KILAMA 57
Mizgîniyê Bidine Her Cûre Meriya
1. Xwedê tu car meriya cihê nake,
Em jî dixwazin mîna wî bikin.
Her kes dikare nêzîkî wî be;
Bila her cûre meriv xilaz bin.
(LÊWEGERANDIN)
Em nav hemû mileta;
Digerin li dilpaka.
Mizgîna Xwedê didin her kesî.
Em ji dil dixebitin,
Û her dera dibêjin:
“Werin û bibin dostên Yehowa”.
2. Pêşiyê mera xweş xuya nebin jî
Li ku derê em wan bivînin jî,
Hergê bi rastî dilê wan pak e,
Bêşik, Xwedê wê wan qebûl bike.
(LÊWEGERANDIN)
Em nav hemû mileta;
Digerin li dilpaka.
Mizgîna Xwedê didin her kesî.
Em ji dil dixebitin,
Û her dera dibêjin:
“Werin û bibin dostên Yehowa”.
3. Gerek ji vê dinyayê em dûr bin,
Seva ku Xwedê me qebûl bike.
Em çi hîn bûne wê bela dikin,
Her derê bo mirovên her cûre.
(LÊWEGERANDIN)
Em nav hemû mileta;
Digerin li dilpaka.
Mizgîna Xwedê didin her kesî.
Em ji dil dixebitin,
Û her dera dibêjin:
“Werin û bibin dostên Yehowa”.
(Usa jî binihêre Yûhn. 12:32; Kar. Şand. 10:34; 1 Tîmt. 4:10; Tîto 2:11).