Bi Nêtên Xweye Ruhanî Efirandar Rûmet ke
“ÇAXÊ meriv nizane ku dixwaze here kîjan benderê, hingê tu ba wê alî wî neke”. Dibêjin wekî ev giliyê fîlosofekî Romayî ne, ku qirna yekêda dijît. Giliyê wî dide kifşê, wekî seva ku nêt-merema jîyîna meriv hebe, ew gerekê nêta dayne pêşiya xwe.
Kitêba Pîrozda meselên merivên usa hene, yên ku nêt dabûne pêşiya xwe. Mesele, Nuh weke 50 sala xebitî û “bona xilazbûna mala xwe gemî çêkir”. Derheqa Mûsa pêxember tê gotinê, wekî ew “çevnihêrî bû, ku heqê xwe” ji Xwedê “bistanda” (Îbranî 11:7, 26). Yêşû jî, kîjan ku dewsa Mûsa girt, nêt danîbû pêşiya xwe, ku erdê Kenanê zeft ke (Qanûna Ducarî 3:21, 22, 28; Yêşû 12:7-24).
Pawlosê şandî, kîjan ku qirna yekê D.M-da dijît, nêtên ruhanî danîbû pêşiya xwe. Ça tê kifşê, giliyê Îsa ser wî hukum kiribûn: “Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê” (Metta 24:14). Xewn-xeyalên ku Pawlos ji Îsa standibû, usa jî ew temiya ku “navê [Îsa]” miletên dinra jî bidine naskirinê, Pawlos hêlan kiribûn xîret be. Lema jî Pawlosê şandî roleke ferz lîst sazkirina civatên Mesîhiyada ça Asya Biçûkda, usa jî Ewropayêda (Karên Şandiya 9:15; Kolosî 1:23).
Ça em divînin, nava terîxiyêda xizmetkarên Yehowa timê nêt dane pêşiya xwe û gihîştine wan, bi saya çi jî rûmet dane Xwedê. Lê em çi cûreyî dikarin îro nêta daynin pêşiya xwe? Kîjan nêta em dikarin daynin û çi bikin, ku bigihîjine wan?
Bi Dilê Temiz Nêta Daynin Pêşiya Xwe
Em hergav û hemû derecên jîyîna xweda dikarin nêta daynin pêşiya xwe. Vê dinyayêda jî gelek merivên usa hene, yên ku xwera nêta datînin. Lê nêtên meye ruhanî cude dibin ji nêt û xwestinên vê dinyayê. Gava vê dinyayêda meriv nêta datînin, menî ew e ku ewana dixwazin zef dewletî bin, him jî hizreta hukumetiyê û nav-dengiyê ne. Wê çiqas neaqilayî be, wekî nêta seva vê yekê daynin ku hukumetiyê bikine destê xwe û navdar bin! Nêtên meye ku Yehowa Xwedê rûmet kin, piştgiriya Padşatiya Xwedê dikin (Metta 6:33). Em wan nêta datînin pêşiya xwe, çimkî Xwedê û meriya hiz dikin, û dixwazin Xwedêra amin bimînin (Metta 22:37-39; 1 Tîmotêyo 4:7).
Bira nêta dilê me temiz be, gava em nêta datînin pêşiya xwe û digihîjine wan, firqî tune em dixwazin borcdariyên diha mezin bistînin yan ruhanîda pêşda herin. Hela hê jî nêtên ku em bi dilê temiz datînin pêşiya xwe, timê nayêne sêrî. Lê em çi bikin ku bikaribin bigihîjine nêtên xwe?
Bira Xwestina Te Qewî be
Were şêwir kin, ku çawa Yehowa gerdûn efirand. Bi van giliya “bû êvar û sibeh”, Yehowa wede da kifşê ku wê çi pey çi bê efirandinê (Destpêbûn 1:5, 8, 13, 19, 23, 31). Destpêka wedê her efirandinekêda, Efirandar rind zanibû, wekî wê “rojê” çi gerekê biefirîne. Û ewî nêta xweye efirandinê gav pey gav anî sêrî (Eyantî 4:11). Îbo usa got: “Canê wî [Yehowa] çi bixwaze, wê . . . bike” (Îbo 23:13). Hemikî Yehowa çiqas şa dibû, çaxê dîna xwe dida “hemû kirina xwe” û digot, wekî ew “gelekî qenc bûn”! (Destpêbûn 1:31)
Seva ku nêtên me bêne sêrî, xwestina me bona wan nêta gerekê gelek qewî be. Wê çi alî me bike ku xwestina vî cûreyî nav xweda pêşda bînin? Gava erd bê cûre û vala bû, Yehowa dida ber çevê xwe axiriya kirên xwe, ku erd kosmosêda bibe durekî xas, kîjan ku hurmet-rûmetê wîra bîne. Em jî dikarin xwestina xweye ku nêtên xwe bînin sêrî, qewî kin, hergê bifikirin derheqa tiştên baş ku pêkanîna nêtên me wê pey xwe bînin. Serhatiya Tonî evê yekê rind dide kifşê. Ew 19 salî bû, çaxê cara pêşin çûbû fîlîala Şedên Yehowa Ewropaya Roavayêda û ew çi ku ewî wêderê dît, gelek dilê wî girt. Ji wî çaxî fikirek ji hişê Tonî dernediket: “Xwezil min jî cîkî vî cûreyîda bijîta û xizmet kira!” Tonî timê derheqa vê yekê difikirî û qewat dida xebatê, ku bigihîje nêta xwe. Çend sal şûnda çaxê ew teglîf kirin ku fîlîalêda xizmet ke, ew zef şa bû!
Hergê em tevî wan meriva hevaltiyê bikin, kîjan ku gihîştine hine nêtên xwe, ew yek jî dikare xwestina me zêde ke ku em bigihîjine nêtên xwe. Cêyson ku niha 30 salî ye, tîne bîra xwe, wekî çaxê ev hê biçûk bû, ewî xizmetkirin hiz nedikir. Lê paşî xilazkirina mektebê, ewî bi şabûnê destpêkir ça pêşeng xizmet ke. Çi alî Cêyson kir, wekî ewê xwestinê nav xweda pêşda bîne? Ew dibêje: “Min timê tevî pêşenga xizmet dikir û tevî wan hevaltî dikir, û ev yek gelek baş ser min hukum bû”.
Nêtên Xwe Binivîsin
Fikirên me diha zelal dibin çaxê em bi giliya şirovedikin. Silêman gotibû, wekî qewata xeberên ku rast têne bijartinê, heye û ewana mîna şiva şivan in, ku rêberiyê dide heywana (Waîz 12:11). Gava gilî têne lêkirinê, ewana dikarin gelek ser hiş-aqilê me û ser dilê me hukum bin. Lema jî Yehowa temî dabû padşên Îsraêlê, wekî Qanûnê ber bigirin (Qanûna Ducarî 17:18). Wê baş be ku em nêtên xwe û mêtodên ku em ça bigihîjine wan, xwera binivîsin. Usa jî em dikarin binivîsin ku emê rastî çi çetinaya bên û ça dikarin alt kin. Him jî wê baş be têderxin kîjan pirsada em gerekê zanebûna xwe zêde kin, kîjan fereseta pêşda bînin û kê dikare piştgiriya me bike.
Nêtên ruhanî usa jî gelek baş ser Cêfrî hukum bûn. Cêfrî gelek sal ça pêşengê mexsûs ciyê dûr, Asyayêda xizmet dikir. Wedê xizmetkirina wîye Asyayêda nişkêva jina wî mir. Paşî vê qeziyê, gava ew hinekî hate ser hişê xwe, ewî nêtên ruhanî danî pêşiya xwe û her tişt dikir seva ku bigihîje wan nêta. Evê yekê alî wî kir, wekî qidûm nekeve. Ewî safî kir hemû qewata xwe xizmetkirina pêşengtîda xerc ke. Ewî nêtên xwe ser kaxaz nivîsî û derheqa wan nêta dua kir. Ewî xwest wekî xilaziya mehê tevî sê meriva hînbûna Kitêba Pîroz destpêke. Her roj ew difikirî hela ewî çi îda kir û dehe roja carekê dîna xwe didayê hela ew gihîştiye çi. Gelo axiriyêda ew gihîşte nêtên xwe? Erê, ewî ne ku sisê, lê çar hînbûnên Kitêba Pîroz destpêkir! Ewê yekê şabûneke mezin kire dilê wî!
Ji Nêtên Biçûk Destpêke
Dikare usa bê kifşê, wekî çetin e bigihîjî hine nêta. Tonîra, derheqa kîjanî ku jorê hatibû gotinê, usa dihate kifşê ku xizmetkirina fîlîala Şedên Yehowada, nêteke rêalî nîne. Menî ew bû, ku rabûn-rûniştina wî ne layîqî normên Xwedê bû û ewî ne jî xwe tesmîlî Xwedê kiribû. Lê dîsa jî Tonî safî kir jîyîna xwe li gora normên Xwedê biguhêze û nêt danî pêşiya xwe, ku bê nixumandinê. Paşî nixumandinê jî ewî nêtên teze danî pêşiya xwe. Ewî salnema xweda kifş kir, ku çi çax wê destpêke ça pêşengê wedelû û paşê jî ça pêşengê hertim xizmet ke. Paşî destpêkirina pêşengtiyê, nêta wîye ku fîlîalêda xizmet ke, bona wî îda rêalî bû.
Em jî dikarin bifikirin, ku kîjan nêtên biçûk em dikarin daynin pêşiya xwe, seva ku bigihîjine nêta xweye sereke. Nêtên biçûk mîna nîşanên ser rê, dikarin me berbi nêta sereke bivin. Em gerekê her car dîna xwe bidinê, hela em nêtên xweda çiqas pêşda çûne. Ev yek wê alî me bike, ku dîna me timê ser nêta meye sereke be. Usa jî gelek ferz e Yehowara timê duakirinêda derheqa nêtên xwe gilî kin. Ev yek wê alî me bike ku terka nêta xwe nedin. Pawlosê şandî got: “Her gav dua bikin” (1 Têsalonîkî 5:17).
Xîret be û Sist Nebe
Hergê jî me grafîka rind xwera çêkiriye û gelek hizreta wê yekê ne, ku bigihîjine nêta xwe, lê dîsa jî diqewime nayê standin. Bide hesabê xwe, ku Yûhennayê şandî, ku jêra Marqos digotin, çiqas dilteng bû çaxê Pawlosê şandî wedê rêwîtiya xweye duda nexwest wî tevî xwe bive! (Karên Şandiya 15:37-40) Marqos gerekê ji vê yekê xwera ders hilda û nêtên xweye derheqa zêdekirina xizmetiyê, biguhasta. Ewî hema usa jî kir. Hine wede şûnda Pawlos derheqa Marqos baş xeber da. Usa jî Marqos tevî Petrûsê şandî Babîlonêda şixulkarî dikir (2 Tîmotêyo 4:11; 1 Petrûs 5:13). Wîra hela hê qedirekî usa jî hatibû dayînê, ku ewî ji bîna ber Xwedê serhatiya derheqa jîyîn û xizmetiya Îsa nivîsî.
Diqewime em jî rastî çetinaya bên, çaxê nêtên ruhanî datînin pêşiya xwe û berbi wan diçin. Lê dewsa ku sist bin û terka nêta xwe bidin, wê baş be hine lêkolîna bikin, dîsa carekê kûr derheqa nêta xwe bifikirin û hergê lazim e guhastina bikin. Gava ser riya me çetinayî pêşda tên, em gerekê xîret bin û qewatê bidine xebatê, seva ku sist nebin. Silêman Padşayê bîlan usa me dide bawerkirinê: “Şixulê xwe bide destê Xudan û tê bigihîjî nêt-meremê xwe” (Metelok 16:3).
Lê dîsa jî carna ji bo hine dereca, em nikarin bigihîjine nêtên xwe. Mesele ji bo sihet-qewata sist yan borcdariyên malbetê, emê nikaribin nêta xwe bînin sêrî. Çi jî hebe, were em tu car bîr nekin, wekî xelata meye mezin, jîyîna heta-hetayê ye, yan li ezmên yan jî ser erdê (Lûqa 23:43; Fîlîpî 3:13, 14). Lê çawa evê xelatê qazanc kin? Yûhennayê şandî usa nivîsî: “Ewê ku emirê Xwedê diqedîne wê heta-hetayê bimîne” (1 Yûhenna 2:17). Meriv dibeke ji bo dereca xwe, nikaribe bigihîje nêta xwe, lê ew dîsa jî dikare “ji Xwedê bitirse û emrên wî bigire” (Waîz 12:13, ÎM). Nêtên ruhanî alî me dikin, ku dîna me timê ser wê yekê be, wekî qirara Xwedê bînin sêrî. Lema jî were em bi nêtên xwe Efirandarê xwe timê hurmet-rûmet kin.
[Çargoşe]
Ser Wan Nêtên Ruhanî Bifikire
○ Her roj Kitêba Pîroz bixûne
○ Her jûrnaleke “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!” ku teze dertên, bixûne
○ Duayên xwe baş ke
○ Berê ruh bide kifşê
○ Bixebite ku xizmetiya xwe zêde kî
○ Belakirina mizgîniyêda û hînkirinêda bibe hoste
○ Hîn be ku rind bi têlêfonê, neformal û li ciyên ku gelek meriv top dibin xizmet kî