GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 6
Kitêba Pîroz Derheqa Nivîskarê Xweye Esilî Çi Dibêje?
“Hemû gotinên ku tera gotime, bona xwe pirtûkekêda binivîse!” (YÊREMYA 30:2).
KILAMA 96 Xebera Xwedê, Xizne ye
VÊ GOTARÊDAa
1. Çima tu bona Kitêba Pîroz razî yî?
EM BONA Kitêba Pîroz ji Yehowa Xwedê gelek razî ne! Bi saya Xebera xwe, Yehowa şîretên baş dide me. Bi alîkariya van şîreta, em dikarin problêmên xwe safî kin. Usa jî, Xwedê hêvîke gelek xweş daye me. Ya herî ferz jî ev e ku Yehowa bi saya Kitêba Pîroz, gelek hunurên xwe mera eşkere kirine. Gava em derheqa hunurên wî difikirin, ew yek dilê me digire û em ji dil dixwazin bibin dostên wîyî nêzîk (Zebûr 25:14).
2. Yehowa çawa xebera xwe digîhande meriva?
2 Yehowa dixwaze wekî her kes wî nas bike. Demên berêda, ewî bi saya xewn, xeyala û meleka, xebera xwe digîhande meriva (Jimar 12:6; Karên Şandiya 10:3, 4). Lê hergê ev xewn-xeyal, yan gotinên meleka nehatana nivîsandinê, gelo meyê ew çawa bixwenda? Lema jî tiştên ku Yehowa dixwest, wekî em bizanibin, ewî bi saya pêxembera “pirtûkekêda” da nivîsandinê (Yêremya 30:2). Ji ber ku “rîya Xwedê kamil e”, em dikarin bawer bin, wekî ev mêtoda xeberdana wî tevî meriva, ya herî baş e (Zebûr 18:30).
3. Gelo Yehowa çawa Kitêba Pîroz heta roja îro xwey kiriye? (Îşaya 40:8)
3 Bixûne Îşaya 40:8. Xebera Xwedê bi hezara sala rêberiya baş daye cûre-cûre merivên amin. Gelo çi cûreyî? Ev pirseke gelek baş e! Nivîsarên Pîroz ser kitêbên gulometkkirî yan jî pêrgamêntê hatibûn nivîsandinê, û wede şûnda ew kitêb û pêrgamênt xirab dibûn. Lema jî îro nivîsarên orîjînal tune ne. Lê Yehowa usa kir, wekî kopiyên Nivîsarên Pîroz bêne çêkirinê. Merivên ku kopî dikirin, çiqas jî merivne qisûrdar bûn, dîsa jî wana şixulê xwe gelek fesal dikirin. Zandarekî derheqa Nivîsarên Îbranî usa got: “Em bawer in ku qe kitêbeke din ya kevin bi cûrekî haqas rast nehatiye kopîkirinê”. Belê, Nivîsarên Pîroz demên berêda li ser matêrîalên ku xirab dibûn, hatibûn nivîsandinê. Ewên ku kopî dikirin, dêmek bergir, merivên qisûrdar bûn. Lê dîsa jî, em dikarin bawer bin, ku gotinên Kitêba Pîroz fikirên Nivîskarê wêye esilî, dêmek fikirên Yehowa, eyan dikin.
4. Vê gotarêda, emê derheqa çi xeber din?
4 Yehowa ye Kaniya “her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil” (Aqûb 1:17). Kitêba Pîroz yek ji pêşkêşên herî baş e, ku Yehowa daye me. Gava kesek pêşkêşekê dide me, pêşkêşa wî eşkere dike, hela ew me û halê me baş zane, yan na. Em dikarin ewê yekê beramberî Nivîskarê esilîye Kitêba Pîroz bikin. Çiqas zêde em Kitêba Pîroz dixûnin, haqas baş em Yehowa nas dikin. Em ji Kitêba Pîroz pêdihesin ku Yehowa me baş nas dike û zane çi mera lazim e. Vê gotarêda, emê bivînin ku Kitêba Pîroz li ser bîlanî, heqî û hizkirina Yehowa çi dibêje. Werin em pêşiyê dîna xwe bidinê, ku Kitêba Pîroz derheqa bîlaniya Yehowa çi dibêje.
KITÊBA PÎROZ BÎLANIYA XWEDÊ NÎŞAN DIKE
5. Kitêba Pîroz çawa bîlaniya Xwedê nîşan dike?
5 Yehowa zane ku em hewcê şîretên wîye bîlan in. Kitêba Pîroz bi bîlaniya Xwedêva tije ye. Şîretên Kitêba Pîroz dikarin ser meriva baş hukum kin. Kitêba Pîroz jîyîna meriva berbi başiyêva diguhêze. Gava Mûsa pêxember kitêbên pêşin yên Kitêba Pîroz nivîsîn, ewî cimeta Xwedêra usa got: “Ev ne xebera badîhewa ye bona we, lê ew emirê we ye” (Qanûna Ducarî 32:47). Kesên ku guh didin Nivîsarên Pîroz, dibin xweyê jîyîneke xweş û bextewar (Zebûr 1:2, 3). Xebera Xwedê çiqas kevin bûye jî, qewata wê heye ku jîyîna meriva diha baş ke. Mesele, ser jw.org, rêzên gotara bi navê “Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” hene. Wêderê gelek serhatiyên xûşk-birên me hene. Kitêba Pîroz alî wan kiriye, ku ewana jîyîna xweda guhastinên mezin bikin, wekî bextewar bin (1 Têsalonîkî 2:13).
6. Çira em dikarin bêjin ku qe kitêbeke din beramberî Kitêba Pîroz nabe?
6 Qe kitêbeke din beramberî Xebera Xwedê nabe. Em çira usa dibêjin? Çimkî Nivîskarê wê, Yehowa Xwedê ye. Qewata wî têra her tiştî dike. Ew Xwedêyê Himzor û heta-hetayê ye, û bîlaniya wî ser ya her kesîra ye. Paşî mirina gelek nivîskara, kitêbên wan hê têne xwendinê. Lê şîretên ku wana kitêbên xweda nivîsîbûn, îro kêrî meriva nayên. Aliyê dinva jî, wede nîşan kiriye, ku şîretên Kitêba Pîroz bi bîlaniyê tije ne û hemû dema kêrî meriva hatine, heta roja îro jî. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin û ser gotinên wê kûr difikirin, ruhê pîroz alî me dike, ku em fem bikin, hela em çawa dikarin şîretên Xwedê jîyîna xweda bidine xebatê (Zebûr 119:27; Malaxî 3:16; Îbranî 4:12). Bi rastî jî, Yehowa Xwedê gelek dixwaze alî me bike. Gelo hêja nîne, wekî em her roj Kitêba Pîroz bixûnin?
Him berê him jî îro, Kitêba Pîroz çawa alî xizmetkarên Xwedê kiriye ku yektiyêda bin? (Binihêre abzasa 7-8)
