KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • my serhatî 75
  • Çar Gede Li Babîlonê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çar Gede Li Babîlonê
  • Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Têmên Mîna Wê
  • Çar Xort Yên ku Yehowara Amin man
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Kitêba Pîroz Derheqa Daniyêl Çi Dibêje?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Wana Serê Xwe Ber Pût Danenî
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Padşatî Ya ku wê Heta-Hetayê Be
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Serhatiyên Kitêba Pîroz
my serhatî 75

Serhatî 75

Çar Gede Li Babîlonê

NEBÛKEDNESER padşa hemû îsraêliyêd xwendî tevî xwe bire Babîlonê. Paşê ewî ji nav wan, hine gedê cahil jibart, yê ku ji hemûşka bedew û aqiltir bûn, û çar gedê usa tu dikarî li ser vî şikilî bivînî. Navê yekî Daniyêl e, yê dinênara jî babîloniya navê usa danîn: Şedrak, Meşak û Abed-Nego.

Nebûkedneser dixwest wan geda bida hînkirinê, wekî paşwextiyê ewana wîra qulix kin. Sê sal ewana gerekê bihatana hînkirinê û paşê nav wan ji hemûşka aqiltir wê bihatana jibartinê seva ku alî padşa bikin problêma safî kin. Padşa usa jî dixwest, wekî wedê hînbûnê ewana sihet-qewat bin û ser xwe bin. Lema jî Nebûkedneser ferman da, wekî xwarinê baş ji text-sifirê wî, bidine wan gedê cahilra.

Niha dîna xwe bide Daniyêl. Ew tevî serkarê temamiya xulamêd padşa xever dide, navê wî Aşkenaz bû. Daniyêl wîra divêje ku ew naxwaze wan xwarinêd biha ji text-sifirê padşa bixwe. Lema jî Aşkenaz bi eciz divêje: “Padşa xwexa îda qirar kir hûnê çi bixwin û çi jî vexwin. Lê hergê hûn ji gedêd dinê hê sist û ne sihet-qewat bêne xuyanê, padşa wê min bikuje”.

Lema jî Daniyêl îda diçe cem miqatçiyê xwe, yê ku Aşkenaz li ser wan kivş kiribû. Daniyêl gute wî: “Bi kerema xwe me nava 10 roja bicêribîne, tenê av û xwarinêd bi pincara û bê goşt bide me. Paşê me beramberî gedêd dinê bike, yê ku xwarina padşa dixwin, û tuyê bivînî kî ji me wê hê rind bê xuyanê”.

Miqatçî qayîl bû tevî Daniyêl, û gava 10 roj derbaz bûn Daniyêl û sê hevalêd wî, ji gedêd dinê hê sihet-qewat dihatin xuyanê. Lema jî miqatçî hîşt ku ewana dewsa xwarinêd padşa, dîsa jî xwarinê bê goşt û pincara bixwin.

Sê sal derbaz bûn û wan hemû geda birin ber Nebûkedneser. Padşa tevî wan hemûşka xever da û tê derxist ku Daniyêl û sê hevalêd wî ji hemûşka aqiltir in. Lema jî Nebûkedneser hîşt wana cem xwe, wekî alîkarî bidine wî. Daniyêl, Şedrak, Meşak û Abed-Nego, cava hemû pirsêd padşa û hemû çetinaya, ji aqilbendêd û keşîşêd padşa, 10 cara baştir dikaribûn safî kirana.

Daniyêl 1:1-21.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin