tu zanebûnê derheqa Xwedê bistînî, gumana te derheqa jîyîna heta-hetayê wê hebe. Bixûne Yûhenna 17:3.

Bona hê zêde elametî, binihêre kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?” serê 2.

a Dîna xwe bide kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?” serê duda abzasa 6-9. Eva kitêba Şedên Yahowa derxistine.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin