Kilam 152
Bawerî, Îtbarî û Hewara me Xwedê ye
(Metelok 14:26)
- Yehowa em zef te razî ne, - te da me bawerî. - Xwezil her meriv guh bide - bona wê hewarî. - Wê dinêda gelek çetin e. - Lê bi saya baweryê, - dilê kêda terîstan e - tu bide ronayê. - (LÊWEGERANDIN) - Bawerî, Îtbarî - û hewara me, - Xwedê em te pir hiz dikin. - Çaxê em hîn dikin - tirsa me tune. - Em Îtbariya xwe te tînin. 
- Çaxê em nav tengasyada bûn, - te alî me dikir. - Dixwazin tucar bîr nekin - qencya te pir mezin. - Ew her tişt me pir qewî dikin. - Agir dilê meda ne, - û bi eşqa dil dixwazin, - Navê te pîroz be. - (LÊWEGERANDIN) - Bawerî, Îtbarî - û hewara me, - Xwedê em te pir hiz dikin. - Çaxê em hîn dikin - tirsa me tune. - Em Îtbariya xwe te tînin. 
(Usa jî binihêre Zeb. 72:13, 14; Metlk. 3:5, 6, 26; Yêrem. 17:7.)