KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 57 rûp. 138-rûp. 139 abz. 1
  • Yehowa Yêremya Şande Xizmetiyê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yehowa Yêremya Şande Xizmetiyê
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Yêremiya Nedisekinî û Timê Derheqa Yahowa Xeber Dida
    Zarên Xwe Hîn kin
  • Mêrê Ku Neditirsiya
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Mêrxas be wek Yêremya
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2017)
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 57 rûp. 138-rûp. 139 abz. 1
Yêremya kûpê herî ber çevê rûspiya hûrdexweşî dike

DERSA 57

Yehowa Yêremya Şande Xizmetiyê

Yehowa Yêremya ça pêxember jibart, wekî ew Cihûdayêda şedetiyê bide. Xwedê gote wî, wekî ew gerekê şedetiyê bide û elamî wan ke, seva ku ewana kirên xweyî xirab biterikînin. Lê Yêremya got: “Yehowa, ne ez hê cahil im. Ez nizanim çawa ez gerekê tevî cimetê xeber dim”. Lê Yehowa gote wî: “Netirse. Ezê te hîn kim çi bêjî. Ezê alî te bikim”.

Yehowa gote Yêremya, wekî ew gazî rûspiya ke û ber çevê wan kûpê herî hûrdexweşî ke û bêje: “Orşelîm wê mîna wî kûpî hûrdexweşî be”. Gava Yêremya usa kir, rûspî gelek hêrs ketin. Kahînek, navê kîjanî Paşhûr bû, Yêremya xist û dest nigê wî qeydada şidand. Temamiya şevê Yêremya nikaribû xwe bivira-bianiya. Sibetirê Paşhûr Yêremya berda. Yêremya fikirî: “Ez usa nikarim. Ez gerekê îda şedetiyê nedim”. Gelo bi rastî Yêremya sist bû? Na. Çaxê ew hê kûr fikirî, ewî got: “Mizgîniya Xwedê çawa agir e dilê minda. Ez nikarim xwe ker kim”. Yêremya xizmetiya xwe neda sekinandinê.

Sal derbaz bûn û Cihûdayêda padşekî teze hate kifşkirinê. Ew yek, çi ku Yêremya digot, kahîn û pêxemberên derewra xweş nedihat. Wana gote serwêra: “Ew meriv hêjayî mirinê ye”. Lê Yêremya gote wan: “Rind bizanibin, hergê hûn min bikujin, hûnê merivê negunekar bikujin. Çimkî ez ne ku xeberên xwe dibêjim, lê xeberên Yehowa”. Hingê serwêra got: “Wî merivî gerekê nekujin”.

Yêremya berdewam dikir xizmet ke û serwêr gelek hêrs diketin. Wana gote padşa, wekî Yêremya bikuje. Padşa îzin da wan, wekî çi jî bixwazin, dikarin bînine serê wî. Wana Yêremya girt, avîtine bîra kûr û herî, û bawer bûn, wekî ewê wêderêda bimire. Yêremya hêdî-hêdî dikete nava heriyê.

Ededmelek û mêrên tevî wî Yêremya ji bîrê derdixin

Wezîrek, navê kîjanî Ededmelek bû, gote padşê: “Serwêra, Yêremya avîtine bîrê. Hergê wî dernexin, ewê birçîna bimire”. Padşa ferman da Ededmelek, wekî tevî xwe 30 mêrî hilde û Yêremya ji bîrê derxe. Ça me dît, Yêremya nehîşt, wekî tu tişt riya wî bigire Yehowara xizmet ke. Lê tu dixwazî wê yekêda çev bidî Yêremya?

“Bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin. Lê kî ku heta xilaziyê sebir ke ewê xilaz be” (Metta 10:22).

Pirs: Rast e Yêremya cahil bû, lê çira ewî dîsa jî gura Yehowa kir? Kê riya Yêremya digirt, wekî ew xizmet neke?

(Yêremya 1:1-19; 19:1-11; 20:1-13; 25:8-11; 26:7-16; 38:1-13).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin