KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 48 rûp. 116-rûp. 117 abz. 1
  • Kurê Jinebî Hate Saxkirinê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kurê Jinebî Hate Saxkirinê
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Êlyas, Tirs û Tenêbûn li ser Xwe Texmîn Kiriye
    Zarên Xwe Hîn kin
  • Yehowa Êlyas Qewat Dike
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 48 rûp. 116-rûp. 117 abz. 1
Êlyas gazî jinebiyê dike, ya ku dara top dike

DERSA 48

Kurê Jinebiyê Hate Saxkirinê

Kûpê ar û rûn

Çaxê Îsraêlêda bêbaranî bû, Yehowa Êlyasra got: “Here Sereptê. Wêderê jinebîk wê xwarinê bide te”. Ber derê şeher Êlyas jineke kesîb dît, ya ku dar top dikir. Ewî av ji wê xwest. Ew kulfet çû avê wîra bîne, lê heta ew diçû Êlyas kire gazî û got: “Lava dikim, hine nan jî bîne”. Lê jinebiyê got: “Nanê min tune. Bal min tenê hine ar û rûn maye, ewa wê ancax têra min û kurê min bike”. Êlyas gote wê: “Yehowa soz dide, hergê tu hine nan bona min bipêjî, ar û rûnê te wê kuta nebe, heta bêbaranî xilaz be”.

Jinebî çû mal û destpêkir, seva pêxemberê Yehowa nan bipêje. Wî wedê çetin mala jinebiyêda her gav xwarin hebû, çawa Yehowa soz dabû. Ar û rûnê wê xilaz nedibû.

Paşê ewê jinebiyê derdekî giran dît. Kurê wê gelek nexweş ket û mir. Ewê lava Êlyas kir, wekî alî wê bike. Êlyas zar ji destê wê hilda û bire otaxa jorê. Ewî zar danî ser cî-nivîna û destpêkir dua bike: “Yehowa, lava dikim, zarê sax ke”. Tu zanî çira ew yek wê ecêbmayî bûya, hergê Yehowa ew keremet bikira? Çimkî çawa em zanin, tu kes pêşda ji mirinê nehatibû saxkirinê. Hin jî jinebî û kurê wê Îsraêlî nîbûn.

Lê dîsa jî zarok hate saxkirinê! Êlyas gote jinebiyê: “Binihêre! Kurê te vegeriya jîyînê”. Dê gelek şa bû û gote Êlyas: “Niha ez zanim, wekî tu ji Xwedê hatî. Û her tişt, çi ku tu dibêjî ji Xwedê ye û ew têne sêrî”.

Êlyas zar anî bal dê

“Dîna xwe bidine qarqara, ne direşînin, ne didirûn û ne jî embar yan kîlerêd wan hene, lê Xwedê risqê wan digihîne. Hûn çiqasî ji teyreda qîmettir in” (Lûqa 12:24).

Pirs: Çawa jinebiya ji Sereptayê baweriya xwe hindava Yehowa da kifşê? Ji ku em zanin, wekî Êlyas bi rastî pêxemberê Xwedê bû?

(1 Padşatî 17:8-24; Lûqa 4:25, 26).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin