KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 12/1 rûp. 4-5
  • Kitêba ku Hêsa tê Femkirinê

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Kitêba ku Hêsa tê Femkirinê
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • NIVÎSAR KU FEMDARÎ YE
  • DESTDIKEVE BONA HER KESÎ
  • Kitêba Pîroz Çi Cûreyî Kitêb e?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Kitêba Pîroz Elametiya ji Xwedê ye bona Me
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Yahowa Ew Xwedê ye ku Tevî Xizmetkarên Xwe Xeberdide
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Çi Dikare Xwendina Kitêba Pîroz Mera Hewas ke?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 12/1 rûp. 4-5
Xwendina Kitêba Pîroz yan neşirkirî û pê têlê

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | HÛN DIKARIN FEM KIN

Kitêba ku Hêsa tê Femkirinê

Kitêba Pîroz pirtûka gelek kevin e. Nivîsandina Kitêba Pîroz destpêbû weke 3 500 sal pêşda. Hingê ew wede bû, çaxê dînastiya Çînayaye qewî bi navê Şan serwêrtî dikir û dehe qirne pêşda, pêşiya ku Bûdîzm destpêbûya di Hindistanêda. (Binihêre çargoşe “Înformasiya Kin derheqa Kitêba Pîroz”.)

Kitêba Pîrozda cabên ser gelek pirsên ferz hene

Seva ku kitêb alî meriva bike û kêrhatî be bona wan, ew kitêb gerekê hêsa bê femkirinê. Kitêba Pîroz hema kitêbeke wî cûreyî ye. Di wê kitêbêda cabên ser gelek pirsên ferz hene.

Mesele, qe we pirseke usa daye xwe: “Gelo çira em dijîn?” Bi hezara sala, meriva dixwastin caba vê pirsê pêbihesin, û usa jî niha dixwazin pêbihesin. Caba vê pirsê em dikarin bivînin di Kitêba Pîrozda. Di Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê qewimandinên ji destpêkêda, dêmek bi mîlîarda sala pêşda, çaxê gerdûn, usa jî galaktîka, steyrk, û erd hatine çêkirinê (Destpêbûn 1:1). Paşê tê gilîkirinê, ku çawa erd hate çêkirinê bona jîyînê, çawa tiştên bînber hatine çêkirinê, û çawa meriv hate dinê, û hin jî bona kîjan nêtê.

NIVÎSAR KU FEMDARÎ YE

Kitêba Pîroz şîretên kêrhatî dide me, kîjan ku alî me dikin ku em problêmên xweyî herrojî safî kin. Û ew şîret hêsa tên femkirin. Ew yek du tiştada tê kifşê.

Ya pêşiyê, çi ku Kitêba Pîrozda tê gotinê femdarî ye, eyan e, û hewas e. Kitêba Pîrozda nehatine xebitandin xeberên nefemdarî yan jî xeberên mîstîkî, Kitêba Pîrozda hatine xebitandinê xeberên konkrêt, kîjan ku digihîjine dilê me. Fikirên çetin bi giliyên usa hatine derbazkirinê, kîjan ku mera nas in.

Mesele, Îsa gelek meselên hêsa dida xebatê, kîjan ku ji emirê merivayî herrojî bûn, seva ku ewî çi ders dida wan, bigihîje dilê wan. Heçî zef ji wan mesela, di Kitêba Pîrozda pirtûka Metta serê 5-7-da nivîsar in. Wî çaxî Îsa ser çiyê elalet hîn dikir. Zandarekî ev hînkirina ser çiyê nav kir “şêwirkirina kêrhatî”, û ewî dîna xwe dayê ku nêta vê hînkirina Îsa “ew nîne ku hişê me bi fikirên teze tijî ke, lê ew rêberiyê dide û hukum dike ser emirê me”. Hûn dikarin ewan seriya nava 15-20 deqada bixûnin, û hûnê ecêbmayî bimînin ku giliyên Îsa çiqas hêsa û qewî ne.

Têmên Kitêba Pîroz jî, didine kifşê ku Kitêba Pîroz hêsa û femdarî ye. Lê ew ne kitêba çîroka ye. Çawa ku ênsîklopêdîa “World Bûk” (“The World Book Encyclopedia”) dibêje, Kitêba Pîrozda nîvê zef hatiye nivîsarê “derheqa merivên girîng û merivên negirîng”, usa jî derheqa “şaşiyên wan, meremên wan, û tengasiya wan, û usa jî serketinên wan”. Ew qewimandinên merivên rêalî mera hêsa ye fem kin, û hin jî em dikarin ji wan qewimandina dersê xwera hildin (Romayî 15:4).

DESTDIKEVE BONA HER KESÎ

Seva ku kitêbekê fem bikin, ew kitêb gerekê ser wî zimanî be, kîjan ku hûn zanin. Îro, hêsa destdikeve Kitêba Pîroz ser gelek zimana, û dibeke ew heye ser wî zimanî kîjan ku hûn fem dikin, û firqî tune hûn kîderê dijîn yan çi milet in. Were bivînin ku ça ew yek hate standin ku Kitêba Pîroz usa hêsa destdikeve.

Welgerandin. Kitêba Pîroz hatiye nivîsarê ser zimanê Îbranî, Aramîyî, û Yûnanî. Ji bo wê yekê gelek hindik meriva karibûn evê kitêbê bixûnin û fem bikin. Lema jî seva ku merivên din jî bikaribin bixûnin li ser zimanê xwe, gelek tişt hate kirinê ji aliyê welgerên dilsaxda. Bi saya şixulê wan, Kitêba Pîroz bi temamî yan bi par, ser weke 2 700 zimana hatiye welgerandinê. Dêmek weke 90 selef meriva zêdetir dikarin Kitêba Pîroz bi temamî yan bi par bixûnin ser zimanê xweyî dayîkê.

Neşirkirin. Kitêba Pîroze orîjînal hatibû lêkirinê ser çermê heywana û papîrûsa. Seva ku ewê têkstê derbaz kin, lazim bû ku rast û fesal bi desta kopî bikin. Kopîên usa biha bûn û tenê hine meriva karibûn ewê kopîê xwera bikirin. Lê bi saya mekîna neşikirinê ya Gyûtênbêrg, kîjan ku weke 550 sal pêşda hate çêkirinê, Kitêba Pîroz gelek bela bû. Di hesabekîda hate kifşê, ku pênc mîlyarda zêdetir kopîên Kitêba Pîroz bi temamî yan bi par hatine neşirkirinê.

Di wan tiştada tu kitêbeke rêlîgî nikare beramberî Kitêba Pîroz be. Eyan e ku Kitêba Pîroz ew kitêb e, kîjan ku em dikarin fem kin. Rast e femkirina vê dikare hinekî çetin be, lê alîkarî heye. Gelo kîderê? Û ew yek çi karê dikare wera bîne? Derheqa wê yekê emê pêbihesin têmayê dinda.

Înformasiya Kin derheqa Kitêba Pîroz

  • Kitêba Pîroz bi 66 pirtûka ye.

  • Nava serecema Kitêba Pîrozda nin terîxî, pêxembertî, poêt, metelok, kilam û nemek.

  • Nivîsandina vê destpêbû sala 1513 B.D.M., û xilaz bû di 98 D.M., dêmek ew nava 1 600 salada hate nivîsarê.

  • Kitêba Pîroz weke 40 meriva bi rêberiya Xwedê nivîsîn.

Jiyanê çawa dest pê kir?

Hê zêde înformasiya derheqa efirandina emir, binihêrin broşûra “Jiyanê çawa dest pê kir?” ya ku Şedên Yahowa neşir kirine. Ew broşûr usa jî dest dikeve di malpera www.jw.org.

Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?

Seva ku hê zêde pêbihesin derheqa Kitêba Pîroz, binihêrin broşûra “Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?” , kîjan ku Şedên Yahowa neşir kirin. Ew broşûr usa jî dest dikeve di malpera www.jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin