DERSA 60
Padşatî ya ku wê Heta-Hetayê be
Şevekê Nebûkedneser Padşa xewneke ecêb dît. Rûyê wê yekêda ew hişyar bû û nikaribû raza. Ewî gazî sêrbazên xwe kir û gote wan: “Xewna min, minra şirovekin”. Wana gote wî: “Padşayê me, xewna xwe mera gilî ke”. Lê Nebûkedneser gote wan: “Na! Hûn xwexa xewna min minra gilî kin, yanê na, ezê we bikujim”. Wana dîsa gote wî: “Tu mera gilî ke xewna xwe û emê meniya wê xewnê tera şirovekin”. Ewî gote wan: “Her kes ji we dixwaze min bixapîne. Bêjine min çi xewn min dît!” Ewana gotine padşê: “Tu kes nikare xewna te şiroveke. Tu tiştên nebûyî dewa dikî”.
Nebûkedneser usa hêrs ket, wekî ferman da, ku her mêrên sêrbaz û bîlan bêne kuştinê. Nava wan mêrada usa jî Daniyêl, Şedrak, Meşak û Abednego bûn. Hingê Daniyêl ji padşa hine wede xwest. Paşî wê yekê Daniyêl û sê hevalên wî, Yehowara dua kirin û alîkarî ji wî xwestin. Gelo Yehowa çi kir?
Yehowa xewna Nebûkedneser û meniya wî xewn-xeyalî Daniyêlra nîşan kir. Roja din, Daniyêl çû bal xulamê padşê û gote wî: “Tu kesî nekujin. Ezê xewna padşê şirovekim”. Xulamek Daniyêl bire bal Nebûkedneser. Daniyêl gote padşê: “Xwedê tera eyan kir derheqa axiriyê. Ew e xewna te, te heykelekî terikî bi serê zêr dît, sîng û destê wî ji zîv bûn, zik û hêtê wî ji sifir bûn, nigê wî ji hesin bûn û piyê wî ji hesin û heriyê bûn. Kevir ji çiya qetiya û piyê heykel ket. Heykel hûrdexweşî bû û bû toz-xalî, ya ku ba lêxist bir. Ew kevirê, ku ji çiyê qetiya, xwexa bû çiyakî mezin, û temamiya erdê girt”.
Paşê Daniyêl gote padşê: “Meniya wê xewnê ew e, wekî serê zêr tê hesabê padşatiya te. Para zîv tê hesabê padşatiya ku wê paşî te bê. Lê para sifir derheqa wî ye, kê wê bibe serwêrê dinyayê. Padşatiya din wê mîna hesin qewî be. Lê padşatiya paşin wê ji du para be, parek wê mîna hesin qewî be, lê para din wê mîna heriyê sist be. Ew kevir, kîjan bû çiyayekî mezin, tê hesabê Padşatiya Xwedê. Ewê hemû padşatiyên dinyayê bide hildanê û xwexa wê heta-hetayê serwêrtiyê bike”.
Nebûkedneser ber Daniyêl kete ser çoka û gote wî: “Xwedayê te ew xewn tera eyan kir. Tu Xwedêkî mîna wî tune ye”. Rast e serîda Nebûkedneser dixwest Daniyêl jî tevî hemû mêrên bîlan bikuşta, lê dewsê ewî, wî kire serwêrên wan û rêberiya cimeta Babîlonê da destê wî. Te dîna xwe da, çawa Yehowa caba duakirina Daniyêl da?
“Hingê wan ruha ew padşa civandine wî ciyî ku bi îbranî jêra Harmegedon tê gotinê” (Eyantî 16:16).