KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 7/1 rûp. 6-7
  • Xemgînî Derheqa Malbetê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xemgînî Derheqa Malbetê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ÇI TÊ HESABÊ BAWERIYA ME HEBE?
  • Xemgînî Hemû Dera Heye!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Hemû Xemên Xwe Bavêje ser Yehowa
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Xemgînî ji bo Qeziya
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Dua—Ew Çi Karê Dikare Bide Te
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 7/1 rûp. 6-7

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI BIKIN ÇAXÊ PIR XEMGÎN DIBIN

Xemgînî Derheqa Malbetê

Canêt gilî dike: “Paşî mirina bavê min, malxê min minra got ku ewî jineke din xwera dîtiye. Paşê, ewî mera pêşda negot wekî diçe û nişkêva kincê xwe top kir, qe xatrê xwe jî ji me nexwast, û usa ez tevî du zara hîştim û çû”. Canêtê destpêkir bixebite, lê heqê wê têra krêdîta malê nedikir. Xêncî xemgîniya bona pera, ew rastî problêmên din jî hat. Canêt gilî dike: “Ez gelek dilteng dibûm ji bo cabdariyên xweye teze, kîjan ku min gerekê tenê bikira. Min xwe neheq dikir, çimkî min haqas nikaribû bona zarên xwe bikira, çawa ku dê-bavên din dikirin. Û heta niha ez berxwedikevim ji bo wê yekê, ku meriv ça ser min û zarên min dinihêrin. Dibek ewana difikirin, ku min hemû tişt nekir, seva ku zewaca xwe xwey kim?”.

Canêt difikire derheqa problêmên malbetê kîjan ku ewê derbaz kiriye

Canêt

Duakirinê alî Canêtê kir, ku xwe destê xweda bigire û heleqetiya xwe tevî Xwedê xwey ke. “Şev minra gelek çetin e, çaxê deng tune ez dikevime mitala û aciz dibim. Seva ku rihet razêm, duakirin û xwendina Kitêba Pîroz alî min dikin. Ez zef hiz dikim rêzên ji Fîlîpî 4:6, 7, kîderê ku tê gotinê: ‘Bona tu tiştî xem nekin, lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayîya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we . . . xwey ke’. Min gelek şev bi duakirinê derbaz kirine û min texmîn dikir, ku çawa edilaya ku Yahowa minra dide, min dilgerm dike”.

Bona hemû cûre xemgînya, alî me dike giliyên ku Îsa ser çiyayê Sermonê gotibû: “Berî xwestina we, Bavê we zane çi wera lazim e” (Metta 6:8). Tenê lazim e ku alîkariyê ji wî bixwazin. Duakirin gelek ferz e, çimkî bi wê em dikarin nêzîkî Xwedê bin, û ew jî nêzîkî me dibe (Aqûb 4:8).

Rast e em bi duakirinê dilrihet dibin, çimkî em xemgîniya xwe Yahowara gilî dikin, lê duakirin dîsa kareke mezin tîne. Yahowa Xwedayê ku “duaya dibihîze”, alî wan dike kê baweriya xwe wî tîne (Zebûr 65:2, ÎM). Lema jî Îsa peyçûyên xwe hîn dikir ku “her gav dua bikin û aciz nebin” (Lûqa 18:1). Em gerekê timê ji Xwedê rêberiyê û alîkariyê bixwazin, û îtbariya xwe wî bînin, ku ew ji bo baweriya me wê me kerem ke. Em tu car gerekê dudilî nebin, ku Xwedê dixwaze û qewata wî jî heye seva ku alî me bike. Û çaxê em “her gav dua” dikin, ew yek eyan dike ku baweriya meye qewî heye (1 Têsalonîkî 5:17).

ÇI TÊ HESABÊ BAWERIYA ME HEBE?

Bi rastiyê çi tê hesabê bawerî? Çaxê em Xwedê nas dikin çawa kes, ew yek dikeve nava baweriyê (Yûhenna 17:3). Em ji Kitêba Pîroz dikarin Xwedê nas kin, çimkî têda fikirên wî nivîsar in. Em usa jî ji Kitêba Pîroz pêdihesin, ku Xwedê me her kesî divîne, û dixwaze alî me bike. Lê baweriya rast ew hê zêde ye, ne ku tenê zanebûna derheqa Xwedê. Baweriya rast ew e, çaxê heleqetiya me tevî wî nêzîk e, çawa tevî dost. Lê çawa em nikarin rojekêda tevî meriva bibine dost, usa jî em nikarin rojekêda bibine dostê Xwedê. Baweriya me hindava Xwedê qewî dibe wî çaxî, çaxê em hê zêde derheqa wî pêdihesin. Usa jî çaxê em “her gav kirinêd ku wî xweş tên” dikin, em divînin ku ew ça alî me dike (2 Korintî 10:15; Yûhenna 8:29). Baweriya Canêtê hema usa bû, û evê yekê alî wê dikir, ku pir xemgîn nebe.

Canêt dibêje: “Baweriya min bi wê yekê qewî dibû, çaxê min hemû derecada destê Yahowa didît. Ez tevî zarên xwe gelek car rastî neheqiya dihatim, û me nizanibû çawa safî kin. Lê çaxê min timê Yahowara dua dikir, ewî rêke usa mera vedikir, ku qe hişê mera derbaz nebibû. Çaxê ez wîra dua dikim, û razîbûna xwe wîra didime kifşê, timê dikeve bîra min ku ewî bona min çiqas zef kiriye. Xwedê timê wededa alî me dikir. Ewî pêşkêş daye min hevalên rast, dêmek xûşk-birên Mesîhî, kîjan ku timê hazir in alî min bikin û hin jî meselên baş in bona zarên min”.a (Binihêre spartin.)

Dê tevî zarên xwe wede derbaz dike

“Ez niha hê rind fem dikim, ku çira Yahowa Malaxî 2:16-da dibêje ku ew hevqetandinê nefret dike. Çaxê mêr yan jin nemamiyê dike, ew yek êşeke mezin tîne. Rast e îda gelek wede derbaz bûye ku malxê min ji min qetiyaye, lê heta niha ez xwe tenê texmîn dikim û min tirê ez kêrî tiştekî nayêm. Çaxê fikirên usa têne hişê min, ez dixebitim ku alî kesekî bikim, û paşê bi vê yekê ez xwe baş texmîn dikim”. Canêt prînsîpa ji Kitêba Pîroz dide xebatê, dêmek ew xwe ji meriva dûr nagire, û bi wê yekê ew pir xemgîn nabe.b (Binihêre spartin.) (Metelok 18:1).

“Xwedê . . . bavê sêwiya [êtîma], xwedanê jinebiya ye” (Zebûr 68:5, ÎM).

“Dilbînîke gelek mezin e bona min, ku ez zanim wekî Xwedê bavê êtîma ye û sitara jinebiya ye. Ew tu car wê me nehêle, ça ku malxê min em hîştin” (Zebûr 68:5). Canêt zane ku Xwedê xirabiyêda meriva nacêribîne. Lê dewsê, ew “bi merdanî” bîlaniyê û “qewatê” dide me gişka, seva alî me bike ku xemgîn nebin (Aqûb 1:5, 13; 2 Korintî 4:7).

Lê hergê em ji bo qeziya xemgîn dibin?

a Binihêre 1 Korintî 10:13; Îbranî 4:16.

b Bona hê zêde pêbihesin, ku çi bikin seva ku zef xemgîn nabin, binihêrin rêza gotara bi navê “Tu Emirê Xwe Kontrol Dikî?”, di jûrnala “Hişyar Bin!”, ya meha Tîrmehê, sala 2015, bi onlayn ser malpera www.jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin