KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 2/1 rûp. 3
  • Gelo Xebata Fîzîkî Qedir û Qîmet e?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Xebata Fîzîkî Qedir û Qîmet e?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Têmên Mîna Wê
  • Çawa ji Xebata Xwe Şabûnê Bistînin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Şabûnê Bistîne ji Xebata Xwe
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Ji Xebata Xwe Şabûnê Bistîne
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Hemû Keda Xweda Lezetê Bivîne
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 2/1 rûp. 3
Mêrekî cahil medekirî rûniştiye, çaxê hevalxebatkarê wî dixebitîn

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇAWA JI XEBATA XWE ŞABÛNÊ BISTÎNIN

Gelo Xebata Fîzîkî Qedir û Qîmet e?

Alêks dixebite di kompaniya barkişandinêda. Ew her car bi keser qutiya datîne ser avtoyê, û timê pirsê dide xwe: “Ez çira heta niha ser wê xebatê mame? Ezê kengê derbazî xebateke din bim û pêşda herim? Ezê hê bextewar bûma, heger qe nexebitiyama!”

Wek Alêks, îro gelek merî şabûnê nastînin ji xebata fîzîkî. Aaron, yê ku pêşekarê avtiya ye, got ku gelek merî dişirmîş dibin, ku hergê xebata fîzîkî bikin û kesekîra bixebitin, ew yek bêqedir dike meriya. Aaron usa jî got ku gelek merî usa difikirin: “Ezê ewê xebatê bikim, heta xebateke baş bivînim”.

Gelo çira hinek difikirin ku xebata fîzîkî ne layîqî wan e? Çimkî îro bi têlêvîsîonê, întêrnetê û bi tiştêd din, gelek bela dibe fikirê usa ku emirê “îdêal” ew e, çaxê merî konfortêda ne û hêsa dijî. Mêtiyû, yê ku pêşekar e usa got: “Bi dişirmîşbûna meriya, tu çiqas hê zêde xebata fîzîkî dikî, seva ku xwe xwey kî, haqas hê zêde tu pêşdaçûyî nînî”. Şan dixebite ça dergehwan. Ewî jî texmîn kir ku nava meriya dişirmîşbûna usa heye. Ewî got: “Meriv îda naxwazin temamiya rojê bixebitin, lê perê xebata rojê dixwazin bistînin”.

Lê hene gelek merivêd pêşdaçûyî, yêd ku hiz dikin xebata fîzîkî bikin, û bextewar in. Daniyêl 25 salî ye û ew ser avakirinê dixebite, ewî usa got: “Ez dişirmîş dibim, ku xebata fîzîkî gelek bi qedir û qîmet e, îlahî heger bi wê xebatê dikarî bigihîjî nêteke baş û hêja”. Andrê jî, yê ku 23 salî ye, usa got: “Ez bawer dikim ku bextewarî û pêşdaçûyîn, girêdayî ye tevî xebata fîzîkîye giran. Kêmasiya xebatê ne ku wê bextewariyê bîne, lê tembelbûnê!”

Gelo bi saya çi, meriyêd usa ça Daniyêl û Andrê, ser xebata fîzîkîye giran aliyê başda dinihêrin? Bi saya wê yekê ku ewana prînsîpêd ji Kitêba Pîroz didine xebatê. Seva ku xebat bona me çetin nîbe û hewas be, Kitêba Pîroz me hêlan dike wekî em xebathiz bin. Lê Kitêba Pîroz ne ku tenê hêlan dike wekî em bixebitin. Ew usa jî me hîn dike çawa şabûnê bistînin ji xebatê.

Gelo kîjan prînsîpêd ji Kitêba Pîroz wê alî te bikin, wekî xebatêda pêşdaçûyî bî û lezetê bivînî? Di gotara dinda hinek ji wan prînsîpa wê bêne şirovekirinê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin