Gelo bi Rastî Merî wê ji Mirinê Rabin?
Çi hûnê bêjin . . .
erê?
na?
dibek?
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE
“Hemû heq û neheqê ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15).
SEVA WE EV ÇI TÊ HESABÊ
Çaxê merivên weyî nêzîk dimirin berdilî heye (2 Korintî 1:3, 4).
Hûn ji mirinê natirsin, hûn ji vê tirsê aza dibin (Îbranî 2:15).
Baweriya we heye, ku hûn miriyên xweyî nêzîk bivînin, çaxê ewana ji mirinê rabin (Yûhenna 5:28, 29).
LÊ GELO EM DIKARIN ÎTBARIYA XWE KITÊBA PÎROZ BÎNIN?
Belê, û seva vê yekê sê menî hene:
Xwedê Kaniya jîyînê ye. Kitêba Pîrozda ser Yehowa Xwedê tê gotinê, ku ew, “emir, bînê û her tiştî dide hemûya” (Karên Şandiya 17:24, 25; Zebûr 36:9). Dêmek, Kesê ku emir daye hemû bînbera, dikare miriya jî mirinê rake.
Wedê berê, Xwedê mirî ji mirinê radikirin. Kitêba Pîrozda heyşt meselên wan meriya tê gilîkirinê, yên ku ser erdê ji mirinê hatine rakirinê. Ji wana hinek teze miribûn, lê yek ji wan îda çar roj bû ku miribû. Û nava wanda him cahil him jî yên emirda mezin hebûn! (Yûhenna 11:39-44)
Xwedê dixwaze dîsa emir bide meriya. Yehowa Xwedê mirinê nefret dike, û ça dijmin hesab dike (1 Korintî 15:26). Xwedê dixwaze bi alîkariya saxkirinê evî dijminî kuta ke. Xwestina wî ew e, ku dîsa emir bide wan meriya, yên ku bîra wîda nin. Ew usa jî hizret e ku ewana dîsa ser erdê bijîn (Îbo 14:14, 15).
DERHEQA VÊ YEKÊ BIFIKIRIN
Çira em kal-pîr dibin û dimirin?
Ji Kitêba Pîroz hûn dikarin caba vê pirsê bistînin DESTPÊBÛN 3:17-19 û ROMAYÎ 5:12.