KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w15 12/1 rûp. 8-12
  • Yahowa Ew Xwedê ye ku Tevî Xizmetkarên Xwe Xeberdide

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Yahowa Ew Xwedê ye ku Tevî Xizmetkarên Xwe Xeberdide
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • XWEDÊ TEVÎ MERIVA XEBERDIDE
  • XWEDÊ XEBERA XWE XWEY DIKE
  • LAZIM BÛ WELGERANDINA KITÊBA PÎROZ YA TEZE
  • Welgerandina Kitêba Pîroz ku Hêsa ye Fem kin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Xebera Xwedayê Me Heta-Hetayê Dimîne
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Kitêba Pîroz Çawa Gihîşte Me
    Hişyar Bin!—2007
  • Çira Me Welgerandina Dinya Teze Neşir kir?
    Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
w15 12/1 rûp. 8-12
Şewqa tevê davêje ser Adem di baxçê Edenêda

Yahowa Ew Xwedê ye ku Tevî Xizmetkarên Xwe Xeberdide

“Ez lava dikim, min guhdarî bike ku ez bibêjim” (ÎBO 42:4).

KILAMÊN: 37, 23

HÛNÊ ÇA CABA XWE BIDIN?

  • Çira Xwedê zimanê hêsa dide xebatê çaxê tevî meriva xeberdide?

  • Çira bona Yahowa problêm nîne ku meriv ser cûre-cûre zimana xeber didin?

  • Çira teşkîleta Yahowa “Welgerandina Dinya Teze” derxist?

1-3. a) Çira fikirên Xwedê û zimanê wî ji yê meriva zêdetir e? b) Di vê têmayêda emê derheqa çi xeberdin?

YAHOWA xwast ku yên mayîn jî bijîn û bextewar bin, lema jî ewî milyaket û meriv efirandin (Zebûr 36:9; 1 Tîmotêyo 1:11). Pêşiyê Yahowa ew efirand, kîjan ku Yûhennayê şandî ser wî got “Xeber” (Yûhenna 1:1; Eyantî 3:14). Yahowa tevî vî efrînê xweyî pêşin, dêmek tevî Îsa, xeberdida û fikirên xwe û hestên xwe wîra gilî dikir (Yûhenna 1:14, 17; Kolosî 1:15). Pawlosê şandî dibêje ku milyaket jî xeberdidin û zimanê wan jî heye, kîjan ku gelek cude ye ji zimanê meriva (1 Korintî 13:1).

2 Yahowa derheqa mîlîarda milyaket û merivên ku ewî efirandiye hemû tiştî zane. Ew dikare carekêra duayên bi mîlyona meriva bibihê û fem bike, û wîra firqî tune ser kîjan zimanî ewana xeberdidin. Yahowa çaxê duayên hemû meriva dibihê, wî çaxî ew usa jî tevî milyaketa xeberdide û rêberiyê wan dike. Xwedê wekî haqas tişt dike, femdarî ye ku fikirên wî û zimanê wî ji yên meriva gelek zêdetir e. (Bixûne Îşaya 55:8, 9.) Lema çaxê ew tevî meriva xeberdide, ew gotina xwe hêsa dike, seva ku em wî fem kin.

3 Di vê têmayêda, emê pêbihesin ku çawa Yahowa zelal tevî meriva xeberdide. Emê usa jî bivînin, ku ewî ça cûrê xeberdana xwe tevî me guhast, anegorî zeman û dereca.

XWEDÊ TEVÎ MERIVA XEBERDIDE

4. a) Kîjan ziman Yahowa daye xebatê seva ku tevî Mûsa, Samûyêl û Dawid xeberde? b) Çi înformasiya heye di Kitêba Pîrozda?

4 Çaxê Yahowa tevî merivê pêşin Adem xeberdida, ewî dibeke zimanê Îbranîye kevin dida xebatê. Paşê, Yahowa tevî Mûsa, Samûyêl, û Dawid xeberdida. Rast e wana ser zimanê Îbranî bi xeberên xwe û bi stîla nivîsandina xwe nivîsîn, lê bi rastiyê wana fikirên Xwedê dinivîsîn. Wana nivîsîn giliyên ku Yahowa wanra digot, û usa jî bi rêberiya wî nivîsîn ku çawa destpêbû heleqetiya Xwedê tevî cimeta wî. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê derheqa baweriya wan û hizkirina wan hindava Xwedê, û usa jî şaşiyên wan û neaminiya wan. Ew hemû înformasiya bona kara me hate nivîsarê (Romayî 15:4).

Nivîskarên Kitêba Pîroz xeberên ku raste-rast ji Yehowa distandin, dinivîsîn, û usa jî derheqa serhatiya heleqetiya Xwedê tevî cimeta wî dinivîsîn

5. Gelo Xwedê tenê zimanê Îbranî dida xebatê seva ku tevî meriva xeberde? Şirovekin.

5 Yahowa timê tevî meriva ser zimanê Îbranî xebernedida. Çaxê Îsraêlî ji dîltiya Babîlonêda aza bûn, hinek ji wana ser zimanê Aramîyî xeberdidan. Dibeke lema Daniyêl, Yêremya, û Ezra hine par ji Kitêba Pîroz ser zimanê Aramîyî nivîsîn.a (Binihêre spartin.)

Welgerandina Xebera Xwedê ji nivîsara orîjînal heta derxistina Welgerandina Dinya Teze ya sala 2013

6. Çira Nivîsarên Îbranî hatin welgerandinê ser zimanê Yûnanî?

6 Çaxê Îskenderê Mezin dinya nîvê zef kire bin destê xwe, zimanê Koînê, dêmek Yûnanî gelek welatada bû zimanê sereke. Gelek Cihûya destpêkirin xeberdin ser zimanê Yûnanî, û axiriyêda Nivîsarên Îbranî hate welgerandinê ser zimanê Yûnanî. Ew welgerandin hate navkirinê “Sêptûagînt”. Ew welgerandina Kitêba Pîroz ya pêşiyê û ya lape ferz bû. Êkspêrt bawer dikin ku “Sêptûagînt” 72 welgera welgerandin.b (Binihêre spartin.) Hinek welgera ji zimanê Îbranî xeber pey xeber welgerandin, lê yên din usa nedikirin. Lê yeke, Cihûyên ku ser zimanê Yûnanî xeberdidan û usa jî Mesîhiya bawer dikirin ku ev “Sêptûagînt” Xebera Xwedê ye.

7. Kîjan ziman Îsa dida xebatê seva ku şagirtên xwe hîn bike?

7 Çaxê Îsa li ser erdê bû, dibeke ewî ser zimanê Îbranî xeberdida (Yûhenna 19:20; 20:16; Karên Şandiya 26:14). Û dibeke ewî usa jî hine giliyên Aramîyî jî dida xebatê, kîjan ku wî çaxî belabûyî bûn. Lê Îsa usa jî zimanê Îbranîye kevin jî zanibû, kîjan ku Mûsa û pêxembera xeberdidan, û nivîsarên wan jî her heftî kinîştada dihatine xwendinê (Lûqa 4:17-19; 24:44, 45; Karên Şandiya 15:21). Rast e wedê Îsada ser zimanê Yûnanî û Latînî xeberdidan, lê Kitêba Pîroz nabêje ku Îsa jî ser wan zimana xeberdida yan na.

8, 9. Çira gelek Mesîhî ser zimanê Yûnanî xeberdidan, û ew yek me çi hîn dike derheqa Yahowa?

8 Peyçûyên Îsayî pêşin ser zimanê Îbranî xeberdidan, lê paşî mirina wî şagirtên wî ser zimanê din xeberdidan. (Bixûne Karên Şandiya 6:1.) Çaxê mizgîn dihate belakirinê, gelek Mesîhiya ser zimanê Yûnanî xeberdidan, ne ku bi zimanê Îbranî. Çimkî wî çaxî zimanê Yûnanî belabûyî bû, lema kitêba Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna bela bûn ser zimanê Yûnanî.c (Binihêre spartin.) Usa jî nemên Pawlos û kitêbên din yê Kitêba Pîroz hatine nivîsarê ser zimanê Yûnanî.

9 Hewas e, ku çaxê nivîskarên Nivîsarên Yûnanî rêzên ji Nivîsarên Îbranî wedikilandin, wana gelek car “Sêptûagînt” didane xebatê. Cara, ew rêzên wekilandî hinekî cude dibûn ji orîjînala zimanê Îbranî. Û ew xebat ku welgerên nekamil kirine, bûye pareke Xebera Xwedê ku cem me îro heye. Ew yek me hîn dike ku Yahowa firqiyê nake orta zimana yan kûltûra. (Bixûne Karên Şandiya 10:34.)

Xwedê hîviyê nîne wekî em zimanekî mexsûs hîn bin, ku derheqa wî û nêtên wî pêbihesin

10. Em çi pêdihesin ji vê yekê ku Yahowa ça tevî meriva xeberdide?

10 Em pêhesiyan ku Yahowa tevî meriva usa xeberdide ku ewana fem kin. Ew ji me hîviyê nîne ku em zimanekî mexsûs bidine xebatê, seva ku wî û qirara wî nas kin. (Bixûne Zekerya 8:23; Eyantî 7:9, 10.) Em usa jî pêhesiyan ku rast e Yahowa rêberiya nivîskarên Kitêba Pîroz dikir ku gotinên wî binivîsin, lê ewî wanra îzin da ku ewana bi xeberên xwe fikirên wî derbaz kin.

XWEDÊ XEBERA XWE XWEY DIKE

11. Çira bona Xwedê problêm nîne ku meriv ser gelek cûre-cûre zimana xeberdidin?

11 Meriv li ser cûre-cûre zimana xeberdidin, lê bona Yahowa ew yek problêm nîne. Mesele, Îsa li ser kîjan zimanî xeber dida, di Kitêba Pîrozda tenê hine xeber hene ser wî zimanî (Metta 27:46; Marqos 5:41; 7:34; 14:36). Dêmek, Yahowa usa kir ku gotinên Îsa bêne nivîsarê û bêne welgerandinê ser zimanê Yûnanî, û paşê ser zimanên din jî. Usa jî, çimkî Cihûya û Mesîhiya Xebera Xwedê gelek car kopî kirin, bi wê yekê Xebera Xwedê hate xweykirinê. Paşê ew kopî hatin welgerandinê li ser gelek zimana. Weke 400 sal paşî bûyîna Îsa, Con Krîsostom got ku çi ku Îsa hîn dikir, ew hate welgerandinê ser zimanên cimeta Sûryayê, Misirê, Hindistanê, Fersiyayê, Etyopyayê, û ser gelek zimanên din.

12. Ça pey Kitêba Pîroz ketibûn?

12 Nava terîxiyêda, gelek meriv miqabilî Kitêba Pîroz bûn, û usa jî pey wan diketin yên ku Kitêba Pîroz weldigerandin û bela dikirin. Weke 300 sal paşî bûyîna Îsa, Împêratorê Romê Dîoklêtîan ferman da ku hemû kopîên Kitêba Pîroz bêne kutakirinê. Lê paşî weke 1 200 sala, Wîlîam Tîndal destpêkir ser zimanê Înglîzî Kitêba Pîroz welgerîne. Ewî got ku hergê ew bi îzina Xwedê gelek wext bijî, ew wê usa bike, ku hela hê gedê ji gunda jî Kitêba Pîroz hê baş bizanibe, ne ku kahîn. Lê ji bo peyketinê, Tîndal ji Înglîstanê revî, seva ku Kitêba Pîroz welgerîne û neşir ke. Rast e kahîntiyê dixwest hemû kopîên welgerandina Tîndal bişewitîne, lê yeke welgerandina Tîndal hate belakirinê û cem gelek meriva hebû. Axiriyêda, Tîndal darda kirin û şewitandin, lê welgerandina wî ji miqabilîbûna kahîna hate xweykirinê. Û ew welgerandin hate xebitandinê di welgerandina Kitêba Pîroz ya “Vêrsiyona Aqûbê Padşa” (“King James Version”), kîjan ku gelek belabûyî bû. (Bixûne 2 Tîmotêyo 2:9.)

13. Lêkolînkirina manûskrîptên berê çi eyan kirine?

13 Nava hine kopîên Kitêba Pîroz yên kevinda hine şaşî û firqî hene. Lê êkspêrtên Kitêba Pîroz gelek kûr lêkolîn kirine bi hezara manûskrîpt, parên manûskrîpta û welgerandinên Kitêba Pîroz yên kevin. Û çaxê wana ew manûskrîpt û welgerandin himberî hev kirin, wana têderxistin ku tenê hine rêzada firqî heye, û hin jî ew firqî gelek biçûk in. Belê, elametiya Kitêba Pîroz ne hatiye guhastinê. Merivên diltemiz ku Kitêba Pîroz hîn dibin, ji bo lêkolînkirinên manûskrîpta bawer dikin ku ev kitêb kîjan cem wan îro heye, ji bîna ber Xwedê ye (Îşaya 40:8).

14. Îro Kitêba Pîroz ça dest dikeve?

14 Rast e gelek meriv miqabilî Kitêba Pîroz derdiketin, lê yeke ew hate welgerandinê ser 2 800 zimana zêdetir. Roja îroyîn, tu kitêb ser haqas zimana tune ye. Rast e gelek meriv Xwedê bawer nakin, lê yeke Xebera wî nava terîxiyêda kitêba lape belabûyî ye. Hine welgerandinên Kitêba Pîroz nehêsa ne bona xwendinê yan jî ne lap rast in, lê ji wana heçî zef elametiya femdarî didin derheqa gumanê û jîyîna heta-hetayê.

LAZIM BÛ WELGERANDINA KITÊBA PÎROZ YA TEZE

15. a) Ji sala 1919 edebyetên me ça hatine guhastinê? b) Çira pêşiyê edebyetên me hatine nivîsarê ser zimanê Înglîzî?

15 Sala 1919-da, komeke biçûk ya lêkolînkarên Kitêba Pîroz, hate kifşkirinê çawa “xulamê amin û serwaxt”. Wî çaxî, xulamê amin tevî cimeta Xwedê diha zef ser zimanê Înglîzî xeberdida (Metta 24:45). Lê wana usa kir, ku îro edebyetên meye ser hîmê Kitêba Pîroz, ser 700 zimana zêdetir hene. Çawa berê zimanê Yûnanî, niha zimanê Înglîzî belabûyî ye di bîznêsada û xwendina bilindida, û ew ziman îro gelek meriv zanin. Lema edebyetên me cara pêşiyê hatine welgerandinê ser zimanê Înglîzî, û paşê hatine welgerandinê ser zimanên mayîn.

16, 17. a) Cimeta Xwedê hewcê çi bûn? b) Ça ew hewcetî hate razîkirinê? c) Xwestina Birê Nor çi bû?

16 Hemû edebyetên me ser hîmê Kitêba Pîroz in. Cara pêşin, cimeta Xwedê welgerandina “Vêrsîa Aqûbê Padşa” didane xebatê, kîjan ku hate derxistinê sala 1611. Lê ew ziman kevin bû û çetin bû bona femkirinê. Rast e, navê Xwedê di manûskrîptên berêda bi hezara car hatibû xebitandinê, lê vê kitêbêda ew tenê çend cara nivîsar bû. Di welgerandinêda şaşî û rêzên zêde hebûn, kîjan ku manûskrîptên kevinda tune bûn. Problêmên usa hebûn usa jî di welgerandinên mayînda ser zimanê Înglîzî.

17 Eyan e ku cimeta Xwedêra lazim bû welgerandina Kitêba Pîroz, kîjan ku rast û hêsa bûya bona femkirinê. Lema Komîtêya Welgerandina Kitêba Pîroz ya Dinya Teze saz bû, û birên ji vê komîtêyê ji sala 1950 heta 1960 şeş parên Kitêba Pîroz derxistin. Para pêşiyê hate derxistinê ser civata mezin 2 Tebaxê sala 1950. Ser vê civatê, Birê Nor got ku cimeta Xwedêra lazim e welgerandina Kitêba Pîroz ya ser zimanê modêrn, kîjan ku rast be û hêsa be bona femkirinê, û kîjan ku wê alî wan bike, wekî hê zelal rastiyê fem kin. Wanra lazim bû welgerandina usa, ku hêsa bû bona xwendinê û femkirinê, çawa ku nivîsarên orîjînal ya şagirtên Îsa hêsa û femdarî bûn. Xwestina Birê Nor ew bû ku “Welgerandina Dinya Teze” alî mîlyona meriva bike ku Yahowa nas kin.

18. Ça welgerandina Kitêba Pîroz pêşda çû?

18 Berbi sala 1963, xwestina Birê Nor hate sêrî. “Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Yûnanî” destdiketin ser zimanê Holandî, Fransî, Almanî, Îtalî, Portûgalî, û Îspanî. Sala 1989, Koma Rêberiyê ya Şedên Yahowa di ofîsa serekeda îdara teze organîze kir seva ku alî welgerên Kitêba Pîroz bike. Paşê di sala 2005, îzin dan wekî yên ku “Birca Qerewiliyê” weldigerînin, dikarin ser wî zimanî Kitêba Pîroz welgerînin. Ji bo vê yekê, niha “Welgerandina Dinya Teze” ya temam yan pareke wê, destdikeve îda ser 130 zimana zêdetir.

19. Çi qewimandina ferz qewimî di sala 2013, û di têma dinda emê derheqa çi pêbihesin?

19 Paşî derxistina pêşin ya “Welgerandina Dinya Teze” zimanê Înglîzî hate guhastinê, û lema lazim bû ku ew bê tezekirinê. Sala 2013, 5 û 6 Cotmehê, civata hersalî derbaz bû, û merivên ku ser vê civatê bûn û yên ku bi translasiyayê dibihîstin, ji 31 welata bûn, hejmara wan 1 413 676 bû. Endemê Koma Rêberiyê elam kir derheqa derxistina “Welgerandina Dinya Teze” ya tezekirî ser zimanê Înglîzî. Meriv gelek şa bûn, û çaxê wana standin eva welgerandina teze, ji wan gelek giriyan. Çaxê xebervan dixwend rêzên ji vê welgerandinê, eyan bû ku ew derxistina teze gelek hêsa bû seva xwendinê û femkirinê. Di têma dinda, emê hê zêde pêbihesin derheqa vê derxistina teze, û usa jî ew ça hate welgerandinê ser zimanên mayîn.

a Ezra 4:8; 7:12, Yêremya 10:11, û Daniyêl 2:4 hatine nivîsarê ser zimanê Aramîyî.

b “Sêptûagînt” tê hesabê “Heftê”. Dibeke ku welgerandina “Sêptûagînt” destpêbû weke 300 sal pêşiya Mesîh, û 150 salada hate xilazkirinê. Ew welgerandin heta îro jî ferz e, çimkî ew alî êkspêrta dike ku fem kin rêz yan xeberên Îbranîye çetin.

c Hinek dibêjin ku Metta kitêba xwe nivîsî ser zimanê Îbranî û paşê ew hate welgerandinê ser zimanê Yûnanî, û dibeke ewî xwexa welgerand.

GOTINÊN KU HATINE ŞIROVEKIRINÊ

  • Yahowa xeberdide tevî meriva usa, seva ku wanra hêsa be ku fem kin. Destpêkêda Yahowa zimanê Îbranî daye xebatê seva ku xeberde tevî Adem, lê ew dikare ser hemû zimana xeberde tevî meriva. Lape ferz bona Yahowa ew e, ku em fem kin fikirên wî, hestên wî, û rêberiya wî ku dide xizmetkarên xwe

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin