KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lfb dersa 67 rûp. 158-rûp. 159 abz. 1
  • Dîwarê Orşelîmê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Dîwarê Orşelîmê
  • Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Têmên Mîna Wê
  • Dîwarêd Orşelîmê
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
lfb dersa 67 rûp. 158-rûp. 159 abz. 1
Nehemiya rêberî da, wekî dîwarên Orşelîmê ava kin û nobedar kifş kir wekî miqatî wan bin

DERSA 67

Dîwarê Orşelîmê

Werên em ser çend sala paşda vegerin. Mêrekî Îsraêlî bi navê Nehemiya, xulamê padşê Artahşaşt bû. Ew Farisêda şeherê Şûşanda dijît. Birê Nehemiya ji Cihûdayê elametîke xirab wîra anî. Ewî got: “Ewên ku vegeriyane Orşelîmê, ketine qeziyê. Dîwar û dergehên şeher, kîjan Babîloniya wêran kir, hê nehatine avakirinê”. Nehemiya gelek dilteng bû. Ewî xwest here Orşelîmê, wekî alî cimeta xwe bike, û dua kir seva ku padşa wî berde.

Padşa texmîn kir, wekî Nehemiya medekirî ye û ji wî pirsî: “Min tu car te usa medekirî nedîtiye. Çi qewimî ye?” Nehemiya gotê: “Şeherê min, Orşelîm, wêrankirî ye, lema jî ez xemgîn im!” Padşa pirsî: “Çi tu dixwazî, wekî ez bona te bikim?” Nehemiya derbêra dilê xweda dua kir û paşê padşêra got: “Lava dikim, îzinê bide ez herim Orşelîmê, wekî dîwarên wê tezeda ava kim”. Artahşaşt padşa îzin da wî here û xem kir, wekî Nehemiya bê qezî bigihîje cî. Ewî usa jî Nehemiya kire serwêrê Cihûdayê û seva avakirina dergehên Orşelîmê, kênar da wî.

Gava Nehemiya hate Orşelîmê, ewî teseliya dîwarên dor-berê şeher kir. Paşê ewî hemû kahîn û serwêr top kir û gote wan: “Halê me xirab e. Em gerekê avakirinê destpêkin”. Gişk qayîl bûn û avakirin destpêkirin.

Hine dijmina destpêkirin qerfê xwe wana bikin û digotin: “Dîwarên we usa sist in, ku rûvî jî hêsa dikare hilşîne”. Lê Îsraêlî guh nedidane wan û berdewam dikirin dîwar ava kin. Roj bi roj wana dîwar hê dişidandin û bilind dikirin.

Hingê dijmina safî kirin ji cûre-cûre aliyava hicûmî ser wan kin. Gava Cihû derheqa wê yekê pêhesiyan, tirs kete dilê wan. Lê Nehemiya gote wan: “Netirsin, çimkî Yehowa tevî meye”. Nehemiya nobedara kifş kir, wekî miqatî wan bin, ku dijmin nikaribin hicûmî ser Îsraêlî kin.

Dîwar û dergehê şeher 52 rojada hate avakirinê. Nehemiya seva wê dereca mexsûs, hemû Lêwî top kirin. Nehemiya wana kire du koma. Ew du kom hilkişiyane ser dîwêr û destpêkirin dora şeher bizivirin, her du kom berbi hev diçûn. Wana boriyê, çengê û zengilê dixistin û Yehowara distiran. Ezra tevî komeke diçû, lê Nehemiya tevî yên din. Herdu kom paristgehêda rastî hev hatin. Cimet, dêmek mêr, jin û zar Yehowara qurban anîn û cejineke mezin kifş kirin. Dengê şabûna wan dûrva dihate bihîstinê.

“Qet çekên ku li dijî te hatine çêkirin, dê ji tu karî re nebe” (Îşaya 54:17).

Pirs: Çira Nehemiya çû Orşelîmê? Avakirina dîwarê Orşelîmê çiqas wext kişand?

(Nehemiya 1:1-11; 2:1-20; 4:1-23; 5:14; 6:1-19; 12:27-43).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin