KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp17 № 1 rûp. 4
  • Çawa Destpêkim?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Destpêkim?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Têmên Mîna Wê
  • Tu Ça Dikarî ji Xwendina Kitêba Pîroz Karê Bistînî?
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Kitêba Pîroz Ça Dikare Alî Min Bike?—Para 3: Bi Temamî ji Xwendina Kitêba Pîroz Karê Bistîne
    Pirsên Cahila
  • Ji Xwendina Kitêba Pîroz Diha Zêde Karê Bistîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) —2023
  • “Xeberê Biqedînin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
wp17 № 1 rûp. 4

TÊMA RÛYÊ JÛRNALÊ | ÇI KARÊ EMÊ BISTÎNIN JI XWENDINA KITÊBA PÎROZ?

Çawa Destpêkim?

Jinik dua dike pêşiya ku Kitêba Pîroz bixûne

Çi wê alî te bike, ku xwendina Kitêba Pîroz tera hewas be û wekî gelek karê bistînî? Dîna xwe bide wan pênc tişta, çi ku alî geleka kirin.

Cîkî rihet bivîne. Cîkî bêdeng xwera bivîne. Dêmek wêderê gerekê tiştên usa tune bin, ji bo çi jî tê nikaribî pêda hişê xwe bidî ser xwendinê. Ronaya baş û heva temiz dikare alî te bike, ku ji xwendinê karê bivînî.

Nihêrandina rast xwey ke. Kitêba Pîroz ji Bavê meyî ezmana ye, lema jî emê bikaribin karê bivînin hergê nihêrandina me mîna ya zara be. Yanê em gerekê mîna zara hazir bin hîn bin. Hergê nihêrandina we hindava Kitêba Pîroz nerast e yan jî bi krîtîkî ye, bixebitin ku evê yekê ji xwe dûr xin, seva ku Xwedê bikaribe we hîn ke (Zebûr 25:4).

Pêşiya xwendinê dua bike. Di Kitêba Pîrozda fikirên Xwedê ne, lema jî mera alîkariya wî lazim e seva ku evê kitêbê fem bikin. Xwedê soz dide, ku wê ruhê pîroz “bide ewêd ku ji wî dixwazin” (Lûqa 11:13). Ruhê pîroz dikare alî we bike fikirên Xwedê fem bikin. Hine wede şûnda hûnê bikaribin hela hê “nêt-meremêd Xwedêye kûr jî” fem bikin (1 Korintî 2:10).

Bixûne ku fem bikî. Nêta te gerekê ew nîbe ku xwendinê zû xilaz kî. Lê kûr bifikire ser tiştên xwendî. Pirsên usa bide xwe: ‘Çi xeyset-hunur ez divînim cem wî merivî, derheqa kîjanî ku dixûnim? Çawa ez dikarim evê yekê jîyîna xweda bidime xebatê?’

Hine nêta bide pêşiya xwe. Seva ku karê bistînî ji xwendina Kitêba Pîroz, bixebite ku tiştekî hîn bî, çi ku bi rastî dikare jîyîna te bextewar ke. Mesele, tu dikarî nêtên usa daynî pêşiya xwe: ‘Ez dixwazim derheqa Xwedê hê zêde pêbihesim’. ‘Ez dixwazim bibime merivekî baş, yan mêrekî baş yan jî jineke baş’. Paşê ji Kitêba Pîroz serhatiyên usa bijbêre, yên ku wê alî te bikin bigihîjî wan nêta.a

Ev pênc şîret wê alî te bikin ku destpêkî Kitêba Pîroz bixûnî. Lê çi tu dikarî bikî, seva ku xwendina Kitêba Pîroz tera hê hewas be? Gotara mayînda derheqa vê yekê hine şîret têne dayînê.

a Hergê tu nizanî kîjan serhatiyên Kitêba Pîroz seva te wê hê baş bin, Şedên Yehowa hazir in alîkariyê bidine te.

JI XWENDINA KITÊBA PÎROZ KARÊ BISTÎNE

  • Lez nekeve

  • Pêda hişê xwe bide ser xwendinê û tiştên xwendî bide ber çevê xwe

  • Bixebite ku bivînî, wekî rêz çawa têmayêva girêdayî ne

  • Bifikire, wekî tu ji tiştên xwendî çi dersê dikarî hîn bî

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin