KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp17 № 6 rûp. 4-6
  • Çawa Pêşkêşeke Baş Bivînin?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Pêşkêşeke Baş Bivînin?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Têmên Mîna Wê
  • “Ew Pêşkêşeke Pir Baş bû ku Dane Min”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Pêşkêşa Xwedêye Lape Mezin; Çima usa Qîmet e?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
  • Pêşkêşa Gelek Qîmet
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2017
wp17 № 6 rûp. 4-6
Cûre-cûre fikirên bona pêşkêşkirinê

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KÎJAN PÊŞKÊŞ BI RASTÎ QÎMET E?

Çawa Pêşkêşeke Baş Bivînin?

Hinek difikirin ku çetin e bona kesekî pêşkêşeke baş bivînin. Çi jî hebe, merivê ku pêşkêşê distîne, tenê wîra wê bê kifşê ew pêşkêş çiqas qîmet e. Û hergê yek difikire ku pêşkêş qîmet e, dibeke yê din usa nafikire.

Mesele cahil dikare bifikire ku pêşkêşa lape baş ew heye hacetên elektronîk. Lê bona mezina gelek qîmet e pêşkêşa ku ji kal-bavê xwe standine. Hine kûltûrada, ça bona cahila usa jî bona mezina, pêşkêşa lape baş pere ye, çimkî ewana çi bixwazin, wê wî jî bikirin.

Çi jî hebe gelek merivên serwaxt berdewam dikin pêşkêşa usa bigerin, çi ku wê layîq be. Ne hêsa ye timê pêşkêşeke usa bivînî, lê hergê hine tişta hildin hesab, ew dikare alîkariyê bide ku vê pirsêda serfiraz bin. Werên em şêwir kin çar tişta, çi ku wê alî me bike, wekî pêşkêşeke layîq bivînin.

Xwestina meriv. Mêrikekî ji Belfastê, Îrlandaya Bakurê dibêje, ku çaxê ew 10-11 salî bû wîra bîsîklêt pêşkêş kirin. Ev pêşkêşeke pir baş bû bona wî, çi ku şabûneke mezin wîra anî. Çima? Ewî got: “Çimkî min gelek ev dixwest”. Çawa tê kifşê xwestina merivava girêdayî ye, ku ewê vê pêşkêşê qîmet ke yan na. Lema jî bifikirin derheqa wî merivî kîjanîra ku hûn dixwazin pêşkêşê bidin. Têderxe meriv çi qîmet dike, çimkî gelek car ev yek hukum dike ser xwestinên wan. Mesele, kal-pîr timê qîmet dikin tevî malbeta xwe wede derbaz kin. Dibeke xwestina wan ew e, ku timê tevî zarên xwe û nebiyên xwe wede derbaz kin. Mesele kal-pîr hesab dikin, ku pêşkêşeke lape baş bona wan ew e, hergê neferên wan, wana jî teglîf kin tevî xwe ser tatîlê.

Seva ku xwestinên meriya têderxin, em gerekê guhdarvanên baş bin. Kitêba Pîroz dibêje ku, bihîstinêda bi lez bin, lê xeberdanêda giran bin (Aqûb 1:19). Çaxê tu her roj tevî heval yan pizmamên xwe xeber didî, rind guh bide wan, çimkî ewê alî te bike têderxî ku çi wana xweş tê, û çi na. Usa tê bikaribî pêşkêşeke baş bidî wan çi ku wê şabûna wan zêde ke.

Hewcên meriva. Meriv dikare hela hê pêşkêşeke biçûk û arzan jî qîmet ke, hergê ev wîra lazim e û hergê ewê bikaribe bide xebatê. Lê çawa tu dikarî têderxî, ku çi merivra lazim e?

Daha hêsa ye ji meriv bipirsin, ku ew çi dixwaze û çi wîra lazim e. Lê hergê em difikirin, ku çawa bi pêşkêşa xwe meriva ecêbmayî kin, ev yek wê îda şabûnê mera neyîne. Rast e hinek meriv dikarin hêsa bêjin ku çi ewana dixwazin, lê gelek car meriv wê nebêjin ku çi wanara lazim e.

Serwaxt be û dîna xwe bide derecên meriya. Gelo ew meriv cahil e, emirda mezin e, azep e, zewacêda ne, bî ye, xebatçî ye yan naxebite? Dîna xwe bidê, ku wan derecada tu dikarî kîjan pêşkêşa bidî meriya. Usa jî bifikire ku kîjan pêşkêş dikare xût bona hewcên meriv be.

Seva ku bikaribî hewcên meriv hildî hesab û pêşkêşeke layîq bidî, xeber de tevî wan meriya yên ku rastî derecên usa hatine. Dibeke ewana derheqa tiştên usa bêjine te, çi ku neeyan in. Usa tê bikaribî pêşkêşeke baş bikî.

Wede. Kitêba Pîroz dibêje: “Çiqas xweşe her xeber wextê xweda!” (Metelok 15:23). Ev rêz dide kifşê ku xeberên me yên ku wextda têne gotin, gelek mûhîm in. Evê yekê em dikarin bêjin derheqa kirên xwe jî. Xeberên ku kesekîra wedekî lazimda tê gotin, şabûnê tîne. Anegorî wê yekê pêşkêşa ku wede û dereca lazimda tê dayîn, dikare şabûneke mezin bide meriv.

Jêrê vê bê gotinê derheqa hine dereca, ku çi çax em dikarin pêşkêşa bidin. Heval dixwaze bizewice. Cahil îda mektebê xilaz dike. Jin-mêrra gerekê zar bibe. Hinek meriv difikirin wekî wê kêrhatî be, hergê derheqa wan dereca xwera binivîsin, yê ku wê nava salêda biqewimin. Usa ewana dikarin pêşda derheqa pêşkêşeke layîq bifikirin.a

Hemikî hene derecên mexsûs çaxê tu gerekê pêşkêşa bidî. Tu timê dikarî ji dayînê şabûnê bivînî. Lê tiştekî gerekê bîr nekin. Mesele hergê mêrek bê menî pêşkêşê dide kulfetê, ew dikare bifikire ku ew wî xweş tê û dixwaze hê rind lê nas ke. Dêmek pêşkêşa wî cûreyî dikare meriya bixelifîne yan tevî hev ke. Lê em gerekê tiştekî hildin hesab: nêtên meriva.

Nêtên meriva. Çawa ji meselên jorê gotî tê kifşê, wê baş be çaxê em pêşkêşa dikin, hildin hesab, ku meriv wê derheqa nêta me çi bifikirin. Xêncî wê yekê wê baş be ku em bîr nekin, wekî bi çi nêtî em pêşkêşê didin. Gelek meriv bi dil û can pêşkêşa didin, lê hinek jî tenê derecên mexsûsda pêşkêşa didin, çimkî difikirin ku mecbûr in usa bikin. Hene yên usa jî, ku pêşkêşkirinêda kara xwe digerin.

Pirsê bide xwe: Ez bi çi nêtê pêşkêş dikim? Kitêba Pîroz dibêje: “Bira her kirinêd we bi hizkirinê bin” (1 Korintî 16:14). Hergê nêta dayîna te hizkirin e û xemgînyêva girêdayî ye, meriv wê bi şabûn pêşkêşa te bistînin, û tuyê jî şabûneke mezin bistînî ji bo dilremya xwe. Çaxê tu bi dil didî, tu Bavê xweyî ezmana jî şa dikî. Pawlosê şandî, payê Mesîhiyên Korintiyê da, çaxê ewana bi merdanî û şabûnê piştgirya Mesîhiyên Cihûstanê kiribûn. Pawlos gote wan “Xwedê yê bi dil û eşq dide hiz dike” (2 Korintî 9:7).

Hergê tu dîna xwe bidî tiştên jorê gotî, ev yek wê alî te bike wekî pêşkêşa layîq bikî, çi ku wê şabûnê merivara bîne. Ew tiştên jorê gotî û usa jî tiştên din, pareke ji nêta Xwedê bûn bona însanetê, ku ewana pêşkêşeke lape baş bistînin. Em we teglîf dikin gotara din bixûnin, û hê zêde derheqa vê pêşkêşa baş pêbihesin.

a Gelek meriv usa jî pêşkêşa dikin wedê roja bûyînê û cejina. Xêncî wê yekê gelek ji wan cejina miqabilî hînkirina Kitêba Pîroz in. Binihêre gotara “Pirsên Xwendewana; Gelo Cejina Roja Bûyîna Îsa bona Mesîhiya ye” ji vê jûrnalê.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin