KILAMA 147
Emirê Heta-Hetayê Sozdayî
Ya Neşirkirî
(Zebûr 37:29)
1. Tu emirê heta-hetayê,
Cinetêda soz didî.
Her merivên milûk, têda
Bijîn bextewarî.
(LÊWEGERANDIN)
Sozên Xwedê rast in,
Ew nayên guhastin.
Cinetêda emê
Bextewar bijîn.
2. Emê îda guna nekin.
Xwedê azabûn bide.
Emê edilayêda bijîn,
Li bin Padşatiya te.
(LÊWEGERANDIN)
Sozên Xwedê rast in,
Ew nayên guhastin.
Cinetêda emê
Bextewar bijîn.
3. Çaxê saxkirin destpêbe,
Kul û derd wê tune be.
Xwedê hêsira paqij ke,
Hizkirinê kifş ke.
(LÊWEGERANDIN)
Sozên Xwedê rast in,
Ew nayên guhastin.
Cinetêda emê
Bextewar bijîn.
(Usa jî binihêre Îşa. 25:8; Lûqa 23:43; Yûhn. 11:25; Eyan. 21:4).