7. Demên berêda, Kitêba Pîroz çawa alî xizmetkarên Xwedê dikir, ku yektiyêda bin?
7 Dîsa menîke din jî heye, ku çira em dibêjin, wekî Kitêba Pîrozda bîlaniya Xwedê heye. Kitêba Pîroz alî xizmetkarên Xwedê dike, wekî ewana yektiyêda bin. Gava Îsraêlî derbazî Erdê Sozdayî bûn, ewana cûre-cûre herêmada cîwar bûn. Hinek bûne mesîgir, hineka heywan xwey dikirin û hineka jî şixulên cotkariyê dikirin. Îsraêliyên ku dûrî hev dijîtin, dikaribûn hêsa hevdu bîr kirana û haş ji hevdu tune bûna. Lê Yehowa dixwest, wekî Îsraêlî wedê cejina tevayî top bin, seva ku Xebera wî wanra bê xwendinê û şirovekirinê (Qanûna Ducarî 31:10-13; Nehemiya 8:2, 8, 18). Bide ber çevê xwe, ku dilê Îsraêlîkî çiqas şa dibû, gava ku ew dihate Orşelîmê û didît ku bi mîlyona xizmetkarên Xwedê, ji temamiya welêt hatine û li hev civiyan e! Bi vî cûreyî, Yehowa alî xizmetkarên xwe dikir, ku ewana tifaq û yektiyêda bimînin. Paşê, gava civata Mesîhîtî hate sazkirinê, nav wanda gelek merivên ji miletên din hebûn. Hinek ji wan kesîb, hinek dewletî û hinek jî merivên nav-deng bûn. Lê ji ber ku wana Nivîsarên Pîroz hiz dikir, wana yektiyêda Xwedêyê rast diheband. Kesên ku teze hatibûn nava rastiyê, dikaribûn bi alîkariya xûşk-birên din û bi alîkariya civîna, Xebera Xwedê diha baş fem kirana (Karên Şandiya 2:42; 8:30, 31).
8. Îro, Kitêba Pîroz çawa alî xizmetkarên Xwedê dike wekî ewana yektiyêda bin?
8 Xwedê îro jî xizmetkarên xwe bi saya Kitêba Pîroz hîn dike û nav wanda yektiyê pêşda tîne. Kitêba Pîroz kaniya hemû rastiyên derheqa Yehowa ye. Em van rastiya hiz dikin. Em timê diçin civat û civatên mezin, çimkî wêderê Kitêba Pîroz tê xwendinê, şirovekirinê û şêwirkirinê. Belê, Yehowa bi saya Kitêba Pîroz alî xizmetkarên xwe dike, ku ewana ‘mil bi mil jêra xizmetê bikin’ (Sêfanya 3:9, ÎM).
9. Çi cûre meriv dikarin ji gotinên Kitêba Pîroz fem bikin? (Lûqa 10:21)
9 Bîlaniya Yehowa tiştekî dinda jî tê kifşê. Gelek parên Kitêba Pîroz usa hatine nivîsandinê, ku tenê merivên milûk dikarin lê fem bikin (Bixûne Lûqa 10:21). Hemû dera meriv Kitêba Pîroz dixûnin. Zandarek derheqa Kitêba Pîroz usa dibêje: “Dinyayêda kitêba ku herî zêde û hûr bi hûr hatiye xwendinê, Kitêba Pîroz e”. Lê tenê merivên milûk Kitêba Pîroz fem dikin û li gora gotinên wê dijîn (2 Korintî 3:15, 16).
10. Dîsa çi cûreyî Kitêba Pîroz bîlaniya Yehowa mera eşkere dike?
10 Kitêba Pîrozda bîlaniya Yehowa bi cûrekî din jî tê kifşê. Yehowa bi saya Kitêba Pîroz, cimeta xwe ne tenê ça kom hîn dike, lê me her kesî başqe jî hîn dike û ber dilê meda tê. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin, em dikarin texmîn kin, ku Yehowa ça xût bona me xem dike (Îşaya 30:21). Gava tengasî têne serê te, gelo hine rêzên ku tu dixûnî usa tera nayêne kifşê, ku tê bêjî ew hema bona te hatine nivîsarê? Belê, Kitêba Pîroz bona hemû meriva hatiye nivîsarê. Gelo çima şîretên ku şexsî bona te lazim in, têda hene? Menî ev e ku Nivîskarê Kitêba Pîroz herî bîlan e (2 Tîmotêyo 3:16, 17).
KITÊBA PÎROZ HEQIYA XWEDÊ NÎŞAN DIKE
11. Gava Kitêba Pîroz dihate nivîsarê, Yehowa çawa nîşan kir, wekî ew firqiyê nake nava meriva?
11 Heqî jî hunurekî Xwedê ye (Qanûna Ducarî 32:4). Kesê heq firqiyê nake nava meriva. Yehowa jî firqiyê nake nava meriva (Karên Şandiya 10:34, 35; Romayî 2:11). Mesele, Yehowa usa kir, wekî Kitêba Pîroz ser wan zimana bê nivîsandinê, ku bona merivên hingê femdarî be. Her 39 kitêbên pêşine Kitêba Pîroz, herî zêde bi zimanê Îbranî hatine nivîsandinê. Wî çaxî xizmetkarên Xwedê ew ziman hêsa fem dikirin. Lê qirna yekêda, gelek meriva bi zimanê Yûnanî xeber didan. Lema jî her 27 kitêbên xilaziyêye Kitêba Pîroz, herî zêde bi zimanê Yûnanî hatine nivîsarê. Yehowa nedixwest ku Xebera wî tenê ser zimanekî bê nivîsarê. Îro nêzîkî 8 mîlyard merivên dinyayê ser gelek zimana xeber didin. Gelo haqas meriv çawa dikarin Yehowa nas bikin?
12. Gotinên ji Daniyêl 12:4 çawa van rojên axiriyêda hatine sêrî?
12 Bi saya Daniyêl pêxember, Yehowa soz dabû wekî rojên axiriyêda, zanebûna rast wê zêde be. Dêmek, hatibû gotinê ku gelek meriv wê Kitêba Pîroz diha baş fem bikin (Bixûne Daniyêl 12:4). Yehowa bi saya welgerandin, neşirkirin, belakirina Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz, alî gelek meriva kiriye, wekî ewana Xebera wî diha baş fem bikin. Dinyayêda, Kitêba Pîroz kitêba herî belabûyî û welgerandî ye. Welgerandinên Kitêba Pîroz, yên ku hine kompaniya neşir kirine, carna gelek biha ne. Heta niha, xizmetkarên Yehowa Xebera wî bi temamî yan nîvî, ser 240 zimanî zêdetir welgerandine. Û her kes dikare Kitêba Pîroz bêpere dest xe. Bi vî cûreyî, pêşiya ku xilazî bê, merivên ji hemû mileta dikarin “Mizgîniya Padşatiyê” nas bikin (Metta 24:14). Xwedayê heqiyê, Yehowa, dixwaze mecalê bide her kesî, wekî ewana Xebera wî bixûnin û wî nas bikin. Lema em dikarin bêjin ku Yehowa me hemûya gelek hiz dike.
KITÊBA PÎROZ HIZKIRINA XWEDÊ NÎŞAN DIKE
13. Çima em dikarin bêjin ku Kitêba Pîroz hizkirina Yehowa nîşan dike? (Yûhenna 21:25)
13 Kitêba Pîroz dibêje, ku hunurê Yehowayî herî mezin hizkirin e (1 Yûhenna 4:8). Dîna xwe bidê, ku Yehowa Kitêba Pîrozda çi daye nivîsarê û çi na. Ewî Kitêba Pîrozda daye nivîsarê, ku em çawa dikarin bibine dostên wî. Usa jî, ew dibêje ku em çawa îda niha dikarin bi jîyîneke bextewar bijîn û jîyîna heta-hetayê qazanc kin. Yehowa me hiz dike, lema jî ewî gotinên ku mera ne lazim in, nedaye nivîsarê (Bixûne Yûhenna 21:25).
14. Kitêba Pîroz dîsa bi çi cûreyî nîşan dike ku Xwedê me hiz dike?
14 Yehowa me hiz dike, lema jî ewî Kitêba Pîrozda rêzeke dirêj ya qanûna nedaye me, ku em jîyîna xweda çi bikin û çi nekin. Dewsa vê yekê, ew dixwaze ku em xwexa bifikirin û ji serhatî, gotinên pêxembera û şîretên Kitêba Pîroz hîn bin û safîkirinên baş bikin. Usa Xebera Xwedê dilê me qewî dike, ku em Xwedê hiz bikin û ji dil guh bidin wî.
