KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • jl serê 4 rûp. 7
  • Çira Me Welgerandina Dinya Teze Neşir kir?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çira Me Welgerandina Dinya Teze Neşir kir?
  • Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
  • Têmên Mîna Wê
  • Welgerandina Kitêba Pîroz ku Hêsa ye Fem kin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Yahowa Ew Xwedê ye ku Tevî Xizmetkarên Xwe Xeberdide
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Gelo Şedên Yehowa Kitêba Xweye Pîroz Didine Xebatê?
    Pirsên Gelek Meriya Derheqa Şedên Yehowa
Kî Îro Qirara Yehowa Diqedîne?
jl serê 4 rûp. 7

DERSA 4

Çira Me Welgerandina Dinya Teze Neşir kir?

Mekîneye neşirkirinê ya kevin
Derxistina pêşine Welgerandina Dinya Teze ya neşirkirî
Merivên ji Kongo (Kînşasa) ser zimanê xwe dinihêrin Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Pîroz

Kongo (Kînşasa)

Welgerandina Dinya Teze ya Nivîsarên Pîroz hate derxistinê ser zimanê Rwandî

Rwanda

Pareke ji destnivîsarê kîderê ku navê Xwedê heye

Pareke ji destnivîsarê kîderê ku navê Xwedê Zebûra 69:31-da tê nivîsarê, qirna sisiya yan çara D.M.

Nava gelek sala me cûre-cûre welgerandinên Kitêba Pîroz dida xebatê, me ev kitêb neşir dikirin û meriyara bela dikir. Lê paşê me dîna xwe dayê, wekî mera welgerandina teze lazim e, bi saya kîjanî meriv wê hê rind rastiyên ji Kitêba Pîroz fem kin, çimkî me zanibû ku qirara Xwedê ew e, wekî her kes zanebûna rast bistîne (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Bona vê yekê, sala 1950-da, me destpêkir welgerandina Kitêba Pîroz ser zimanê îroyîn. Ev welgerandin bi zimanê hêsa, femdarî û rast hate çêkirinê, lema jî navê vê Kitêba Pîroz danîn Welgerandina Dinya Teze. Ev Kitêba Pîroz ser weke 130 zimana zêdetir hatiye welgerandinê.

Kitêba Pîroz gerekê hêsa bihata femkirinê. Wede derbaz dibe qeydê xeberdanê û ziman tê guhastinê, û lema jî gelek welgerandinada giliyên kevin û nefemdarî hene, ji bo çi jî hine ciyên ji Kitêba Pîroz çetin têne femkirinê. Lê usa jî destnivîsarên berê hatibûn dîtinê, yên ku hê rast in û hê nêzîkî orîjînalê ne. Bi saya wan destnivîsara em dikarin zimanê Îbranî, Aramî û Yûnaniya kevin hê hêsa fem bikin.

Kitêba Pîroz gerekê ji orîjînalê, rast û zelal bihata welgerandinê. Gelek ferz e wekî welger bi aminiyê xwe Kitêba Pîroze orîjînal bigirin. Lê hine terciman, dewsa vê yekê, wedê welgerandina Kitêba Pîroz hine tişt diguhêzin. Mesele, gelek welgerandinada navê Xwedê, Yehowa, nehatiye xebitandinê.

Kitêba Pîroz gerekê navê Avtorê xwe hurmet-rûmet ke. (2 Tîmotêyo 3:16) Kitêba Pîroze orîjînalêda navê Xwedê weke 7 000 car hatiye xebitandinê. Jêrê li ser şikil hûn dikarin binihêrin destnivîsarekê, kîjanêda navê Xwedê nivîsar e. Lema jî me Kitêba Pîroze Welgerandina Dinya Tezeda, kîderê ku navê Xwedê, Yehowa, gerekê hebûya, ev nav hatiye nivîsarê (Zebûr 83:18). Bi saya lêkolînê û xebatkirina nava gelek sala, Kitêba Pîroze Welgerandina Dinya Teze, hewas e seva xwendinê û nav wêda fikirên Xwedê zelal têne kifşê. Firqî tune ser zimanê te Welgerandina Dinya Teze heye yan na, ferz ev e, wekî tu Xebera Yehowa her roj bixûnî (Yêşû 1:8; Zebûr 1:2, 3).

  • Çira me safî kir ku mera lazim e Kitêba Pîroze Welgerandina Dinya Teze?

  • Her kes kî dixwaze pêbihese derheqa qirara Xwedê, her roj çi gerekê bike?

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Kitêba Pîroze Welgerandina Dinya Teze, hê nehatiye welgerandinê ser zimanê Kurmancî. Lema jî hergê dixwazî, tu dikarî Kitêba Pîroze Welgerandina Dinya Teze ser zimanên dinê bixûnî û karê ji vê yekê bistînî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin