KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 35 rûp. 86-rûp. 87 abz. 1
  • Hanna Dua Dike ku Jêra Kur Bibe

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hanna Dua Dike ku Jêra Kur Bibe
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Bira Yehowa Berdiliyê Bide Te
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Gedekî Biçûk Xwedêra Qulix Dike
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Duada Dilê Xwe Yehowara Veke
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
  • Yehowa Hêsirên Çevên Te Divîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Hê Zêde Binihêre
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 35 rûp. 86-rûp. 87 abz. 1
Hanna Samûyêlê biçûk anî bal Elî konê pîrozda

DERSA 35

Hanna Dua Dike ku Jêra Kur Bibe

Bal mêrekî Îsraêlî, navê kîjanî Elkana bû, du jin hebûn, Hanna û Pênîna. Ewî Hanna hê zêde hiz dikir. Gelek zarên Pênînê hebûn, lê Hanna bêzuret bû, lema jî Pênîna her gav ser wê dikeniya. Her sal Elkana tevî malbeta xwe diçûne Şîlo, wekî konda serê xwe ber Yehowa daynin. Carekê çaxê ewana wêderê bûn, ewî texmîn kir, wekî jina wîye hizkirî medekirî ye. Ewî gote wê: “Hanna, lava dikim, negirî. Ne ez kêleka te me, ez te hiz dikim”.

Wede şûnda Hanna çû, wekî dua bike. Ew kele-kel digiriya û duada pê hêsira alîkarî ji Yehowa dixwest. Ewê soz da û got: “Yehowa, hergê tu kurekî bidî min, ezê wî tesmîlî te bikim û ewê temamiya emirê xwe tera xizmet ke”.

Elîyê Serekkahîn dibîne ça Hanna wedê dua digirî

Çaxê Elî Serekkahîn dît, wekî Hanna dike birme-birm, ewî tirê ew vexwarî ye. Hannayê gote wî: “Na, axayê min, ez vexwarî nînim. Derdekî minî giran heye, û ez Yehowara derheqa derdê xwe gilî dikim”. Elî fem kir, wekî ew nerast bû, lema jî gote wê: “Bira Xwedê bide te ew, çi ku tu ji wî dixwazî”. Dilê Hannayê rihet bû û ew paşda vegeriya mal. Paşî vê yekê salek jî temam nebû, kur jêra bû û navê wî danîn Samûyêl. Tu dikarî bidî ber çevê xwe, Hanna çiqas şa dibû?

Hannayê derheqa sozê xwe bîr nekir, ya ku ewê Yehowara dabû. Gava Samûyêl ji şîr hate qetandinê, ewê wî bire konê pîroz, wekî ew Xwedêra xizmet ke. Ewê gote Elî: “Ewa ye ew zarok, kîjan min ji Yehowa lava dikir. Ez wî tesmîlî Yehowa dikim”. Her sal Elkana û Hannayê serîk Samûyêl dixistin û kincên teze wîra dianîn. Yehowa, Hanna kerem kir bi wê yekê, ku dîsa sê kur û du qîz da wê.

“Bixwazin hûnê bistînin, bigerin hûnê bibînin” (Metta 7:7).

Pirs: Çira Hanna dilşkestî bibû? Çawa Yehowa Hanna kerem kir?

(1 Samûyêl 1:1–2:11, 18-21).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin