KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 9 rûp. 28-rûp. 29 abz. 1
  • Kurê Hizret!

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kurê Hizret!
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Sera, Dayka Gelek Padşa
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • “Tu Jineke Berbiçeve Bedew î”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Xwedê Baweriya Birahîm Dide Cêribandinê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Birahîm û Serayê Gura Xwedê Kirin
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 9 rûp. 28-rûp. 29 abz. 1
Sera hindurê konda sekinî bû û her tiştî dibihîst çi ku melek digotine Birahîm

DERSA 9

Kurê Hizret!

Birahîm û Sera îda gelek sal zewicî bûn. Ewana mala xweye bedew şeherê Ûrda hîştin û çadirada dijîtin. Seva wê yekê Serayê nedikire kute-kut, çimkî ewê baweriya xwe Yehowa dianî.

Serayê gelek dixwest, wekî zarên wê hebin, lema jî ewê gote Birahîm: “Hergê cariya min Hacerêra zar bibe, dêmek ew wê çawa zara min be”. Wede derbaz bû û Hacerêra zar bû. Navê wî danîn Îsmayîl.

Sera hemle ye

Çend sal şûnda, çaxê Birahîm 99 salî bû, lê Sera 89 salî bû, sê mêr hatine mala wan. Birahîm wana teglîfî mala xwe kir, wekî binê baxda rûnên û hêsa bin, ewî destpêkir sifrê wanara rast ke. Tu zanî ew sê mêr kê bûn? Ew melek bûn! Wana gote Birahîm: “Saleke din wan çaxa, kurek wê tera bibe”. Sera hindurê konda sekinî bû û xeberên wan dibihîst. Ew ber xweda keniya û got: “Gelo rastî ezê wî emirê xweyî mezinda zar bînim? Ne ez îda pîr bûme!”

Saleke din Serayêra kur bû, çawa ku Yehowa piştî melekê xwe soz dabû. Birahîm wî nav kir Îshaq, çi ku tê hesabê “Ken”.

Gava Îshaq pênc salî bû, Serayê dît, wekî Îsmayîl qerfê xwe Îshaq dike. Serayê xwest kurê xwe ji wî xwey ke, lema jî çû bal Birahîm û gote wî, wekî ew Hacerê û kurê wê Îsmayîl ji mal derxe. Serîda Birahîm nedixwest usa bike. Lê Yehowa gote Birahîm: “Guh bide Serayê. Ezê bona Îsmayîl xem bikim. Lê ew sozê ku min daye te wê ser Îshaq bê sêrî”.

Sera Îshaq girtiye heta ku Hacer û Îsmayîl diçin

“Bi baweriyê Birahîm, ku zanibû Serayê zar nedanî, ewê qewata berê zika stand û . . . Zarek wîra bû. Çimkî bawer kir, ku yê wîra soz daye amin e” (Îbranî 11:11).

Pirs: Serayê çi bihîst ji wan meleka, yên ku tevî Birahîm xeber didan? Çi cûre Yehowa Îshaq xwey kir?

(Destpêbûn 16:1-4, 15, 16; 17:25-27; 18:1-15; 21:1-14; Îbranî 11:11).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin