KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g18 № 2 rûp. 14
  • 11 Xebathizî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 11 Xebathizî
  • Hişyar Bin!—2018
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EW ÇI TÊ HESABÊ
  • ÇIMA FERZ E
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • Çawa ji Xebata Xwe Şabûnê Bistînin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Şabûnê Bistîne ji Xebata Xwe
    “Xwe Nava Hezkirina Xwedêda Xwey Ke”
  • Ji Xebata Xwe Şabûnê Bistîne
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
  • Hemû Keda Xweda Lezetê Bivîne
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2018
g18 № 2 rûp. 14
Kulfeta cahil direve

Çaxê em hîn dibin xebata xwe rind bikin, ew mîna wê yekê ye, ça sportê bikin, çi ku wê niha û axiriyêda jî karê tine

Bona Cahila

11 Xebathizî

EW ÇI TÊ HESABÊ

Merivên xebathiz xwe ji xebatê dûr nagirin. Ewana lezetê distînin ji xebatê, ku dikarin bona hewcên xwe xem bikin û alî yên dinêna bikin, hela hingê jî gava ev xebat berbiçev nîne.

ÇIMA FERZ E

Çi jî hebe, cem me gelek cabdarî heye. Di vê dinyayêda gelek meriv hiz nakin xebata giran bikin, lê çaxê tu xebathiz î û hemû xebat dikî, bi wê yekê tu kareke mezin distînî (Waîz 3:13).

Rêon dibêje: “Ez hîn bûm, ku çaxê rind dixebitim, hingê dilê xweda lezetê texmîn dikim û xwera firnaq dibim. Hestê lezetstandinê ez hêlan kirime xebatê hiz bikim. Çaxê tu xebatêda cabdariya xwe tînî sêrî, tu usa jî navekî baş xwera qazanç dikî”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Her şixulîda kar heye” (Metelok 14:23).

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Nihêrandina rast li ser xebatê pêşda bîne û şîretên ku jêrê têne dayînê, hilde hesab.

Şixulê ku tu dikî, hê rind bike. Firqî tune tu çi şixulî dikî, mesele dersê xwe, ser xebatê tiştekî dikî, yan jî şixulên din, bixebite ku xwe pêşkêşî şixulê xwe bikî. Diqewime te şixulek baş kiriye, lê dîsa jî mecala bivîne ku şixulê xweda hosta bî, him jî ku zû bikî û daha baş. Bi vê yekê tuyê daha cêribandî bî, û xebata te wê tera lezetê bîne.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Te ew merivê şixulkarê xwe dîtîye? Ew li ber padşa disekine, ne ku li ber merivê bêkêr disene” (Metelok 22:29).

Derheqa yên dinêna xem bike. Her derecada, gava tu cabdariyên xwe rind pêk tînî, bi wê yekê tu merivên dinra jî karê tînî. Besa xeberê, çaxê tu xebathiz î û xebata xwe rind dikî, bi wê yekê tu barê neferên mala xwe sivik dikî.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karên Şandiya 20:35).

Kîlomêtrekê zêdetir derbaz be. Gava tu tiştekî dikî, hê zêde bike, dêmek ji wê yekê zêdetir bike, çiqas ku ji te tê xwestinê. Tuyê evê yekê ne bi destê zorê bikî, lê bi rezedilî. Usa, çaxê tu hê zêde dikî, tu xwexa xwe kontrol dikî (Metta 5:41).

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Qenciya te usa nebe, çawa borcek kiribine stûyê te, lê bi rezediliya te be” (Filîmon 14).

Serwaxt be. Merivên xebathiz tembel nînin, ew ne jî fanatîkê xebata xwe ne. Ewana bi serwaxtî xebata xwe dikin, û lezetê divînin ça xebatêda usa jî wedê hêsabûnê.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Bi aramiyê tijîbûna lepekî, ji du lepên tijî ên ku bi kedê û ji xebata ku ji bo girtina bayê qenctir e” (Waîz 4:6).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin