Kilam 138
Navê Te Yahowa ye
(Zebûr 83:18)
- Xwedayê sax û zor, - Tu Efirandarê me yî. - Hemû zemanada tu, - Timê Yahowa yî. - Em pir qîmet dikin, - Ku em cimeta te ne, - Nava miletada, em - Pîroz kin navê te. - (LÊWEGERANDIN) - Yahowa, Yahowa, - Mîna te kes tune. - Ser erdê yan ser ezmana, - Xwedayê mîna te, - Tenê tu yî Bavê Himzor, - Gere gişk bizanbin. - Yahowa, Yahowa, - Tu tenê yî Xwedayê me. 
- Mera çi lazim e, - Tu dikarî pêk bînî. - Çimkî zanin wekî tu, - Timê Yahowa yî. - Te nav danî ser me, - Wekî em Şedêd te ne. - Em gelek şa dibin ku, - Navê te ser me ye. - (LÊWEGERANDIN) - Yahowa, Yahowa, - Mîna te kes tune. - Ser erdê yan ser ezmana, - Xwedayê mîna te, - Tenê tu yî Bavê Himzor, - Gere gişk bizanbin. - Yahowa, Yahowa, - Tu tenê yî Xwedayê me. 
(Usa jî binihêre 2 Dîr. 6:14; Zeb. 72:19; Îşa. 42:8.)