TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KÎJAN PÊŞKÊŞ BI RASTÎ QÎMET E?
“Ew Pêşkêşeke Pir Baş bû ku Dane Min”
Ew giliyê jorê gotî, keçika 13 salî gotibû, kîjanêra kûçik pêşkêş kiribûn. Kulfeteke pêşdaçûyî got, ku çaxê ewê mekteba bilind xilas kiribû, bavê wê kompoter wêra kirîbû. Li gora giliyê wê, evê pêşkêşê jîyîna wê guhast. Mêrek jî dibêje, ku çaxê ser sala zewaca wan, jina wî pêşkêşeke biçûk da wî, kîjan ku bi destê xwe çêkiribû, ev pêşkêş bona wî gelek qîmet bû.
Belê, her sal gelek meriv wede û qewatê xerc dikin, ku bona heval yan pizmamên xwe, pêşkêşeke “pir baş” bivînin. Û çaxê em pêşkêşê didine kesekî, wê mera jî xweş bihata, wekî me bibihîsta ku pêşkêşa me begem dikin. Lê tu çi difikirî? Lê teyê bixwesta bida yan bistanda pêşkêşeke usa, ku bi rastî jî bihata qîmet kirinê?
Seva ku meriv ji pêşkêşa te şabûnê bistîne, ev yek ne ku tenê pêşkêşêva girêdayî ye, lê usa jî ku çi cûreyî tu evê pêşkêşê didî. Kitêba Pîroz dibêje: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Karêd Şandiya 20:35). Hemikî çaxê tu divînî ku meriv pêşkêşa te qîmet dike, şabûna te hê mezin dibe.
Çi tu dikarî bikî ku pêşkêşa te şabûnê bide him te, him jî wî merivî kîjanîra tu pêşkêşê didî? Lê hergê tu nikarî pêşkêşeke “pir baş” bidî, hingê çi dikarî bikî ku pêşkêşa te bi rastî bê qîmetkirinê?