KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • g18 № 2 rûp. 15
  • 12 Nêt

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • 12 Nêt
  • Hişyar Bin!—2018
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EW ÇI TÊ HESABÊ
  • ÇIMA FERZ E
  • TU ÇI DIKARÎ BIKÎ
  • Bi Nêtên Xweye Ruhanî Efirandar Rûmet ke
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike—2004
  • Tu Dikarî Nihêrandina Nepozîtîv ji Xwe Dûrxî
    Hişyar Bin!—2004
  • Cahilno, Hûn Nêtên Ruhanî Datînin Pêşiya Xwe?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2018
  • Berdewam ke Dostiya Xwe Tevî Yehowa Qewî ke
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
Hê Zêde Binihêre
Hişyar Bin!—2018
g18 № 2 rûp. 15
Xortê cahil planek hazir dike

Nêt wek plana avakirina tiştekî ne; û hergê tu qewatê bidî xebatê, tê bikaribî bigihîjî nêta xwe

Bona Cahila

12 Nêt

EW ÇI TÊ HESABÊ

Nêt ne ku tenê merem e, lê hê zêde ye. Dêmek tiştekî ku tu hizret î wekî biqewime. Fikirandin, safîkirin û rast wedebijartin, dikeve nava nêtên rast.

Nêt dikarin kin bin, kîjan ku nava çend heftiyada dikarî bînî sêrî. Usa jî hene nêtên usa, ku nava çend mehada dikarî bînî sêrî. Û hene yên dirêj jî, yên ku sala yan hê zêde dikişînin. Bi saya nêtên biçûk em dikarin bigihîjin nêt-meremên xweye dirêj.

ÇIMA FERZ E

Çaxê digihîjî nêtên xwe, ew alî te dike xweda bawer bî, hevaltiya xwe qewî kî û şabûna xwe zêde kî.

Xwebawerî: Çaxê tu nêtên biçûk datînî pêşya xwe û digihîjî wan nêta, tu xweda bawer dibî û hêlan dibî bigihîjî nêtên mezin jî. Bi vê yekê tu usa jî nava problêmên her rojîda, xweda bawer dibî û hêlan dibî nekevî ber bayê merivên din.

Hevaltî: Meriyara xweş tê nava wanda bin, yên ku nêta datînin pêşiya xwe. Dêmek ewên ku zanin çi dixwazin û hazir in bona wê yekê şixul bikin. Xêncî wê yekê, seva ku hevaltiya xwe qewî kin tevî merivekî din, lazim e tevî hev şixulkariyê bikin ku nêtên xwe tevayî bînin sêrî.

Bextewarî: Çaxê tu digihîjî nêtên xwe tu daha bextewar dibî.

Xortekî bi navê Krîstofêr dibêje: “Ez hiz dikim nêta dayînim pêşiya xwe. Bi saya wê yekê ez timê tiştekîva mijûl dibim û hêlan dibim evê yekê bikim. Û çaxê tu digihîjî nêtên xwe, tu lezetê distîni û dibêjî ‘Ça baş e, bal min hate standin! Ez gihîştime nêta xwe’”.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Yê çevdêriyê li bayê dike, naçîne û yê ku li ewran binêre, çinandine nake” (Waîz 11:4).

TU ÇI DIKARÎ BIKÎ

Evan gava hilde hesab ku bigihîjî nêt-meremên xwe.

Têderxe. Nêtên xwe binivîse, ku çi peyî çi dixwazî bikî. Bijbêre kîjan ji wan nêta tu dixwazî pêşiyê bînî sêrî, kîjan ya duda, sisiya û yên din.

Tivdîrê bike. Bona her nêteke xwe evê yekê bike:

  • Zelal kifş ke ku çiqas wede tera lazim e, wekî nêtên xwe bînî sêrî.

  • Gav bi gav safî ke.

  • Pêşda bifikire ku çi dikare riya te bigire, û ewan çetinaya teyax ke.

Bike. Hîviyê nîbe heta ku her tişt tera dest bide, ku destpêkî nêta xwe bînî sêrî. Hela bifikire: “Berî pêşin ez çi gerekê bikim, seva ku nêzîkî nêta xwe bim?” Paşê îda destpêke. Dîna xwe bidê, ku çawa tu hêdî-hêdî digihîjî nêta xwe.

PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne” (Metelok 21:5)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin