KILAMA 18
Bona Qurbanê Razî ne
Ya Neşirkirî
	- 1. Yehowa Bavê me, - em ber textê te ne. - Bona hizkirina te - em gelek razî ne. - Pêşkêşeke pir mezin da - te bona me. - Te Kurê xwe şand ser erdê - seva em bijîn. - (LÊWEGERANDIN) - Îsa xûn û canya xwe da, - Bo jîyîn û azadya me. - Bi dil û can, - em tera razî ne, Xwedayê me. 
- 2. Heqê ku Îsa da - bi rastî giran bû. - Jîyana wî bêqisûr - û bêkêmasî bû. - Heta ew nehat, - qet hîvya me tune bû. - Lê niha em îda li ser - rya jîyanê ne. - (LÊWEGERANDIN) - Îsa xûn û canya xwe da, - Bo jîyîn û azadya me. - Bi dil û can, - em tera razî ne, Xwedayê me. 
(Usa jî binihêre Îbrn. 9:13, 14; 1 Pet. 1:18, 19).