KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • hf serê 9 rûp. 29-31
  • Malbetno, Tevayî Yahowara Qulix kin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Malbetno, Tevayî Yahowara Qulix kin
  • Malbeta We Dikare Bextewar be!
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • 1 HELEQETIYA XWE TEVÎ YAHOWA QEWÎ KIN
  • 2 ŞABÛNÊ BIVÎNIN JI QULIXKIRINA TEVÎ MALBETÊ
  • Çi ye Qulixkirina Tevî Malbetê?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Hebandina Rast Wê Şabûna Te Zêde Bike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Heleqetiya Te Tevî Yahowa Çiqas Rêalî ye?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Alî Malbeta Xwe Bike ku Yehowa Bîr Nekin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
Hê Zêde Binihêre
Malbeta We Dikare Bextewar be!
hf serê 9 rûp. 29-31
Mêr û jin tevay Kitêba Pîroz hîn dibin

SERÊ 9

Malbetno, Tevayî Yahowara Qulix kin

“Serê xwe ber wî daynin, yê ku erd û ezman, ... efirandine” (Eyantî 14:7).

Çawa hûn ji vê broşûrê pêhesiyan, di Kitêba Pîrozda gelek prînsîp hene, yêd ku dikarin alî we û malbeta we bikin. Yahowa dixwaze wekî hûn bextewar û şa bin. Ew soz dide, ku hergê hûn qulixkirina xwe daynin ciyê pêşin di emirê xweda, hingê “ew hemûyê wera bêne dayînê” (Metta 6:33). Xwedê bi rastiyê jî dixwaze wekî hûn bibine dostê wî. Lema jî her mecalekê bidine xebatê, seva ku dostiya xwe tevî Xwedê hê mezin kin. Bi rastiyê jî seva benda ev qedirekî çiqas mezin e (Metta 22:37, 38).

1 HELEQETIYA XWE TEVÎ YAHOWA QEWÎ KIN

Mêr û jin tevay dannasîn dikin

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: Yahowa dibêje: “Bibime Bavê we, hûnê jî bibine kur û qîzêd min” (2 Korintî 6:18). Xwedê dixwaze wekî hûn bibine dostê wîyî nêzîk. Û duakirin ev mecalek e, ku nêzîkî Xwedê bin. Yahowa we teglîf dike, ku “her gav dua bikin” (1 Têsalonîkî 5:17). Ew dixwaze nêt-meremêd dilê we û derdêd we pêbihese û bibihê (Fîlîpî 4:6). Çaxê hûn tevî malbeta xwe dua bikin, ewana wê bivînin ku Xwedê seva we çiqas yekî zêndî ye.

Xêncî vê yekê, seva ku tevî Xwedê xeber din, wera lazim e wekî usa jî guh bidine wî. Hûn dikarin evê yekê bikin, hergê Xebera wî û edebyetêd ku li ser hîmê Kitêba Pîroz in, hîn dibin (Zebûr 1:1, 2). Çi ku hûn pêdihesin, derheqa van tişta dişirmîş bin (Zebûr 77:11, 12). Seva ku guh bidine Xwedê, ev usa jî tê hesabê ku gerekê her tim li ser civata jî hazir bin (Zebûr 122:1-4)

Dîsa mecaleke ferz heye, bi saya çi jî hûn dikarin heleqetiya xwe tevî Yahowa qewî kin. Dêmek çaxê tevî meriya derheqa Xwedê xeber didin. Çiqas hê zêde hûnê evê yekê bikin, haqas hê zef hûnê texmîn kin ku nêzîkî Xwedê dibin (Metta 28:19, 20).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Her roj wede bivînin, seva ku Kitêba Pîroz bixûnin û dua bikin

  • Pêşiya wedederbazkirinê û hêsabûnê, hertim şixulêd ruhanî li ser ciyê ewlin daynin

2 ŞABÛNÊ BIVÎNIN JI QULIXKIRINA TEVÎ MALBETÊ

Malxê malê hazir dibe, û paşê gişk şa dibin bi qulixkirina tevî malbetê

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8). Bernema we gerekê hebe, seva ku hûn bikaribin her gav ewê bidine xebatê, wekî qulixkirina tevî malbetê derbaz kin (Destpêbûn 18:19). Lê hê zêde tişt dîsa lazim in. Xwedê gerekê pareke ji emirê weyî her rojî be. Lema jî heleqetiya malbeta xwe tevî Xwedê qewî kin. Dêmek derheqa wî xeber din “gava mala xweda rûniştî bî, yan rêda bî, yan paldayî bî yan radibî” (Qanûna Ducarî 6:6, 7 PKM). Bira nêta we mîna nêta Yêşûa be, yê ku got: “Lê belê ez û maliyên xwe, emê ji Xudanra qûlitiyê bikin!” (Yêşûa 24:15).

ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:

  • Bernama hînbûnêye usa hazir kin, wekî hewcêd her neferêd mala xwe hildin hesab ku wanara hewas be jî

Dê bona zara xweye biçûk dixûne; malbet rola dilîzin ji serhatîke Kitêba Pîroz; bav hîn dibe tevî qîza xwe

QULIXKARÊD YAHOWAYÎ BEXTEWAR

Ji vê baştir tu tişt tune ku Yahowa Xwedêra qulix kin. Ew pir şa ye, çaxê divîne ku hûn malbeta xweva bi dil-can wîra qulix dikin. Çaxê hûn hema usa jî dikin, hezkirina we hindava wî pêşda tê, û hûn destpêdikin hê zêde çev bidine wî (Marqos 12:30; Efesî 5:1). Hergê di zewaca xweda hûn cî didine Xwedê, ev yek dikare heleqetiya we ça mêr û jin hê qewî ke (Waîz 4:12; Îşaya 48:17). Tu û malbeta te dikarin heta-hetayê bextewar bin, çimkî “Xudan Xwedêyêd te tu bimbarek kirî” (Qanûna Ducarî 12:7, PKM).

JI XWE BIPIRSE . . .

  • Kengê cara paşin min tevî mêr yan jina xwe dua kiriye?

  • Çi ez dikarim tevî malbeta xwe hîn bim, seva ku baweriya me her kesî hindava Yahowa hê qewî be?

RÊBERÎ BONA MALXÊ MALÊ

  • Ji aliyê xweda hemû tiştî bikin, seva ku tu tişt riya we negire, wekî qulixkirina tevî malbetê hertim derbaz kin

  • Neferêd malbeta xwera pêşda bêjin derheqa wê gotarê, ya ku hûnê careke din şêwir bikin, seva ku ewana bikaribin xwe hazir kin

  • Derheqa wê yekê jî xem bikin, hela hemû neferêd malbeta we hatine li ser qulixkirina tevî malbetê

  • Hemû tişt usa bikin, wekî ev qulixkirin bi edilayî derbaz be, û wekî her kesî xweş bê

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin