KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Tebax rûp. 2-7
  • Yehowa Ça Alî Me Dike ku Em Teyax kin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yehowa Ça Alî Me Dike ku Em Teyax kin?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • DUA
  • KITÊBA PÎROZ
  • XÛŞK-BIRA
  • GUMANA ME
  • Yehowa Xwedayê Sax e
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Nema ku Alî Me Dike Heta Xilaziyê Amin Bimînin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Yehowa “Dilşkestîya Qenc Dike”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Tebax rûp. 2-7

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 32

KILAMA 38 Ew wê Te Qewî ke

Yehowa Ça Alî Me Dike ku Em Teyax kin?

“Xwedêyê hemû kerema, . . . wê xwexa we kamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke” (1 PETRÛS 5:10).

VÊ GOTARÊDA

Emê dîna xwe bidine çend tiştên ku Yehowa daye me, wekî bikaribin teyax kin. Usa jî emê bivînin ku em ça dikarin ji van tişta karê bistînin.

1. Çira em gerekê teyax kin, û kê dikare alî me bike? (1 Petrûs 5:10)

VAN rojên paşinda xizmetkarên Yehowa mecbûr in ber gelek tişta teyax kin. Hine xûşk-birên me giran nexweş in. Hineka merivê xweyî nêzîk unda kirine. Hinek jî ji aliyê malbeta xwe yan ji dewletê rastî peyketina tên (Metta 10:18, 36, 37). Bawer be ku tengasiya te çiqas giran be jî, Yehowa dikare alî te bike wekî tu teyax kî (Bixûne 1 Petrûs 5:10).

2. Çi alî me dike teyax kin?

2 Teyaxbûn ev e, ku meriv himberî çetinaya, zulmiyê, tengasiya yan cêribandina sebir dike û gumana xwe unda nake. Em nikarin vê yekê pê qewata xwe bikin, lê Yehowa “qewata ku ji sînorê meriva zêdetir e” dide me (2 Korintî 4:7). Vê gotarêda emê derheqa çar tişta xeber din, yên ku Yehowa daye me wekî em bikaribin teyax kin, û emê bivînin ku ça dikarin ji wan tişta karê bistînin.

DUA

3. Dua çira keremet e?

3 Rast e em merivne gunekar in, lê dîsa jî Yehowa mecalê dide ku em pêra xeber din. Bi vê yekê ew alî me dike, wekî em sebir kin (Îbranî 4:16). Hela bifikire: Em dikarin timê û derheqa her tiştî Yehowara dua kin. Firqî tune em kîderê bin û ser kîjan zimanî xeber din, Ew me dibihê, hela hê hergê em dereceke usada nin ku em tenê ne, mesele kelêda (Ûnis 2:1, 2; Karên Şandiya 16:25, 26). Hergê em gelek dilteng in û nizanin bi kîjan giliya dilê xwe Yehowara vekin, Ew dîsa jî zane ku çi em dixwazin wîra bêjin (Romayî 8:26, 27). Dua bi rastî jî keremet e!

4. Em ji ku zanin ku duayên derheqa sebirkirinê li gora xwestina Xwedê ne?

4 Yehowa soz daye ku “heger em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14). Gelo em dikarin alîkariyê ji Yehowa bixwazin, ku em sebir bikin? Hemikî erê! Ev yek li gora xwestina wî ye, çimkî gava em sebir dikin û Yehowara amin dimînin, em mecalê didine Yehowa, wekî ew caba Mîrê-cina bide (Metelok 27:11). Usa jî Kitêba Pîroz dibêje, ku Yehowa hazir e alî wan meriv bike, yên ku wîra amin in (2 Dîrok 16:9). Lema jî em dikarin bawer bin, ku Yehowa him dikare him jî dixwaze alî me bike, wekî em sebir kin (Îşaya 30:18; 41:10; Lûqa 11:13).

5. Dua ça dikare edilayê bide me? (Îşaya 26:3)

5 Kitêba Pîroz dibêje ku gava em derheqa xemên xwe ji dil dua dikin, “edilaya Xwedê, ya ku ser femkirina merivara ye, wê dil û hişê [me] . . . biparêze” (Fîlîpî 4:7). Were em şêwir kin ku ev çi tê hesabê. Gava merivên ku Yehowara xizmet nakin dikevine tengasiyê, ewana gelek mêtoda didine xebatê, wekî edilayî bikeve dilê wan. Mesele, hine meriv mêdîtasiyayêva mijûl dibin, wekî hemû fikir û xemên xwe ji hişê xwe derxin. Lê kesê ku usa dike, dikare bikeve bin hukumê cina, lema jî ev yek gelek xof e (Beramber ke Metta 12:43-45). Edilaya ku Yehowa dide merivên ku jêra dua dikin, ji edilaya ku bi saya mêdîtasiyayê distînin, mezintir e. Gava em Yehowara dua dikin, em nîşan dikin ku em xwe bi temamî dispêrine wî, û ew “edilaya dirêj” dide me (Bixûne Îşaya 26:3). Yek ji wan mêtodên ku Yehowa dide xebatê, wekî edilayê bide me ev e, ku ew alî me dike wan rêzên ku em berê hîn bibûn, bikine bîra xwe. Rêzên usa dikarin edilayê bidine me, çimkî ew nîşan dikin ku Yehowa dikeve heyra me û dixwaze wekî em rihetiya dil xwey kin (Zebûr 62:1, 2).

6. Duayên xweda, em dikarin besa çi bikin? (Binihêre usa jî şikil.)

6 Tu çi dikarî bikî? Gava baweriya te tê cêribandinê, “barê xwe bide Xudan” û dua bike wekî ew edilayê bide te (Zebûr 55:22). Usa jî bîlaniyê ji Yehowa bixwaze wekî tu bizanibî ku gerekê çi bikî (Metelok 2:10, 11). Xêncî vê yekê, bîr neke ku şêkirdar bî (Fîlîpî 4:6). Her tiştî bike, wekî destê wî emirê xweda bivînî, û bona alîkariya wî duada razîbûna xwe wîra bidî kifşê. Bira çetinayên te nebine menî, wekî tu keremên ku te standine, nevînî (Zebûr 16:5, 6).

Zivistanê, birakî emirda mezin mala xweda rûniştiye û dua dike. Kitêba Pîroz ber wî vekirî ye, û ser sifirê derman heye.

Gava tu dua dikî, tu tevî Yehowa xeber didî. Gava tu Kitêba Pîroz dixûnî, Yehowa tevî te xeber dide (Binihêre abzasa 6)b


KITÊBA PÎROZ

7. Lêkolîna Kitêba Pîroz ça dikare alî me bike, wekî em çetinayada teyax kin?

7 Yehowa bi saya Kitêba Pîroz alî me dike ku em sebir kin. Gelek rêz nîşan dikin, wekî Yehowa alî me dike. Mesele, Metta 6:8-da usa tê gotinê: “Heta ku hûn tiştekî ji Bavê xweyî ezmana bixwazin, ew îda zane çi wera lazim e”. Eva giliyên Îsa ne. Em zanin ku Îsa Mesîh Yehowa gelek baş nas dike. Lema jî em gerekê qe dudilî nebin ku gava em rastî çetinaya tên, Yehowa zane ku em hewcê çi ne û dixwaze alî me bike. Kitêba Pîrozda gelek rêzên din jî hene, yên ku dikarin qewatê bidine me, wekî em teyax kin (Zebûr 94:19).

8. a) Kîjan prînsîpa Kitêba Pîroz dikare alî me bike teyax kin? Meselê bînin. b) Çi dikare alî me bike ku em prînsîpên Kitêba Pîroz bînin bîra xwe?

8 Prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin sebir kin û bîlaniyê bidine me, ku em safîkirinên rast bikin (Metelok 2:6, 7). Mesele, Kitêba Pîroz dibêje ku em gerekê bona axiriyê ber xwe nekevin, lê dewsê her roj îtbariya xwe Yehowa bînin ku ewê bona me xem bike (Metta 6:34). Gelek ferz e ku em xwera bikine xeyset wekî Nivîsarên Pîroz bixûnin û kûr ser bifikirin. Hingê hergê em rastî çetinayîkê bên, mera wê diha hêsa be prînsîpên kêrhatî bînin bîra xwe.

9. Serhatiyên Kitêba Pîroz baweriya hindava alîkariya Yehowa ça diha qewî dikin?

9 Usa jî Kitêba Pîrozda derheqa merivên wedê berê tê gotinê, yên ku îtbariya xwe Yehowa dianîn û alîkariya wî didîtin (Îbranî 11:32-34; Aqûb 5:17). Gava em derheqa serhatiyên usa difikirin, baweriya me zêde dibe ku Yehowa “sitargeh û qewata me ye, komekdarê meyî tengasîyada herî nêzîk e” (Zebûr 46:1). Çaxê em didine ber çevê xwe, ku xizmetkarên Yehowayî berê, wedê çetinaya ça aminiya xwe xwey dikirin, xwestina me diha zêde dibe ku em çev bidine bawerî û sebira wan (Aqûb 5:10, 11).

10. Seva ku em ji Kitêba Pîroz karê bistînin, em gerekê çi bikin?

10 Tu çi dikarî bikî? Her roj Kitêba Pîroz bixûne û rêzên ku bona te kêrhatî ne, xwera binivîse. Gelek meriv şebeqa rêza rojê dixûnin wekî bikaribin temamiya rojê ser bifikirin û qewatê bistînin. Were em serhatiya xûşkeke me bi navê Marîa şêwir kin. Him diya wê him jî bavê wê bi kanserê nexweş ketin. Mehên paşinda, gava ewana îda ber mirinê bûn, gelo çi alî xûşka me kir, wekî ew teyax ke? Ew dibêje: “Her şebeqê, min rêza rojê ji broşûra Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin dixwend, û ez kûr ser difikirîm. Bi saya vê yekê hişê min bi fikireke ji Kitêba Pîroz tije dibû, kîjan ku alî min dikir ne ku timê derheqa derdên xwe bifikirim, lê dîna xwe bidime sozên Yehowa” (Zebûr 61:2).

XÛŞK-BIRA

11. Gava em rastî çetinaya tên, çira baş e ku em zanin wekî em tenê nînin?

11 Yehowa bi saya xûşk-birên me alî me dike wekî em sebir kin. Ev yek ku “xûşk-birên [me] jî temamiya dinyayêda xût wan cefa dikişînin” me dişidîne, çimkî em zanin ku em tenê nînin (1 Petrûs 5:9). Belê, halê me çiqas çetin be jî, em zanin ku xûşk-birên din jî rastî çetinayên usa hatine û wana sebir kiriye. Ev tê hesabê, wekî em jî dikarin sebir kin (Karên Şandiya 14:22).

12. Xûşk-birên me ça dikarin alî me bikin, û em ça dikarin alî xûşk-bira bikin? (2 Korintî 1:3, 4)

12 Wedê çetinda, xûşk-birên me dikarin me qewî kin. Gava Pawlosê şandî mala xweda girtî bû, ewî ji xûşk-bira berdilî, mêrxasî û alîkarî distand, û ewî gelek cara bi razîbûnê besa wan dikir (Fîlîpî 2:25, 29, 30; Kolosî 4:10, 11). Îro jî gava mera alîkarî lazim dibe wekî em çetinayada sebir kin, xûşk-birên me hazir in alî me bikin. Ji aliyê dinva jî, gava wanra alîkarî lazim dibe, em jî gerekê hazir bin alî wan bikin (Bixûne 2 Korintî 1:3, 4).

13. Çi alî xûşka me Mayayê kir wekî ew sebir ke?

13 Rûsyayêda, xûşka me bi navê Maya ji xûşk-bira alîkariya mezin stand. Sala 2020-da polîs nişkêva ketine mala wê û mala wê serobinîhev kirin. Paşê xûşka me dane ber dîwanê bona vê yekê, ku ewê derheqa baweriya xwe merivara gilî dikir. Maya dibêje: “Wê demê halê min tune bû. Xûşk-bira minra têlê dixistin, dinivîsîn û digotin ku ewana min hez dikin. Min berê jî zanibû ku em malbeteke mezin û dilovan in, lê ji sala 2020 ez diha bawer bûm, ku ev yek bi rastî jî usa ye”.

14. Gava em rastî çetinaya tên, em ça dikarin ji alîkariya xûşk-bira karê bistînin? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Tu çi dikarî bikî? Gava tu rastî çetinaya têyî, gelek ferz e xwe nêzîkî xûşk-bira bigirî, çimkî ev yek wê alî te bike sebir kî. Şerm neke ji rûspiya alîkariyê bixwazî. Ewana dikarin bibine mîna cîkî usa, ku meriv xwe ji ba vedişêre û mîna sitara wedê firtonê (Îşaya 32:2). Usa jî bîr neke, ku xûşk-birên din jî rastî çetinaya tên. Hergê tu alîkariyê bidî wan, yên ku hewce ne, ev yek wê şabûnê tera bîne û alî te bike wekî tu jî çetinayada sebir kî (Karên Şandiya 20:35).

Biharê, birê emirda mezin yê ku ser şikilê pêşiya vêda jî bû, mala xweda rûniştiye û tevî jin-mêrekî û du qîzên wan xeber dide. Gopal û çend dermanên wî hene. Yek ji keçika şikilê Cinetê neqiş kiriye û nîşanî wî dike.

Xwe nêzîkî xûşk-bira bigire (Binihêre abzasa 14)c


GUMANA ME

15. Gumanê ça alî Îsa kir û ça alî me dike? (Îbranî 12:2)

15 Yehowa bi saya gumana ku ewî daye me, alî me dike wekî em sebir kin (Romayî 15:13). Were em bînin bîra xwe, ku gumanê ça alî Îsa dikir wekî ew roja lape çetinda sebir ke (Bixûne Îbranî 12:2). Ewî zanibû ku aminiya wî bona pîrozkirina navê Yehowa ferz e. Usa jî ew hîviyê bû, wekî vegere bal Bavê xwe û paşê jî tevî birên xwe Padşatiya ezmanada xizmet ke. Mîna vê yekê, gumana jîyîna heta-hetayê dikare alî me jî bike, wekî em ber hemû çetinayên ku Mîrê-cina tîne pêşiya me, sebir kin.

16. Gumanê ça alî xûşkeke me kir sebir ke, û tu ji giliyên wê çi dersê hîn dibî?

16 Dîna xwe bidê ku gumana jîyîna dinya tezeda ça alî xûşka me Allayê kir, ya ku li Rûsyayê dijî. Mêrê wê hate girtinê û heta roja dîwankirinê kelêda ma. Çaxê ev hemû tişt qewimî, Allayê usa got: “Dua û fikirandina kûr ser gumana me alî min dike wekî bi zêdeyî xemgîn nebim. Ez zanim wekî paşî van çetinaya, rojên xweş wê bên. Yehowa wê dijminên xwe alt ke, û kerema ser meda bibarîne”.

17. Em ça dikarin bidine kifşê, wekî em gumana xwe qîmet dikin? (Binihêre usa jî şikil.)

17 Tu çi dikarî bikî? Derheqa sozên Yehowa kûr bifikire. Bide ber çevê xwe ku tu dinya tezeda nî û kîjan kerema tuyê bistînî. Hergê tu usa bikî, tuyê diha baş fem bikî wekî ev tengasî, rastî kîjanî ku tu niha têyî, “wedekî kin dikişînin û sivik in” (2 Korintî 4:17). Usa jî, çiqas ji destê te tê, merivara derheqa baweriya xwe gilî ke. Bide hesabê xwe ku bona wan meriva, yên ku derheqa sozên Xwedê nizanin, çiqas çetin e ber tengasiyên ku dinya Mîrê-cinada rastî wan tên, teyax kin. Xeberdaneke kin jî dikare bibe menî, ku ew bixwaze derheqa sozên Yehowa diha zêde pêbihese.

Payîzê, birê emirda mezin mala xweda rûniştiye û ser şikilê Cinetê difikire, yê ku li ser planşêta wî ye. Cem wî haceta seva ku rê here û çend derman hene.

Derheqa sozên Yehowaye bona axiriya xweş, kûr bifikire (Binihêre abzasa 17)d


18. Em çima dikarin îtbariya xwe sozên Yehowa bînin?

18 Paşî vê yekê ku Îbo himberî gelek tengasiya teyax kir, ewî Yehowara usa got: “Ez zanim tu dikarî her tiştî bikî û tu . . . [nêteke] te nayê astengkirin” (Îbo 42:2, ÎM). Îbo îzbat bû ku tu tişt nikare riya Yehowa bigire, wekî nêta xwe bîne sêrî. Gava em ber çetinaya teyax dikin, ev fikir dikare qewatê bide me jî. Mesele, kulfeteke nexweş bide ber çevê xwe, ya ku xemgîn e çimkî gelek hekîma nikaribûn lê qenc kirana. Lê gava hekîmekî cêribandî û bi îtbar têderdixe ku problêm çida ne û şirovedike ku ewê nexweşiya wê ça qenc ke, ew kulfet şa dibe. Rast e, wede lazim e heta ku ew qenc be, lê ew hazir e sebir ke, çimkî îda gumana wê heye ku rojekê ewê qenc be. Mîna vê yekê, gumana me hindava Cineta sozdayî alî me dike wekî em sebir kin.

19. Çi dikare alî me bike teyax kin?

19 Çawa ku em pêhesiyan, Yehowa bi saya dua, Kitêba Pîroz, xûşk-birên me û usa jî bi saya gumana me alî me dike wekî em teyax kin. Hergê em çi ji destê me tê bikin wekî ji van tişta karê bistînin, Yehowa wê alî me bike wekî em himberî her tengasîkê teyax kin, kîjan ku heta xilaziya dinya Mîrê-cina dikarin bêne pêşiya me (Fîlîpî 4:13).

YEHOWA ÇA ALÎ ME DIKE TEYAX KIN BI SAYA . . .

  • dua û Kitêba Pîroz?

  • xûşk-birên me?

  • gumana me?

KILAMA 33 Barê Xwe Bide ser Yehowa

a Hine navên vê gotarêda hatine guhastinê.

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Bi sala birakî emirda mezin bi aminî sebir dike.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Bi sala birakî emirda mezin bi aminî sebir dike.

d ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Bi sala birakî emirda mezin bi aminî sebir dike.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin