Serhatî 74
Mêrê Ku Neditirsiya
HELA binihêre ça ev merî qerfê xwe mêrekî cahil dikin. Gelo ev mêr kî ye? Ew pêxemberekî Xwedê gele girîng e, û navê wî Yêremiya ye.
Yahowa kivş kir Yêremiya ça pêxember paşî wê yekê, ça Yoşiya destpêkir welat ji pûta temiz ke. Lê Yêremiya tirê ku ew hê cahil e ku bibe pêxember, lema jî Yahowa wî guman dike ku ew wê eseyî alî Yêremiya bike.
Yêremiya şîret dikir îsraêliya, wekî ewana ji kirêd xweyê nerast vegerin. Ewî digote wan: “Ew xudanêd ku miletêd dinêna li ber wan serê xwe datînin, xudanêd qelp in”. Lê geleka dewsa wê yekê ku Yahowara qulix kin, yeke serê xwe ber pûta datanîn. Gava Yêremiya digote wan ku Xwedê wê dîwana wan bike seva kirêd wane xirav, ewana qerfê xwe pê dikirin û pê dikeniyan.
Sal derbaz bûn û Yoşiya padşa mir. Sê meh şûnda kurê wî Yahoyakîm bû padşa. Yêremiya dîsa jî digote meriya: “Hergê hûn ji neheqiyêd xwe venegerin, Yahowa wê Orşelîmê hilşîne”. Kahîna jî Yêremiya girtin û destpêkirin li ser wî bikine qûjînî: “Tu ça giliyê usa divêjî, tu yê kuştinê yî”. Paşê wana gote mîrê Îsraêlê: “Yêremiya gerekê bê kuştinê, çimkî ew pêşberî şeherê me xever dide”.
Gelo niha Yêremiya wê çi bike? Ew yeke natirse! Ewî gote wan hemûşka: “Yahowa min şande cem we, wekî ev hemû tişt ez wera bêjim. Hergê hûn xwe rast nekin, Yahowa wê Orşelîmê hilşîne. Lê hergê hûnê min bikujin, bizanibin ku we merîkî ne neheq kuşt”.
Mîrê Îsraêlê hîşt ku Yêremiya bijî, lê cimet yeke ya xwe dikirin. Paşwextiyê Nebûkedneser padşê Babîlonê, bi şer derket pêşberî Orşelîmê. Xilaziyê ewî îsraêliya kire bin qolê xwe. Nebûkedneser hezar-hezara îsraêliya bire Babîlonê ça dîl. Teyê çi texmîn kira hergê meriyêd xerîb te bivirana welatekî dûr û nenas?
Yêremya 1:1-8; 10:1-5; 26:1-16; 2 Padşatî 24:1-17.