TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇAWA JI XEBATA XWE ŞABÛNÊ BISTÎNIN
Çawa ji Xebata Xwe Şabûnê Bistînin
“Xwarin û vexwarina her zilamî û ji hemûya keda xwe qencî dîtin, dayîna Xwedê ye” (Waîz 3:13). Hergê Xwedê dixwaze ku em ji xebata xwe şabûnê bistînin, femdarî ye wekî ew dikare mera nîşan ke wekî ça gerekê evê şabûnê bistînin (Îşaya 48:17). Belê, ew dikare bi Xebera xwe, dêmek bi Kitêba Pîroz mera nîşan ke. Were em xeberdin derheqa hine şîretêd ser hîmê Kitêba Pîroz, wekî lezetê bivînin ji xebata xwe.
SER XEBATA XWE ALIYÊ BAŞDA BINIHÊRE
Firqî tune xebata te diha zef hişva girêdayî ye, yan ya fîzîkî ye, yan jî dibeke herdu tevayî ye, bizanibe ku “her ked qezencê [karê] tîne” (Metelok 14:23). Lê çi cûreyî karê tîne? Mesele xebata fîzîkî, alî me dike wekî ew tiştêd matêrîalî ku em hewce ne cem me hebin. Belê, Xwedê soz dide qulixkarêd xweye dilsax, wekî çi ku wanra lazim e wê bide wan (Metta 6:31, 32). Lê ew usa jî hîviyê ye, ku bi helalî û bi dil û can bixebitin (2 Têsalonîkî 3:10).
Em dikarin hesab kin ku xebat alî me dike bigihîjne nêtêd xwe. Xebat usa jî alî me dike wekî em borcê xwe biqedînin. Coşûa, yê ku 25 salî ye usa got: “Meriv xwe xwey ke, ew tiştekî hêsa nîne. Hergê tu dikarî bona xercêd xwe xem bikî, dêmek xebata te şixulê xwe dike”.
Seva ku xebata fîzîkîye giran bikin, lazim e qewatê xerc kin. Lema jî ewêd ku xebata fîzîkîye giran dikin, hê zêde qedirê xwe digirin. Hine xebat dibeke qe nehewas be û çetin be, lê çaxê qewatê didî xebatê wekî xebata wî cûreyî jî pêk bînî, ew yek şabûnê tîne, çimkî tu zanî ku te hemû tişt rind kiriye (Metelok 26:14). Usa, tuyê ji xebata xwe lezetê bivînî. Aaron derheqa kîjanî têma dinda hatibû gotinê dibêje: “Ew roja ku ez gelekî dixebitim, paşî xebatê ez xwe baş texmîn dikim. Rast e carna ez dibek westiyayî bim yan jî dibeke xebata min kesek nevîne, lê ez ji xwe razî me, çimkî ez zanim ku min tiştekî hêja kiriye”.
XEBATA XWE BI DIL Û CAN BIKE
Kitêba Pîroz bi qedir xeberdide derheqa merivêd ku “di karê xweda hoste ye”, û derheqa jina ku her şixulekî bi dil û can dike (Metelok 22:29; 31:13). Femdarî ye ku meriv bi avtomatîkî nikare bibe hoste. Gelek merî ne jî dixwazin hîn bin ku xebata xwe rind bikin û bibine hoste. Lê merivê ku xebata xwe rind nake, şabûnê nastîne. Dibek lema jî gelek merî ji xebata xwe şabûnê nastînin.
Bi rastiyê, meriv dikare ji her xebatekê şabûnê bistîne. Ferz ew e ku meriv rast binihêre ser xebata xwe, dêmek hîn be ku xebata xwe hê rind bike. Wîllîam yê ku 24 salî ye dibêje: “Çaxê tu hemû qewata xwe xerc dikî ku xebatê rind bikî û kara vê jî divînî, ew yek şabûnê tîne. Tuyê tu car evê şabûnê û hewasê texmîn nekî, hergê tu xebata xwe bê hemdê xwe dikî”.
XEBATA TE BONA MERIVÊD DIN KÊRHATÎ YE
Wê baş be hergê tu tenê bona vê yekê dişirmîş nebî, ku tuyê ji xebata xwe çiqas pere bistînî. Dewsê, ji xwe bipirse: “Çira ew xebat lazim e? Çi wê biqewime hergê ew xebat neyê kirinê, yan jî ne rast bê kirinê? Ew xebata min çi karê tîne meriyara?”
Îlahî ser vê pirsa xilaziyê gelek baş e wekî bifikirin, çimkî xebata me hê zêde wî çaxî şabûnê tîne, çaxê tu divînî ku ew xebat çi karê dide meriyêd din. Îsa Mesîh got: “Xwezî li dayîya, ne ku li standiya” (Karêd Şandiya 20:35). Xêncî vê yekê ku xebata me karê dide mezinê xebatê û meriyêd din, ew usa jî karê dide neferêd me û wan meriyêd destteng, em alî kê jî dikin.
Neferêd malê. Çaxê malxê malê qayîm dixebite, ew lape kêm du tiştêd baş dike bona malbeta xwe. Ya pêşin, ew xem dike bona hewcêd wane fîzîkî, dêmek mal, xwarin û kinc dide wan. Ew usa jî borcdarbûna xwe diqedîne yê ku Xwedê wîra daye wekî miqatî “xwexatiya xwe” be (1 Tîmotêyo 5:8). Ya duda, malxê malê bi mesela xwe hîn dike ferzbûna xebata giran. Şan derheqa kîjanî têma pêşinda hatiye gotinê dibêje: “Bavê min meseleke mezin e vê yekêda, ku xebata xweye giran bi dil û can dike. Ew ça mêrekî helal temamiya emirê xweda xebata giran kiriye, û diha zef ça necar xebitiye. Ji mesela wî ez hîn bûm, wekî çiqas qîmet e xebata ku bi destê xwe dikî, û çi ku dikî meriv wê karê jê bistînin”.
Yêd destteng. Pawlosê şandî şîret da wekî Mesîhî “bi xûdana xweye helal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje ketiya” (Efesî 4:28). Rastî jî, çaxê em xebata giran dikin, em xwe û malbeta xwe xwey dikin, û em usa jî dikarin alî desttenga jî bikin (Metelok 3:27). Bi vê yekê, xebata giran dikare şabûnê mera bîne, çimkî em didin, ne ku distînin.
HÊ ZÊDE BIKE NE KU ÇIQAS TÊ DEWAKIRINÊ
Li ser çiyayê Sermon Îsa usa got: “Heger yekî qulixêda zorê li te bike, wekî kîlomêtirekê te bibe, tevî wî duda here” (Metta 5:41). Ça evê prînsîpê hûn dikarin bidin xebatê di xebata xweda? Dewsa vê yekê ku kêm bikî, bixebite wekî hê zêde bikî, ne ku çiqas tê dewakirinê. Nêtê dayne pêşiya xwe ku diha rind û zû bikî, ne ku ça ji te tê xwestinê. Xebata xweda her tiştekî biçûkda jî şa be.
Çaxê tu hê zêde dikî, ne ku çiqas ji te tê dewakirinê, ev yek hê zêde dibe meniya şabûnê. Çira? Çimkî vê derecêda, tu xwexa ser kirêd xwe kontrol dikî. Tu zêde dikî çimkî tu xwexa dixwazî, ne ku kesek zorê dide te (Filîmon 14). Derheqa vê yekê em dikarin dîna xwe bidin prînsîpa ji Metelokê 12:24: “Destê jîran serweriyê dajon, lê belê têralî [tembelî] jî dibe dîltiyê”. Rast e gelek hindik in ewêd ku bi rastiyê dîltiyêda nin û wana zorê didine xebatê. Lê carna em xwexa xwe dikine dîl, çaxê em bê dil û zorê dixebitin. Lê merivê ku hê zêde dike ne ku çiqas ji wî tê dewakirinê – ew ne dîl e. Çimkî ew xwexa dijbêre û dixwaze – û emirê xwe xwexa kontrol dike.
DI EMIRÊ XWEDA XEBATÊ DAYNE CIYÊ LAYÎQ
Xebathizî tiştekî baş e. Lê em gerekê bîr nekin ku di emirê meda tiştêd hê ferz û lazim hene. Rast e Kitêba Pîroz me hêlan dike ku em xebatkar bin (Metelok 13:4). Lê Kitêba Pîroz nabêje ku gerekê emirê xwe tesmîlî xebatê kin. Ew dibêje ku: “Lepeke bi rihetiyê tije, ji du lepêd xebata giran û ba girtinê, çêtir e” (Waîz 4:6, DT). Ew merî kîjan ku temamiya wedê xwe û qewata xwe xerc dike ser xebata xwe, ew wê tu car şabûnê û lezetê nevîne ji vê xebatê. Bi vî cûreyî, xebata wî wê bêbereket be çawa girtina bayê.
Kitêba Pîroz dikare alî me bike wekî bi nihêrandina rast binihêrin ser xebata xwe. Rast e Kitêba Pîroz me hêlan dike wekî xebata xwe bi dil û can bikin, lê ew usa jî şîretê dide ku çi “here qenc e, . . . wê bibijêrin” (Fîlîpî 1:10). Lê çi ye here qenc bona me? Çaxê em tevî malbeta xwe û hevalêd xwe wede derbaz dikin. Lê hê ferz e şixulê ruhanî, mesele Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifkirin.
Ewêd ku usa dikin, ji xebata xwe şabûnê distînin û lezetê divînin. Wîllîam derheqa kîjanî ku di vê têmêda hatibû gotinê, giliyê usa dibêje: “Ez tevî kê ku dixebitîm, mesela mezin bû wê yekêda, ku xebata xwe dida ciyê layîq. Ew bi dil û can dixebitî û heleqetiya wî tevî kliyêntêd wî gelek baş bû, çimkî ewî xebata xwe rind dikir. Lê xilaziya roja xebatê, ewî xebat dida alîkî û hiş-aqilê xwe dida ser malbeta xwe û qulixkirina xwe. Û zanin çi? Ew bi rastiyê jî merivekî bextewar e!”