KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 7/1 rûp. 8-9
  • Xemgînî ji bo Qeziya

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Xemgînî ji bo Qeziya
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • DUAKIRIN GELEK FERZ E
  • GUMAN BONA AXIRIYÊ
  • Xemgînî Hemû Dera Heye!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Hemû Xemên Xwe Bavêje ser Yehowa
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Tu Ça Dikarî ber Xemên Xwe Sebir kî?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 7/1 rûp. 8-9

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI BIKIN ÇAXÊ PIR XEMGÎN DIBIN

Xemgînî Ji Bo Qeziya

Alona gilî dike: “Çaxê ez dengê sîrêna dibihêm, dilê min dikute, û ez direvim cîkî sitar dibim, lê yeke hêsa nabim. Lê hê xirab ew e, çaxê ez derva me û tu cî-sitarê nikarim bivînim. Carekê ez derva bûm û dengê sîrêna kete guhê min. Ji tirsê min destpêkir bigirîm û bîna min çikiya. Çend sihet derbaz bû, û ez hinekî ser hişê xweda hatim, lê nişkêva dîsa dengê sîrênê destpêbû”.

Alona xemgîn dibe bona xofiya teqandina bomba

Alona

Şer ew tenê qeziyak e, lê hene dîsa gelek qezî. Mesele, hergê tu nişkêva pêbihesî ku nexweşiya te yan jî ya merivên teyî nêzîk heye, kîjan ku berbi mirinê dibe, ew yek bona te dikare usa be, çawa ku bomba ji ezman bikeve. Hinek jî berxwedikevin çimkî ditirsin ku axirî wê ça be. Ewana xemgîn dibin: “Gelo dibeke zarên me yan jî neviyên me bijîn dinya usada, ku tije be bi şera, neheqiyê, guhastina klîmatê û êpîdêmiya?” Lê em çi dikarin bikin çaxê bona tiştên usa xemgîn dibin?

“Kesê aqil dema xetayê divîne xwe vedişêre”, çimkî ew naxwaze bikeve xetayê (Metelok 27:12). Em çawa miqatî sihet-qewata xweye fîzîkî dibin, em usa jî gerekê miqatî pisîkîka xwe bin. Bona pisîkîka we û zarên we ne baş e wedederbazkirina ku zorbetî têda heye, yan jî çaxê hûn dinihêrin deng û besên yan nûçêyên usa ku tiştên zorbetî nîşan dikin, çimkî ew yek xemgîniyê zêde dikin. Em gerekê xwe ji wan tişta dûr bigirin û nenihêrin. Çaxê em usa dikin, ew nayê hesabê ku em ji rêalîstiyê direvin. Xwedê hişê me usa çênekiriye, seva ku em bi zulmiyê û zorbetiyê tije kin. Dewsê em gerekê bifikirin derheqa “rastiyê . . . heqiyê . . . helaliyê . . . û xweşiyê”. Hergê em usa bikin, “Xwedêyê edilayîyê” wê edilayê bide me (Fîlîpî 4:8, 9).

DUAKIRIN GELEK FERZ E

Baweriya qewî alî me dike ku xemgîn nebin. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin” (1 Petrûs 4:7). Em duakirinêda dikarin bîlaniyê û mêrxasiyê ji Xwedê bixwazin, seva ku ji derecên çetin derên.Lê em gerekê bawer bin, ku “ew her tiştêd ku em jê dixwazin dibihê” (1 Yûhenna 5:15).

Avî û Alona bona alîkariyê dua dikin Xwedêra

Tevî mêrê xwe Avî

Kitêba Pîroz dibêje ku “serwêrê vê dinyayê” Şeytan e, ne ku Xwedê. Û hin jî Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (Yûhenna 12:31; 1 Yûhenna 5:19). Lema jî Îsa peyçûyên xwe hîn kir ku usa dua bikin: “Me ji yê xirab xilaz ke” (Metta 6:13). Alona dibêje: “Çaxê ez dengê sîrêna dibihêm, ez ji Yahowa hîvî dikim ku alî min bike, seva ku ez xwe kontrol kim. Usa jî malxê min minra têlê dixe, û tevî min pê têlê dua dike. Duakirin bi rastiyê jî alî min dike”. Kitêba Pîroz jî ewê yekê dibêje: “Xudan nêzîkî wan hemûyan e, ku bang [gazî] dikinê, ew yên ku, ji dil bang dikinê” (Zebûr 145:18, ÎM).

