Serhatî 83
Dîwarêd Orşelîmê
HELA binihêre li vir çi diqewime! Îsraêlî dîwarêd Orşelîmê ava dikin. Weke 152 sal pêşda, çaxê Nebûkedneser padşa Orşelîm zeft kir, ewî usa jî dîwarêd wî hilşandibû û deriyêd wî jî şewitandibû. Paşî wê yekê heta vê demê dîwarêd Orşelîmê ne hatibûn ava kirinê.
Lê bide hesavê xwe, bêyî dîwara, îsraêliya çawa xwe texmîn dikirin. Ewana bi tirs dijîtin, çimkî neyarêd wan hêsa dikaribûn biketana şeher û şerkirana tevî wan. Lê axiriya-axiriyê mêrek bi navê Nehemiya alî wan dike ku dîwara tezeda ava bikin. Lê gelo Nehemiya kî ye?
Nehemiya ji şeherê Sûsa ye, û ew îsraêlî ye. Tê bîra te ku Mordokay û Ester xanim jî ji Sûsa bûn. Nehemiya cem padşa qulix dike, lema jî Mordokay û Ester xanim seva wî nas bûn û nêzîk bûn. Lê Kitêba Pîroz divêje ku Nehemiya ne ku cem Ahaşwêroşê mêrê Ester qulix dikir, lê cem Artahşaşt, yê ku paşî Ahaşwêroş bû padşa.
Ça em îda pêhesiyan, Artahşaşt padşakî gele dilrem bû. Ewî gele pere da Ezra seva avakirina paristgeha Yahowa. Lê Ezra pêra negîhand ku dîwara jî ava bike. Werên em pêbihesin Nehemiya çawa ev şixul pêk anî.
Nehemiya ber padşa meygerî dikir, dêmek miqatî şerava padşa dibû. Ev şixuleke ferz bû, çimkî ew gerekê miqat bûya, wekî dijmin jerê nekine şeravê û padşa neyê kuştinê.
Paşî wê yekê ça Ezra pere seva avakirinê stand weke 13 sal derbaz bibû. Rojekê birê Nehemiya Hananî tevî çend mêra ji Orşelîmê hatibû, ku serîkî Nehemiya xe. Wana gilî kir Nehemiyara, wekî dîwarêd şeher tune ne û çiqa kul-derdê îsraêliya hene. Nehemiya gele berxwe ket û destpêkir derheqa vê yekê Yahowara dua bike.
Rojekê padşa dîna xwe dayê ku Nehemiya medekirî ye û wî pirsî: “Tu çira usa medekirî yî?” Nehemiya wîra gilî kir ku dîwarêd Orşelîmê tune ne û cimet jî nava kul-derda ye, lema jî ew berxwe dikeve. Hîngê padşa ji wî pirsî: “Lê xwestina te çi ye?”
Nehemiya gotê: “Bihêle ez herim Orşelîmê, wekî dîwarêd wî tezeda ava bikim”. Em zanin ku Artahşaşt gele baş bû, lema jî ewî hîşt ku Nehemiya here, lê serda jî alî Nehemiya kir û seva avakirinê dar dest xist. Hine wede şûnda Nehemiya hate Orşelîmê û hemû nêtêd xwe cimetêra gilî kir. Ev nêt dilê îsraêliya xweş hat û wana got: “Ka em avakirinê destpêkin”.
Gava dijminêd wan derheqa avakirinê pêhesiyan hêrs ketin û gotin: “Em gerekê herin û wana bikujin, û bi vê yekê avakirinê bidine sekinandinê”. Lê Nehemiya pêhesiya derheqa vê yekê. Ewî şûr û rim da xevatkarêd xwe gute wan: “Ji neyarêd xwe netirsin. Lê şer bikin tevî wan seva jin-zarêd xwe, birayêd xwe û seva malêd xwe”.
Cimet jî gele mêrxas bibû. Wana çekêd xwe şev roj hazir digirtin, û hin jî avakirina dîwara nedidane sekinandinê. Usa wana dîwarêd Orşelîmê nava 52 roja ava kirin. Niha cimeta îsraêlî di Orşelîmêda bê xof xwe texmîn dikirin. Nehemiya û Ezra qanûnêd Xwedê meriya hîn dikirin û cimet gele bextewar bû.
Lê bextewariya wan yeke ne mîna berê bû, çimkî niha padşê Faristanê li ser wan serkartî dike û dixwazî-naxwazî ewana gura wîda nin. Lê Yahowa soz dide îsraêliyara, ku padşakî nû wê wanra bê kivş kirinê, yê ku edilayiyê wê bîne meriyara. Gelo kî ye ev padşa? Ewê çawa edilayiyê bîne ser erdê? Weke 450 sal wê derbaz bin, kurekî girîng û navdar wê bê bûyînê û cava van pirsa wê bêne eyan kirinê. Di serhatiya dinda emê hema derheqa vê yekê xever din.
Nehemiya serê 1 heta 6.