Pêşgotin
Di van rojêd çetinda, çaxê zewac û malbet halekî giranda nin, gelo diqewime ku malbet bextewar bin? Rast e îro çetin e usa bikin ku di malbetêda hemû tişt pir baş be, lê yeke ev dibe. Ev broşûr ne ku tenê rêberiyê dide, ku çi û ça lazim e bikin, lê vir prînsîpêd Kitêba Pîroz têne dayînê û şîretêd kêrhatî seva cutêd zewicî. Hergê hûn van şîreta bidine xebatê, hingê malbet û zewaca we wê bextewar be.