KILAMA 79
Wana Hîn kin ku Qewî Bisekinin
- 1. Em şa ne hîn kin berxên Xwedê, - Û wana qewî bikin. - Bavê me dide wan rêberyê, - Ewana rya rastda nin. - (LÊWEGERANDIN) - Xwedê guh bide duayê me, - Hîvî dikin wana xwey ke. - Bi navê Kurê xwe Mesîh: Tu wan xwey kî; - Her kes ji wan bibe qewî. 
- 2. Çaxê ew rastî kul-derda tên, - Em dua dikin bo wan. - Kifş dikin bi dil xemkirinê, - Em qewat didin wana. - (LÊWEGERANDIN) - Xwedê guh bide duayê me, - Hîvî dikin wana xwey ke. - Bi navê Kurê xwe Mesîh: Tu wan xwey kî; - Her kes ji wan bibe qewî. 
- 3. Bira gişk bi dil bawer bikin, - Yehowa û Kurê wî. - Sebir kin û gura wan bikin, - Û bijîn hûn her-heyî. - (LÊWEGERANDIN) - Xwedê guh bide duayê me, - Hîvî dikin wana xwey ke. - Bi navê Kurê xwe Mesîh: Tu wan xwey kî; - Her kes ji wan bibe qewî. 
(Usa jî binihêre Lûqa 6:48; Kar. Şand. 5:42; Fîlî. 4:1).