GUMAN BONA AXIRIYÊ

Ser çiyayê Sermonê, Îsa peyçûyên xwe hîn kir, ku usa dua bikin: “Padşatiya te bê” (Metta 6:10). Padşatiya Xwedê wê hemû meniyên, ku xemgîniyê tîne, kuta ke heta-hetayê. Xwedê wê bi Îsa hemû şera bide hildanê (Îşaya 9:6; Zebûr 46:9). Xwedê “wê di nava gelek netewanda [cimetada] serwêriyê bajo . . . Wê gel [milet] li dijî [miqabilî] gelî şûr raneke û îdî hînî cengê nebin . . . û yê ku wan bitirsîne tune be” (Mîxa 4:3, 4). Malbetên bextewar “wê xaniyan ava bikin û rûnên û rezan daynin û mêwa wê bixwin” (Îşaya 65:21). Û tu kes wê nebêje: “Ez nexweş im” (Îşaya 33:24).

Îro, rast e em hemû tiştî dikin seva ku nekevine qeziya, lê hene “wext û dem” ku em nikarin jê birevin. Dêmek, em nikarin xwe xwey kin ji wan hemû dereca yan ciya, kîderê ku qezî dikare bê (Waîz 9:11). Gelek qirne ye ku ji bo şera, zorbetiyê û nexweşiya, gelek merivên baş dimirin. Lê gelo çi guman heye bona wan meriva?

Gelek meriv, hejmara kîjana ku tenê Xwedê zane, wê dîsa vegerine jîyînê. Lê niha ewana xewa mirinêda nin, û bîra Xwedêda dimînin, heta hingê, çaxê “hemûyêd tirbada wê . . . rabin” (Yûhenna 5:28, 29). Kitêba Pîroz derheqa gumana saxkirinê dibêje: “Eva gumana bona jiyîna me dibe lengereke hîmgirtî û amin” (Îbranî 6:19). Lê Xwedê “ev yekana hemûyara dane îzbatkirinê, gava ew [Îsa] . . . ji mirinê rakir” (Karên Şandiya 17:31).

Îro, hela hê ew meriv jî xemgîn dibin, yên ku dixebitin dilê Xwedê şa kin. Paûl, Canêt, û Alona zef xemgîn nabin bi saya bîlaniyê, duakirinê, û bi baweriya qewî hindava gumana axiriyê, ku Kitêba Pîroz dide. Usa jî “bira Xwedêyê gumanê dilê we bi şabûnê û edilayîyêva bikimkimîne, bona wê baweriya we” (Romayî 15:13).

Çiçax Alîkariya Hekîma Lazim e?

Hergê te hine tişt îda kiriye, lê yeke nikarî xwe ji xemgîniyê xilaz kî, usa ne dibeke tera lazim e herî bal hekîm. Hergê tu ser problêmên û strêsên ne usa mezin, gelek xemgîn dibî û tevhev dibî, wî çaxî menî dibek sihet-qewata te ye. Hekîm dibeke pêşiyê binihêre sihet-qewata teye fîzîkî, çimkî carna nexweşiya fîzîkî dibe meniya xemgîniyê. Û usa îda hekîm wê bikaribe qenckirina lazim tera kifş ke.a

a Eva jûrnala cûrê qenckirinêye konkrêt nabêje. Mesîhî gerekê xwexa safî ke û bawer be ku cûrê qenckirina wî, nemiqabilî prînsîpên Kitêba Pîroz e. Usa jî binihêre têma “Çawa Alî Wan Bikin, yên ku Gelek Xemgîn Dibin,” di jûrnala “Hişyar Bin!”, ya Adarê, sala 2012, usa jî bi onlayn e ser malpera www.jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin