KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lff dersa 59
  • Tu Dikarî Nava Zêrandinada Teyax kî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tu Dikarî Nava Zêrandinada Teyax kî
  • Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • KÛR LÊKOLÎN KE
  • TEMAMKIRIN
  • Şa bin Çaxê Têne Zêrandinê
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2022)
  • Îda Nihada bona Zêrandinê Hazir bin
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
  • Yehowa Ça Alî Me Dike ku Em Teyax kin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Kitêba Pîroz Derheqa Xebatê û Pera Çi Dibêje?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
lff dersa 59
Dersa 59. Du polîs Şedê Yehowa girtine, û ber jûrnalîsta û Şedên Yehowa derbaz dibin.

DERSA 59

Tu Dikarî Nava Zêrandinada Teyax kî

Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî
Ya Neşirkirî

Zû yan dereng wê hemû Mesîhiya bizêrînin yan jî pey wan kevin. Lê gelo ji bo vê yekê em gerekê bitirsin?

1. Em çima ecêbmayî namînin, ku têne zêrandinê?

Kitêba Pîroz zelal dibêje: “Her kesê ku dixwaze yektiya Mesîh Îsada bi xwedênasî bijî wê bê zêrandinê” (2 Tîmotêyo 3:12). Îsa hate zêrandinê, çimkî ew para dinya Mîrê-cina nîbû. Em jî para vê dinyayê nînin, lema jî em ecêbmayî namînin, wekî serwêrên dewletê yan jî hine rêlîgiya, me dizêrînin (Yûhenna 15:18, 19).

2. Em ça dikarin xwe bona zêrandin û peyketina hazir kin?

Tu gerekê îda nihada îtbariya xwe hindava Yehowa qewî kî. Her roj xwera wede bivîne, ku dua bikî, Xebera Xwedê bixûnî û çiqas dikarî civata bernede. Ev hemû tişt wê qewatê bidine te, ku bikaribî bi mêrxasî hemû zêrandin û peyketinada teyax kî, hela hê jî hergê neferên mala te, miqabilî te dertên. Pawlosê şandî, kîjan ku gelek car dihate zêrandinê, usa nivîsî: “Xudan piştovanê min e û ez natirsim” (Îbranî 13:6).

Çaxê em hergav mizgîniya xêrê bela dikin, ev yek jî mêrxasiya me zêde dike. Belakirina mizgîniyê me hîn dike, wekî îtbariya xwe Yehowa bînin û tirsa xweye ji meriva, bidine hildanê (Metelok 29:25). Hergê nihada tu mêrxasiyê nav xweda pêşda tînî, ku mizgîniyê bela kî, usa tuyê xwe rind hazir kî, wekî berdewam kî hingê jî mizgîniyê bela kî, gava serwêrên dewletê şixulê me qedexe kin (1 Têsalonîkî 2:2).

3. Em çi karê distînin, çaxê nava zêrandinada Yehowara amin dimînin?

Hemikî em naxwazin bêne zêrandinê, lê çaxê em nava zêrandinada amin dimînin, baweriya me diha qewî dibe. Em diha nêzîkî Yehowa dibin, çimkî em qewata Yehowa ser xwe texmîn dikin, îlahî çaxê difikirin ku emê îda nikaribin teyax kin (Bixûne Aqûb 1:2-4.) Dilê Yehowa dêşe gava divîne ku em ça diçerçirin, lê çaxê ew divîne, ku em amin dimînin, dilê wî şa dibe. Kitêba Pîroz dibêje: “Heger hûn bona qencîkirinê cefê bibînin û sebir kin, hûn li ber Xwedê bextewar in” (1 Petrûs 2:20). Hergê em Yehowara amin bimînin, ew wê me bi jîyîna heta-hetayê xelat ke. Hingê hemûyên ku dinya tezeda bijîn, wê Yehowara xizmet kin, û tu kes wê miqabilî wan derneyê (Metta 24:13).

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, ku çira em dikarin bêjin, wekî meriv nava zêrandinada dikare Yehowara amin bimîne, û ça aminiya me wê bê xelatkirinê.

Keçik edebyeta xweye bona hînbûnê girtiye destê xwe, û ji dê-bavê xwe diçe, yên ku miqabilî wê ne.

4. Tuyê bikaribî teyax kî, gava neferên mala te miqabilî te derên

Îsa zanibû, ku dibeke neferên mala me xweş neyê, wekî em Yehowara xizmet kin. Bixûne Metta 10:34-36, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çaxê kesek destpêdike Yehowara xizmet ke, neferên mala wî dibeke ça xwe bidine kifşê?

Seva ku hê zêde pêbihesî, vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Yehowa Em Qebûl Kirin” (5:13)

  • Tuyê çi bikî, hergê pismam yan hevalekî te bixwaze te ji xizmetkirina Yehowa dûr xe?

Bixûne Zebûr 27:10 û Marqos 10:29, 30. Paşî xwendina her rêzekê, evê pirsê şêwir ke:

  • Çawa ev rêz dikare alî te bike, hergê neferên te yan hevalên te miqabilî te dertên?

5. Berdewam ke nava peyketinada jî Yehowara xizmet ke

Bi rastî gava meriv miqabilî me dertên, mera mêrxasî lazim e ku teyax kin. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Mêrxasî Wedê Peyketina” (6:27)

  • Vê vîdêoyêda çi tu qewî kirî?

Bixûne Karên Şandiya 5:27-29 û Îbranî 10:24, 25. Paşî xwendina her rêzekê, evê pirsê şêwir ke:

  • Çima ferz e berdewam kî hingê jî Yehowara xizmet kî, çaxê şixulê belakirina mizgîniyê û civat têne qedexekirinê?

6. Yehowa wê alî te bike teyax kî

Şedên Yehowa him cahil, him jî yên emirda mezin nav temamiya dinyayêda, karibûn nava peyketinada amin bimînin û berdewam kin Yehowara xizmet kin. Seva ku pêbihesî, wekî çi alî wan kir, vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

VÎDÊO: “Yehowa wê Min Qewî ke” (3:40)

  • Ça ji vê vîdêoyê hate kifşê, çi alî wan Şedên Yehowa kir, wekî teyax kin?

Bixûne Romayî 8:35, 37-39 û Fîlîpî 4:13. Paşî xwendina her rêzekê, evê pirsê şêwir ke:

  • Ça ev rêz te dide bawerkirinê, wekî tuyê bikaribî hemû peyketinada teyax kî?

Bixûne Metta 5:10-12, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu çima dikarî nava peyketinada jî şabûna xwe unda nekî?

Şedên Yehowa ji bo baweriya xwe têne zêrandinê û girtinê.

Bi mîlyona Şedên Yehowa wedê zêrandin û peyketina Yehowara amin man. Tu jî dikarî!

HINE MERIV DIBÊJIN: “Ezê nikaribim peyketinada teyax kim.“

  • Tu kîjan rêzê dikarî bidî xebatê, wekî wan meriva qewî kî?

TEMAMKIRIN

Yehowa gelek şa dibe, çaxê divîne, ku em nava peyketinada jî terka xizmetiyê nadin!

Wekilandin

  • Em çima ecêbmayî namînin, ku têne zêrandinê?

  • Tu îda nihada çi dikarî bikî, seva ku bona peyketina hazir bî?

  • Çi dikare alî te bike, wekî bawer bî, ku tuyê bikaribî nava hemû çetinayada amin bimînî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Binihêre, ku ça Yehowa alî birakî kir, wekî amin bimîne, kîjan ku ji bo tevnebûyînê kiribûne kelê.

“Wedê Peyketina Teyax Dikin” (2:34)

Pêbihese, ku çi alî jin-mêrekî kir, wekî nava gelek salada wedê peyketinada jî Yehowara amin man.

“Wedê Guhastina, Yehowara Xizmet Dikin” (7:11)

Pêbihese, ku çawa tu dikarî nava zêrandinada jî mêrxasiya xwe unda nekî.

“Îda Nihada bona Zêrandinê Hazir bin” (“Birca Qerewiliyê”, Tîrmeh, 2019)

Em çi dikarin bikin, wekî tevî neferên mala xwe, yên ku miqabilî me dertên, edilayêda bin, him jî Yehowara amin bimînin?

“Rastî ne ku Edilayê Tîne, lê ’Şûr’” (“Birca Qerewiliyê”, Cotmeh, 2017)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin