KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 55
  • Gedekî Biçûk Xwedêra Qulix Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gedekî Biçûk Xwedêra Qulix Dike
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Samûyêl Dikir Ew, Çi ku Rast bû
    Zarên Xwe Hîn kin
  • Yehowa Tevî Samûyêl Xeber Dide
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Hanna Dua Dike ku Jêra Kur Bibe
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 55

Serhatî 55

Gedekî Biçûk Xwedêra Qulix Dike

EV GEDÊ biçûk çiqas xas e, usa nîne? Navê wî Samûyêl e. Lê mêrê destê xwe daniya ser serê wî, Elî ye, ew di Îsraêlêda kahînê pêşin e. Lê ewêd ku wî anîne ber Elî, dê bavê wî ne. Navêd wan Hanna û Elkana ye.

Samûyêl hê weke çar-pênc salî bû. Lê ew gerekê di konê Yahowada tevî Elî û kahînêd dinê bima. Lê gelo çira Hanna û Elkana zareke usa biçûk gerekê bihîşta di konê Yahowada seva qulix kirinê? Werên pêbihesin.

Weke çend sala pêşda Hanna gele berxwe diket. Çimkî ewê gele dixwest ku zareke wê hebe lê ew bêzuret bû. Derbekê çaxê Hanna hatibû ber konê Yahowa, ewê dua kir: “Ya Yahowa, aliyê minda binihêre, min bîr neke! Hergê tu kurekî minra bidî, soz didime te ezê wî tesmîlî te bikim, ku temamiya emirê xwe di konê teda tera qulix ke”.

Yahowa duayê wê bihîst û çend meha şûnda wêra Samûyêl hate bûyînê. Hanna kurê xweyî biçûk gele hez dikir, û ewê destpêkir zara xwe ji biçûktayêda derheqa Yahowa hîn bike. Ewê gote mêrê xwe: “Hema ça kurê me Samûyêl ji şîr biqete û hinekî mezin be, ezê wî bivim di konê Yahowada, ku wîra qulix ke”.

Ahan li ser şikil tê kivşê ku wana usa jî kir. Samûyêl jî bi şabûnva qayîl bû di konê Yahowada qulix kira, çimkî ew ji dê-bavê xwe gele rind hate hînkirinê. Dê-bavê wî jî her sal dihatine ber konê Yahowa ku li wir serê xwe ber Xwedê daynin, û hin jî serîkî kurê xwe xin. Lema jî her sal ça ewana dihatine kon, Hanna seva Samûyêl kincê serda ye mil-kin dianî, yê ku xwexa didrût.

Wede derbaz dibû Samûyêl di konê Yahowada qulixkirina xwe derbaz dikir. Yahowa û cimet, gele wî hez dikirin. Lê du kurê Elî hebûn. Navêd wan Hofnî û Fînehas bû. Ewana meriyêd xirav bûn yê ku gele tiştê nerast dikirin, û hin jî meriya dil dikirin ku ewana gura Yahowa nekin. Seva şixulê wane nerast Elî gerekê kurêd xwe ji kahîntiyê derxista, lê ewî usa nekir.

Rast e di konê Yahowada şixulê xirav diqewimin, lê yeke ev Samûyêl nedida sekinandinê, ku bi dil û can Yahowara qulix ke. Merî yê ku bi rastiyê Yahowa hez dikirin, hinek bûn, lema jî îda gele wede Yahowa tu kesîra ji meriya xever nedida. Lê were em binihêrin çi diqewime çaxê Samûyêl hinekî mezin dibe.

Carekê çaxê Samûyêl di konêda raza bû, nişkêva dengekî ew hişyar kir. Samûyêl cava xwe da: “Ez vir im”. Ew radibe, direve cem Elî û divêje: “Te gazî min dikir, va ez hatim”.

Lê Elî divêje: “Na, min gazî te nedikir. Here palde”. Samûyêl jî çû ku razê.

Cara duda deng dîsa gazî dike: “Samûyêl!” Samûyêl radibe, diçe bal Elî û divêje: “Te gazî min dikir, ahan ez hatim”. Lê Elî jêra got: “Min gazî te nedikir lawo. Here palde”. Samûyêl çû nav ciyê xwe raza.

“Samûyêl!” cara sisiya deng gazî kir. Samûyêl dîsa derbekî radibe, diçe bal Elî û divêje. “Ez vir im, hatim, çimkî te gazî min kir”. Ahan, niha îda Elî fem kir ku ev Yahowa gazî Samûyêl dike. Lema jî ew divêje Samûyêl: “Here palde, û hergê deng dîsa derbekî gazî te bike, tu gerekê bêjî: ‘Ya Xwedayê min Yahowa, bêje, qulixçyîê te dibihê’ ”.

Paşê, çaxê deng dîsa gazî Samûyêl kir, ewî cava xwe hema usa da, ça Elî jêra got. Niha Yahowa divêje Samûyêl ku du kurê Elî, Hofnî û Fînehas seva şixulêd xweye nerast wê bêne dîwan kirinê. Wede şûnda Hofnî û Fînehas di nav şerê tevî Filistîana dimirin, û çaxê Elî ev yek bihîst ew ket, stûyê xwe şkênand û mir. Usa sozê Yahowa hate serî.

Samûyêl mezin dibe û kivş dibe ça kahînê paşin di Îsraêlêda. Lê çaxê ew îda emirê xweda mezin bû cimetê gote wî: “Mera padşakî kivş ke ku ew serwêrtiyê li ser me bike”. Samûyêl nedixwest ev yek bikira, çimkî bi rastiyê Yahowa padşayê wan e. Lê Yahowa divêje Samûyêl ku ew gerekê gura cimetê bike û hema usa jî bike.

1 Samûyêl 1:1-28; 2:11-36; 4:16-18; 8:4-9.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin