Welgerandina Kitêba Pîroz ku Hêsa ye Fem kin
“Xebera Xwedê sax e” (ÎBRANÎ 4:12, DT).
1. a) Çi şixul Xwedê da Adem? b) Ji wî wedeyî cimeta Xwedê ça pêşkêşa ziman dane xebatê?
YAHOWA XWEDÊ pêşkêşeke qîmet da meriva, ew heye ziman. Baxçê Edenêda, Yahowa şixul da Adem ku ew nav bide ser hemû heywana. Û Adem navê layîq da ser her heywanî (Destpêbûn 2:19, 20). Ji wî wedeyî, cimeta Xwedê ew pêşkêşa ziman dida xebatê, seva ku Yahowa rûmet kin û derheqa wî merivara gilî kin. Di wan paşwextiyada cimeta Xwedê ew pêşkêş da xebatê, seva ku Kitêba Pîroz welgerînin, çimkî usa hê zêde meriv dikarin pêbihesin derheqa Yahowa.
2. a) Endemên Komîtêya Welgerandina Kitêba Pîroz ya Dinya Teze, kîjan sê prînsîp dane xebatê şixulê welgerandinêda? b) Di wê têmayêda emê derheqa çi şêwir kin?
2 Bi hezara welgerandinên Kitêba Pîroz hene, lê hinek ji wan hê rast in ne ku yên din. Seva ku Kitêba Pîroz rast welgerînin, Komîtêya Welgerandina Kitêba Pîroz ya Dinya Teze safî kir, ku wedê welgerandinê wan sê prînsîpên sereke bidine xebatê: 1) Navê Xwedê rûmet kin û navê wî di Xebera wîda bidine xebatê haqas, çiqas di orîjînalêda heye. (Bixûne Metta 6:9.) 2) Kîderê ku tê standin têksta orîjînalê xeber pey xeber welgerînin. Lê kîderê ku nayê standinê, fikirê orîjînalê rast welgerînin. 3) Bidine xebatê ziman ku hêsa be bixûnin û fem bikin. (Bixûne Nehemiya 8:8, 12.) Welgerên “Welgerandina Dinya Teze” ew sê prînsîp dane xebatê ser 130 zimana zêdetir. Di wê gotarêda emê pêbihesin ku çawa ew sê prînsîp hatin xebitandinê di “Welgerandina Dinya Teze” ya tezekirîda, ya sala 2013, û usa jî çaxê ew ser zimanên din hate welgerandinê.
KITÊBA PÎROZ KÎJAN KU NAVÊ XWEDÊ RÛMET DIKE
3, 4. a) Kîjan manûskrîptada heye Têtragramaton? b) Çira di gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda navê Xwedê tune?
3 Navê Xwedê ji çar herfên Îbranî ye, ser kîjanî tê gotinê Têtragramaton. Têtragramaton em dikarin bivînin di gelek manûskrîptên Îbranîye kevinda, mesele di kitêbên Gulometkkirî ya Bera Mirî. Usa jî di hine kopîên “Sêptûagînta” Yûnanîda dikarin bivînin. Ew kopî hatine çêkirinê 200 sal pêşiya Mesîh û heta 100 sal paşî Mesîh. Gelek meriv ecêbmayî dimînin çaxê divînin ku çiqas gelek car navê Xwedê heye di manûskrîptên kevinda.
Gelek meriv ecêbmayî dimînin, gava divînin wekî manûskrîptên kevinda çiqas car navê Xwedê hatiye nivîsarê
4 Eyan e, ku navê Xwedê gerekê hebe Kitêba Pîrozda. Lê gelek welger navê Xwedê nadin xebatê. Mesele, hema du sal paşî derxistina “Welgerandina Dinya Teze” ya Nivîsarên Yûnanî, welgerandina “Vêrsîa Amerîkaya Standart” (“American Standard Version”), ya tezekirî derket. Di wê welgerandinêda di sala 1901 welgera navê Xwedê dane xebatê, lê derxistina ya tezekirî sala 1952 nedane xebatê. Gelo çira? Welgerên wê derxistinê difikirîn ku xebitandina navê Xwedê “qe necayîz e”. Û gelek welgerandinên dinêda jî, li ser zimanê Înglîzî û li ser zimanên din, navê Xwedê nenivîsîn.
5. Çira ferz e di Kitêba Pîrozda navê Xwedê hebe?
5 Lê gelo eseyî ye ku welger navê Xwedê bidine xebatê? Belê! Yahowa ye avtorê Kitêba Pîroz, û ew dixwaze ku meriv navê wî bizanibin. Welgerê baş gerekê bizanibe ku avtor çi dixwaze, çimkî ew yek wê hukum be ser welgerandina wî. Gelek rêz ji Kitêba Pîroz didine kifşê, ku navê Xwedê ferz e û gerekê navê wî rûmet kin (Derketin 3:15; Zebûr 83:18; 148:13; Îşaya 42:8; 43:10; Yûhenna 17:6, 26; Karên Şandiya 15:14). Yahowa rêberiya nivîskarên Kitêba Pîroz kir, seva ku ewana navê wî bi hezara car bidine xebatê. (Bixûne Hezeqêl 38:23.) Û lema çaxê welger navê Xwedê nenivîsîn, bi wê yekê ewana qedirê navê Yahowa nagirin.
6. Çira “Welgerandina Dinya Tezeda” navê Xwedê şeş cara hate zêdekirinê?
6 Îro hê zêde îzbatkirin heye seva vê yekê, ku ferz e em navê Yahowa bidine xebatê. “Welgerandina Dinya Teze” ya tezekirîda sala 2013, navê Xwedê 7 216 car hate xebitandinê. Dêmek ji derxistina pêşiya wê, şeş cara zêde. Pênc ji wana hatine zêdekirinê, çimkî navê Xwedê hebû di kitêbên Gulometkkirîda ya Bera Mirî, ku wan paşwextiyada hate dîtinê.a (Binihêre spartin.) Ew pênc car nivîsar in di van ciyada, 1 Samûyêl 2:25; 6:3; 10:26; 23:14, 16-da. Ya şeşa di Hakimtî 19:18-da hate zêdekirinê ji bo vê yekê, ku manûskrîptên kevin ya Kitêba Pîroz hê kûr hatine lêkolînkirinê.
7, 8. Navê Yahowa çi tê hesabê?
7 Mesîhiyên rast zanin ku çiqas ferz e fem kin çi tê hesabê navê Xwedê. Navê wî tê hesabê “Ew Dike wekî Bibe”.b (Binihêre spartin.) Berêda, edebyetên meda navê Xwedê dihate şirovekirinê li gora kitêba Derketin 3:14, kîderê tê gotinê: “Ezê Bibime Ew, Kê jî Bixwazim Bibim”, (DT). Di “Welgerandina Dinya Tezeda” ya sala 1984, dihate şirovekirinê ku Yahowa dibe ew kê jî dixwaze, seva ku sozên xwe bîne sêrî.c (Binihêre spartin.) Lê “Welgerandina Dinya Tezeda” ya tezekirî, ya sala 2013, usa hate gotinê: “Rast e ev navê Xwedê tê hesabê wekî ew dikare bibe ew kê jî bixwaze, lê ew nayê hesabê ku Xwedê tenê xwexa dikare bibe, ew usa jî dikare usa bike wekî efirînê wî bibe ew kê jî Xwedê dixwaze ku ew bibe, seva ku qirara xwe bîne sêrî”.
8 Yahowa dikare efirînê xwe bike ew kê jî dixwaze. Mesele, Yahowa usa kir ku Nuh bibe avakarê gemiyê, Bisalêl bibe hostekî qewî, Gîdeon bibe şerkarê girîng, û Pawlos bibe mîsyonêr. Navê Xwedê bona cimeta wî bi rastiyê tiştekî rêalî tê hesabê, û lema jî Komîtêya Kitêba Pîroz ya Welgerandina Dinya Teze di welgerandinêda navê Xwedê nivîsîn.
9. Çira ferz bû ku Kitêba Pîroz ser zimanên din bê welgerandinê?
9 Hê gelek û gelek welgerandinên Kitêba Pîrozda navê Xwedêyî şexsî nanivîsin. Dewsa navê wî, ewana didine xebatê xebera “Xudan” yan jî navekî din, kîjan ku cem wan tê xebitandinê. Ew meniya lape mezin e ku çira Koma Rêberiyê difikire, wekî ser zimanê hemû cimeta hebe Kitêba Pîroz, kîjan ku navê Xwedê têda hebe û navê wî bê rûmetkirinê. (Bixûne Malaxî 3:16.) Navê Yahowa tê rûmetkirinê di derxistina “Welgerandina Dinya Tezeda” ser 130 zimana zêdetir.
WELGERANDINA RAST Û HÊSA
10, 11. Çi hine çetinayî hebûn çaxê “Welgerandina Dinya Teze” ser zimanên din dihate weldigerandinê?
10 Çaxê “Welgerandina Dinya Teze” ji zimanê Înglîzî weldigerandin ser zimanên din, çetinayî hebûn. Mesele, di vê welgerandinêda, dêmek “Dinya Tezeda” ser zimanê Înglîzî, di Waîz 9:10-da û di rêzên mayînda jî xebera Îbranî “Şêol” hate xebitandinê dîsa “Şêol”. Ew gilî welgerandinên dinda jî ya ser zimanê Înglîzî dîsa usa nivîsar e. Lê ew xeber di gelek zimanada nikaribûn binivîsiyana, çimkî heçî zef xwendevanên wan zimana, Xebera Îbranîye “Şêol” nizanibûn. Ew xeber ferhengên wanda jî tune bûn, û hinek hela hê difikirîn jî ku ew gilî navê cîkî ye. Ji bo vê yekê, welgerara îzin hate dayînê ku ew xebera Îbranî “Şêol” û xebera Yûnanî “Hadîs” welgerînin usa “Dîyarê Miriya” yanê “Mezel”. Ew welgerandin rast e û femdarî ye.
11 Xebera Îbranî û Yûnanî, kîjan ku ser zimanê me tê gotinê “nefs”, ew jî çetin bû ku ser hine zimana welgerînin. Di van hine zimanada, ew xeber tê hesabê ruh ku nava mirîda dijî. Seva ku birevin ji vê femkirina nerast, welgerara îzin hate dayînê ku xebera “nefs” welgerînin li gora kontêksta vê xeberê. Şirovekirina vê xeberê em dikarin bivînin di elametiya zêdeda ya “Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Pîroz” ku bi spartina ye. Ew înformasiya derheqa xeberên Îbranî û Yûnanî di spartinada heye di derxistina ya tezekirîda, û ev yek alîkarî ye ku xwendin û femkirina Kitêba Pîroz hêsa be.
Komîtê bi hezara pirsên welgera lêkolîn dikin, yên ku ewana bona tezekirina Kitêba Pîroz dişînin
12. Derxistina tezekirîda ya sala 2013, kîjan guhastin hatine kirinê?
12 Ji pirsên welgera eyan bû, ku “Welgerandina Dinya Tezeda” ya Înglîzîda, hene tiştên usa ku dibeke nerast bêne femkirinê. Û lema Îlonêda sala 2007-da, Koma Rêberiyê îzin da ku evê welgerandinê teze kin. Wedê tezekirina vê welgerandinê, komîtêya “Welgerandina Dinya Teze” lêkolîn kir bi hezara pirsên welgerên Kitêba Pîroz. Giliyên Înglîzîye kevin guhastin ser giliyên ku niha didine xebatê, û bi vê yekê têkst hêsa bû bona xwendin û femkirinê, û hin jî rast bû. Usa jî welgerandin, kîjan ku îda wan paşwextiya hate kirinê ser zimanên din, alî vê yekê kir ku têksta Înglîzî hê baş be (Metelok 27:17).
RAZÎBÛNA PIR MEZIN
13. Gelek meriv çi difikirin derheqa derxistina “Dinya Teze” 2013 ya tezekirî?
13 Gelek meriv çi difikirin derheqa “Welgerandina Dinya Teze” ya tezekirî? Xûşk û bira bi hezara nemekên razîbûnê şandine Brûklînê, ofîsa sereke ya Şedên Yahowa. Gelek mîna vê xûşkê texmîn dikin, kîjanê ku nivîsî: “Kitêba Pîroz ew heye sindoqa tije bi kevirê qîmet û biha. Xwendina giliyên Yahowa bi vê derxistina 2013, dikarin beramber kin çaxê her kevirê biha lêkolîn dikin, hemû aliyê wî, şewqa wî, rengê wî, û bedewbûna wî. Ew Kitêba Pîroz ku bi zimanê hêsa hate welgerandinê, alî min kir ku hê rind Yahowa nas kim, kîjan ku mînanî bav ez kirime hemêza xwe û minra giliyên xweyî şîrin dixûne”.
14, 15. Ewên ku ser zimanên din xeberdidin, çi difikirin derheqa “Welgerandina Dinya Teze” ser zimanên xwe?
14 Ewên ku ser zimanên din xeberdidin, ewana jî gelek razî ne bona “Welgerandina Dinya Teze”. Mêrekî emirda mezin ji Bûlgaristanê, derheqa derxistina “Dinya Teze” ser zimanê Bûlgarî got: “Ez gelek sala Kitêba Pîroz dixûnim, lê welgerandina usa hêsa û ku digihîje dil, min tu car nexwendiye”. Xûşkeke me jî ji Albanyayê nivîsî: “Çiqas xweş e xwendina Xebera Xwedê ser zimanê Albanî! Çiqas qedirekî mezin e ku Yahowa ser zimanê me tevî me xeberdide!”
15 Di gelek welatada Kitêba Pîroz gelek biha ye yan jî gelek çetin destdikeve. Û standina Kitêba Pîroz keremeke mezin e! Di elametiya ji welatê Rwandayêda usa hate gotinê: “Gelek meriv, tevî kîjana birên me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikirin, gelek wext ruhanîda pêşda nediçûn, çimkî Kitêba Pîroz ya wan tune bû. Haqas perê wan tune bû ku Kitêba Pîroz ya dêrê bikirin. Û gelek car wana nikaribûn rêz rind fem kirana, û lema ewana hêdî-hêdî pêşda diçûn”. Lê çaxê “Welgerandina Dinya Teze” ser zimanê wan derket, malbeteke Rwandî kîjanêda çar zarên cahil hene, gotin: “Em bi rastiyê gelek ji Yahowa û ji xulamê amin razî ne ku ew Kitêba Pîroz dane me. Em gelek kesîb in û perê me tune ye ku Kitêba Pîroz di malbetêda bona hemûya bikirin. Lê niha malbeta meda Kitêba Pîroz cem her kesî heye. Seva ku razîbûna xwe Yahowara eyan kin, malbetêda em gişk jî her roj Kitêba Pîroz dixûnin”.
16, 17. a) Yahowa bona cimeta xwe çi dixwaze? b) Em çi nêtê gerekê bidine pêşiya xwe?
16 Axiriyêda, “Welgerandina Dinya Teze” wê hê zêde ser zimanên din derkeve. Şeytan dixwaze ku ewî şixulî bide sekinandinê, lê em zanin Yahowa dixwaze ku her kes ji cimeta wî, wî bibihên ku ça ew ser zimanê zelal û femdarî tevî wan xeberdide. (Bixûne Îşaya 30:21.) Zûtirekê, “çawa av berê digirin, wê dinya jî bi zanîna Xudanva tijî bibe” (Îşaya 11:9).
17 Were em nêtê bidine pêşiya xwe ku her pêşkêşa ji Yahowa bidine xebatê, û usa jî ew welgerandina ku navê wî rûmet dike. Bira ew bi Xebera xwe her roj tevî we xeberde. Ew dikare rind guhê xwe bide hemû duayên we. Hergê orta me û Yahowada xeberdana usa heye, emê wî hê rind nas kin û hizkirina me hindava wî wê hê mezin be (Yûhenna 17:3).
“Çiqas qedirekî mezin e ku Yahowa ser zimanê me tevî me xeberdide!”
a Kitêbên Gulometkkirî ya Bera Mirî 1 000 sala zêdetir kevin e, ne ku têksta Îbranîye Masorêtîk, kîjan ku hate xebitandinê “Welgerandina Dinya Tezeda”.
b Hine ferhengada jî navê Xwedê usa tê şirovekirinê, lê ne hemû êkspêrt qayîl in tevî vê yekê.
c Binihêre broşûra “Rêberî bona Hînbûna Kitêba Pîroz”, Para 1, rûpêla 1, têma “Navê Xwedê di Peymana Kevinda”.