TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | SERWÊRTIYA BÊKORÛPSYA
Jera Korûpsyayê Serwêrtiyêda
Serwêrtiya bi korûpsya ew e, çaxê serwêr serwêrtiya xwe bona kara xwe didine xebatê. Serwêrtiya usa berêda jî hebû. Mesele, di Kitêba Pîrozda heye qanûn, wekî di şixulê dîwanêda ruşet qedexe ye. Hela hê 3 500 sal pêşda ew qanûn didane xebatê (Derketin 23:8). Lê tenê ruşet nakeve nava korûpsyayêda. Serwêr hebûkê zeftî xwe dikin. Ewana ew hebûna dewletê ku îzna wana tune hildin, bona kara xwe didine xebatê, û hela hê ji dewletê pera jî didizin. Ewana usa jî bi nerastiyê qulixa xwe didine xebatê, bona kara heval û merivêd xweyî nêzîk.
Rast e korûpsya nava gelek organîzasiyonada heye, lê korûpsya lape xirab di serwêrtiya dewletêda ne. Di sala 2013-da “Çapkirina Korûpsya Dinyalikyê” elam kir, ku meriva ji temamiya dinyayê gotin, wekî korûpsya lape mezin û xirab, heye di van pênc ciyada, partîa polîtîkêda, polîsêda, nava qulixêd bilindda, di wê teşkîletêda ya ku qanûna dide, û dîwanêda. Werên em binihêrin hine elametiya, kîjan ku ewê problêmê kifş dikin.
AFRÎKA: Di sala 2013-da, weke 22 000 merivêd qulixa bilindda, hatine gunekarkirinê bona korûpsyayê.
AMÊRÎKAYA BAKÛRÊ: Di Brazîlyayêda sala 2012, 25 merivêd polîtîk hatine dîwankirinê, çimkî wana perê dewletê didane xebatê, seva ku meriv wana bijbêrin. Yek ji wana, paşî prêsîdênt merivê duda bû.
ASYA: Sala 1995, di Korêya Başûrêda şeherê Sêûlda, 502 merî mirin ji bo hilşandina dikaneke mezin. Lêkolînkara eyan kirin, wekî ewêd ku gerekê dikan avakirana, ruşet dane serwêrê bajêr, seva îzinê bide wan, wekî sêmênta sist bidine xebatê, dêmek miqabilî qanûna bêxofiyê çûn.
EWROPA: Ewrokomîsar, Sêsîlîa Malmstrom usa got: “Di Ewropayêda problêma korûpsyayê ecêb zef e”. Ew zêde dike: “Serwêrê polîtîkayê xwe borcdar hesab nakin wekî korûpsyayê bidin hildanê”..
Koka korûpsyayê gelek kûr çû ye. Profêsor û êkspêrta antîkorûpsyayê Sûzan Roûz-Akêrman nivîsî, ku lazim in “guhastinê gelek mezin, di şixulkariya serwêrada”. Rast e usa tê kifşê wekî vê derecêda guman tune, lê Kitêba Pîroz dibêje wekî guhastinê mezin dikarin bibin, û ne ku tenê dikarin, lê wê ese bibin.