PARA 4
Ji padşê Îsraêlê pêşin heta dîltya li Babîlonê
Padşê Îsraêlê pêşin Şawûl bû. Lê Yahowa ji wî qayîl nîbû û dewsa wî Dawid da kivş kirinê ça padşa. Di para çarada derheqa Dawid emê gele tişt pêbihesin. Emê pêbihesin ça ewî çaxê hê cahil bû, tevî eskerê terikî bi navê Golyat şer kiribû. Paşê ça ew ji Şawûlê hevsûd direve, û ça Abîgaîla serwaxt nehîşt ku Dawid neheqiya bike.
Emê usa jî gele tişt derheqa kurê Dawid Silêman pêbihesin, yê ku paşî Dawid bû padşa. Her yek ji sê padşêd Îsraêliye pêşin, weke 40 salî padşatî kirin. Paşî mirina Silêman Îsraêl li ser du padşatiya parçe bû. Li ser padşatiya 10 bereka û du bereka.
Padşatiya 10 bereka, dêmek Îsraêl, 257 sala padşatî kirin, lê paşê aşûriya wana zeft kirin. Paşwextiyê, çaxê weke 133 sal derbaz bûn, padşatiya du berekêd Cihûda û Binyamîn jî hate hilşandinê. wî çaxî îsraêliya birin li Babîlonê dîltî. De xwandkarêd xwera bêjim di Para ÇARADA gele serhatiyêd hewas hene, yê ku nava 510 salê terîxiyê qewimîn.