KILAMA 81
Jîyîna Pêşenga
Ya Neşirkirî
	(Waîz 11:6)
- 1. Li serê sibehê, çaxê ro radibe, - Xewa me carna tê, - lê em dîsa diçin xizmetê. - Bo meriya, her derê, disekinin timê. - Hinek guh didin me, - hinek na, lê em xizmet dikin. - (LÊWEGERANDIN) - Jîyana me ev e; - Bo Yehowa dijîn. - Ew çi bixwaze emê bikin. - Xebata me pir e, - Ber tevê, baranê. - Usa em dibêjin ku em te: “Hiz dikin”. 
- 2. Êvarê karê me, îda xilaz dibe, - Çiqas westiya ne jî, - dilê me gelekî, şa dibe. - Bi hemû dilê xwe, spas dikin Yehowa, - Emrê me pir xweş e, - Yehowa her roj tevî me ye. - (LÊWEGERANDIN) - Jîyana me ev e; - Bo Yehowa dijîn. - Ew çi bixwaze emê bikin. - Xebata me pir e, - Ber tevê, baranê. - Usa em dibêjin ku em te: “Hiz dikin”. 
(Usa jî binihêre Yêşû 24:15; Zeb. 92:2; Rom. 14:8).