Çima lazim e ku em ser serhatiyên xizmetkarên Xwedêye berê bifikirin? (Binihêre abzasa 15)
15. (a) Kitêba Pîroz çawa nîşan dike ku Yehowa bona me xem dike? (b) Ser şikil, keçika biçûk, birê cahil û xûşka emirda mezin, derheqa kîjan xizmetkarên Xwedê, kûr difikirin? (Destpêbûn 39:1, 10-12; 2 Padşatî 5:1-3; Lûqa 2:25-38)
15 Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa bona me xem dike. Gelo çawa? Xebera wîda, gelek serhatiyên kesên, ku hestên wan mîna hestên me ne, hatine nivîsarê. Em dikarin halê wan rind fem bikin, çimkî ewana jî xût merivne “mîna me” bûn (Aqûb 5:17). Yehowa bona merivên mîna me xem dikir, û alî wan dikir. Ji vê yekê em dikarin zelal fem bikin, ku Yehowa çiqas dilşewat û “rem e” (Aqûb 5:11).
16. Gava em Kitêba Pîrozda serhatiyên kesên ku şaşî kirine dixûnin, em derheqa Yehowa çi hîn dibin? (Îşaya 55:7)
16 Kitêba Pîroz bi cûrekî din jî nîşan dike, ku Yehowa me hiz dike. Nivîsarên Pîroz dibêjin ku gava em şaşiya dikin, Yehowa terka me nade. Îsraêliya dîsa û dîsa ber Yehowa gune dikirin. Lê gava wana ji dil tobe dikir, Xwedê dibaxşande wan (Bixûne Îşaya 55:7). Xizmetkarên Xwedê yên qirna yekêda jî zanibûn, wekî Xwedê wana gelekî hiz dike. Ji bîna ber Xwedê, Pawlosê şandî xûşk-birara gotibû, wekî ewana mêrekî ku gunê giran kiribû, bibaxşînin û li ber dilê wîda bên, çimkî ewî tobe kiribû (2 Korintî 2:6, 7; 1 Korintî 5:1-5). Belê, çiqas baş e ku Yehowa pişta xwe nade xizmetkarên xwe, yên ku şaşî kirine! Dewsa vê yekê, ew ji dil alî wan dike, wana rast dike û dixwaze ku ewana dîsa bibine dostên wî. Ewî soz daye ku wê îro jî hindava gunekarada rema xwe bide kifşê, yên ku tobe dikin (Aqûb 4:8-10).
BONA PÊŞKÊŞA XWEDÊ RAZÎ BE
17. Kitêba Pîroz çima pêşkêşeke gelek qîmet e?
17 Yehowa pêşkêşeke gelek qîmet daye me. Gelo Xebera wî çira haqas qîmet e? Ça em pêhesiyan, Kitêba Pîroz bîlanî, heqî û hizkirina Xwedê mera eşkere dike. Ev kitêb nîşan dike, ku Yehowa dixwaze em wî diha baş nas bikin û bibine dostên wî.
18. Em çawa dikarin şêkirdariya xwe bona Xebera Xwedê nîşan kin?
18 Gerekê em bîr nekin, ku Kitêba Pîroz pêşkêşa ji Yehowa Xwedê ye (Aqûb 1:17). Lema jî em dixwazin hertim şêkirdariya xwe bona Xebera wî nîşan bikin. Gelo çawa? Em dikarin her roj xeberên wîye pîroz bixûnin û li ser wan kûr bifikirin. Hergê em usa bikin, em dikarin bawer bin, ku Nivîskarê esilî yê Kitêba Pîroz, wê xîreta me kerem ke û alî me bike ku em zanebûna Xwedê bivînin (Metelok 2:5).
KILAMA 98 Nivîsar ji Bîna ber Xwedê ye
a Kitêba Pîroz alî me dike, wekî em nêzîkî Yehowa bin. Em dikarin ji Kitêba Pîroz derheqa bîlanî, heqî û hizkirina Xwedê çi pêbihesin? Tiştên ku emê hîn bin, wê alî me bikin, wekî em Xebera Xwedê diha zêde bişêkirînin û fem bikin, ku Kitêba Pîroz pêşkêşa Bavê meyî ezmana ye.