KILAMA 103
Şivanên Me Pêşkêş in
- 1. Xwedayê me pêşkêş daye me, - Şivanê pir delal. - Bi saya wan, timê rya Xwedê, - Em divînin zelal. - (LÊWEGERANDIN) - Xwedê tesmîlî wan kir berxa, - Me diparêzin hertim. - Bo me timê wede xerc dikin, - Em cefê wan bîr nakin. 
- 2. Bi hizkirin şîreta didin, - Gava em şaş dibin. - Birînê dil, ew derman dikin, - Ku em dilteng nebin. - (LÊWEGERANDIN) - Xwedê tesmîlî wan kir berxa, - Me diparêzin hertim. - Bo me timê wede xerc dikin, - Em cefê wan bîr nakin. 
- 3. Hîn dikin ça qanûna xwey kin. - Xwe rya rastyê bigrin. - Ku dil û can Xwedayê xwera, - Her roj em xizmet kin. - (LÊWEGERANDIN) - Xwedê tesmîlî wan kir berxa, - Me diparêzin hertim. - Bo me timê wede xerc dikin, - Em cefê wan bîr nakin. 
(Usa jî binihêre Îşa. 32:1, 2; Yêrem. 3:15; Yûhn. 21:15-17; Kar. Şand. 20:28).