KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp16 № 1 rûp. 4-5
  • Nerastî û Qelpî Ça ser We Hukum Dibe

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Nerastî û Qelpî Ça ser We Hukum Dibe
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • QELPÎ Û NERASTÎ ÎTBARIYÊ UNDA DIKIN
  • QELPÎ TÎNE QELPIYÊ
  • Çira Kar e ku Meriv Rast û Neqelp be
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
  • Her Tiştîda Rast û Helal Bin
    Nava Hizkirina Xwedêda Bimîne
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2016
wp16 № 1 rûp. 4-5
Du jin tevî hev xeberdidin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇIRA LAZIM E RAST Û NEQELP BIN?

Nerastî û Qelpî Ça ser We Hukum Dibe

“Timê hene derecên çetin, kîjan ku dikarin bi qelpiya biçûk safî bin” (Samanta, Afrîkaya Başûrê).

Hûn qayîl in tevî wan giliya? Her kes ji me mîna Samantayê rastî derecên çetin tê. Nihêrandina me, ser derecên usa ku me dicêribînin ku em qelpiyê bikin, dikare eyan ke ku em çi qîmet dikin. Mesele, hergê bona me gelek ferz e ku tenê navê me xirab nebe, wî çaxî em bêqelpiyê yanê rastiyê dibeke hesab dikin ça tiştekî lazim. Çaxê meriv qelpiyê dike û merivên din pêdihesin, ew yek berên xirab tîne. Were em şêwir kin derheqa hine wan berên xirab.

QELPÎ Û NERASTÎ ÎTBARIYÊ UNDA DIKIN

Heleqetî ser îtbariyê ava dibe. Çaxê du meriv îtbariya xwe hevdu tînin, ewana bêxofî û rihetiyê texmîn dikin. Lê meriv nikare derbêra îtbariyê qazanc ke. Meriv destpêdikin îtbariya xwe hevdu bînin, çaxê wede tevayî derbaz dikin, tevî hev eyan xeberdidin û hevdura qenc in. Lê îtbarî dikare unda be, hela hê ji bo qelpiya biçûk jî. Û çaxê îtbarî unda dibe, îda gelek çetin e ku dîsa vê qazanc kin.

Hûn rastî dereceke usa hatine, ku ew merivê ku we hesab dikir hevalê xwe, hûn xapandin? Hergê erê, we xwe ça texmîn dikir? Femdarî ye ku dilê we êşiya, û we texmîn kir ku nemamiya we kirin. Ew tebiyetî ye ku we xwe usa texmîn kir. Bi rastiyê jî, qelpî dikare heleqetiya qîmet xirab ke.

QELPÎ TÎNE QELPIYÊ

Bi lêkolînkirina Robêrt Înnês, yê ku profêsorê êkonomîkaya Yûnîvêrsîtêta Kalîfornyayê ye, eyan bû ku qelpî yanê nerastî bi rastiyê “derbazî” meriva dibe. Dêmek, qelpiyê dikarin beramber kin tevî vîrûsê. Çiqas zef hûn tevî merivê qelp wede derbaz dikin, haqas zef xof e ku ew vîrûs derbazî ser we be, dêmek hûn jî dikarin bibine mîna wan.

Lê hûn ça dikarin xwe ji qelpiyê xwey kin? Kitêba Pîroz dikare alî we bike. Were ji kerema xwe hine prînsîpên Kitêba Pîroz binihêrin.

Cûrê Nerastî û Qelpiyê

Xapandin

Mêrik ji destê xwe gustîl derdixe

EW ÇI YE? Ew tê hesabê, çi ku rast e veşêrin û derew bêjin wîra, kê ku gerekê rastiyê bizanibe. Xapandin usa jî ew e kengê înformasiyê bi cûrê xwe gilî dikin, seva ku meriva bixalifînin, dêmek heta xilaziyê înformasiyê gilî nekin, yan jî serda giliya zêde kin, seva ku meriv rastiyê pênehese.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Ji ber ku, Xudan ji rêşaşan [qelpan] dikerihe [nefret dike], lê belê hevaltiya wî bi rastanra ye” (Metelok 3:32). “Derewa ji pêsîra xwe dûr xin, ji we her yek hevalê xwera rast xeber de” (Efesî 4:25).

Buxdan

Du mêrik ser merivekî ku kete otaxê gevestiyê dikin

EW ÇI YE? Ew tê hesabê, ku bi derewa ser meriva xeberdin, seva ku navê wan xirab be û ewana ziyanê bistînin.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Kesê bêxû keftûleftê mezin dike û yê kistûpistê [buxdanê] dike, hevalên ji can ji hev dike” (Metelok 16:28). “Gava êzing [dar] biqede, agir vedimire; dema yê kistûpistê dike tune dibe, şer aş dibe [diseqire]” (Metelok 26:20).

Fêlbazî

Mêrik siheta desta nîşan dike kîjan ku kostûma wîda veşartî ne

EW ÇI YE? Ew tê hesabê, ku bi xapandinê pere û hebûna meriva qazanc kin.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Heger tu kesîb-kûsîbê ji birayêd xwe, yan xerîbê li nava erd û bajarê xweda kirê kî, wî neêşînî” (Qanûna Ducarî 24:14, 15, PKM). “Yê zordestiyê li motajan dike, tê wê mana ku Afirker jî biçûk dibîne; lê yê ku gunehê wî bi xizanan bê, Afirker bilindtir dike” (Metelok 14:31).

Dizîkirin

Merivek ji çentê kîsika pera didize

EW ÇI YE? Ew tê hesabê tiştên kesekî bê îzina wî hildin.

KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Ewê ku diziyê dike, bira îdî nedize, lê bi xûdana xweye helal bi destêd xwe bixebite, ku bikaribe dest bavêje ketiya jî” (Efesî 4:28). “Nexapin! . . . Ne diz, ne timakar, ne serxweş, ne buxdanbêj, ne jî talankir Padşatiya Xwedê wê war nebe” (1 Korintî 6:9, 10).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin