KILAMA 141
Emir Keremeta Mezin e
Ya Neşirkirî
	(Zebûr 36:9)
- 1. Zara teze bûyî, ava baranê, - Çenge genim, şînkayî, şewqa tevê, - Ew her tişt Xwedê pêşkêş daye me - Pesna didin navê Xwedê, em razî ne. - (LÊWEGERANDIN) - Hindava pêşkêşa em gere ça bin? - Hertim hiz bikin Yehowa, û wî razî bin. - Çi jî ku em bikin yeke hêja nîbin. - Ew pêşkêş e bo me, keremeta mezin. 
- 2. Hene merî, ku dest berjêr dikin, - “Pişta xwe bidne Xwedê”, ew dibêjin. - Em wan xebera naynin îtbarî. - Şikrî didin navê Xwedê li her senî. - (LÊWEGERANDIN) - Hindava pêşkêşa em gere ça bin? - Her meriya gere hiz bikin û wan qîmet kin. - Çi jî ku em bikin yeke hêja nîbin. - Pêşkêş e emrê me, keremeta mezin. 
(Usa jî biniherê Îb. 2:9; Zeb. 34:12; Waîz 8:15; Met. 22:37-40; Rom. 6:23).