KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp18 № 3 rûp. 3
  • “Xwedê Ku Bû?”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • “Xwedê Ku Bû?”
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
  • Têmên Mîna Wê
  • Jîyîneke Xweş Xizmetiya Yehowada
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Pêşxeber
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
  • Rastî Derheqa Xwedê
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Hêviya Xwe Yehowa Bîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2018
wp18 № 3 rûp. 3
Merivên ku şînê dikin, destên xweda mûm girtine

“Xwedê Ku Bû?”

“HERGAV EV PIRS PÊŞDA TÊ: XWEDÊ KU BÛ?”​—Ev pirs Bavê Romê jî Bênêdîkt XVI gotibû çaxê ew çûbû Osvêntsîmê (Polonistan) ku serlêdana lagêra natsîsta bike.

ÇAXÊ TU RASTÎ TENGASIYA DIHATÎ, DIBEKE TU JÎ DIFIKIRIYÎ: “XWEDÊ KU BÛ?” YAN JÎ TU RASTÎ KUL-DERDEKÎ USA HATÎ, JI BO ÇI JÎ TU FIKIRIYÎ: “GELO XWEDÊ BONA MIN XEM DIKE?”

Şêyîla ya ku Dewletên Yekbûyîda dijî û malbeta kîjanî ku bawermend bûn dibêje: “Ji biçûktayê, min Xwedê digeriya, çimkî min zanibû, wekî ewî em efirandine. Ez tu car nedifikirîm ku meriv dikare nêzîkî Xwedê be. Hemikî min zanibû ku Ew me divîne, lê tenê dûrva. Ez ne difikirîm ku Xwedê min nefret dike, ne jî bawer dikir ku Ew min hiz dike”. Gelo çima Şêyîla hizkirina Xwedêda dikete şikê? Ew dibêje: “Malbeta min rastî gelek kul-derda hat, lema jî usa dihate kifşê ku Xwedê qe seva me xem nake”.

Dibeke tu mîna Şêyîla bawer dikî ku Xwedê heye, û bona te xem dike. Merivekî amin Îbo jî, yê ku bawer dikir ku Xwedê Efirandarê qewî û bîlan e, dikete şikê (Îbo 2:3; 9:4). Gelek kul-derd rastî wî dihatin û ew tu dilbînî nedidît, lema jî ewî ji Xwedê pirsî: “Çima tu wecê [rûyê] xwe vedişêrî û min ji xwera neyar dihesibînî?” (Îbo 13:24).

Gelo Kitêba Pîroz çi dibêje? Hemû kul-derdada Xwedê ye neheq? Gelo îzbatiya wê yekê heye, ku Xwedê bona însanetê pêda xem dike, û bona her kesî ji me başqe jî? Hûn dikarin ji jîyîna xwe bêjin, ku Xwedê we divîne, we fem dike, ber dilê weda tê û alî we dike, ku hûn problêmên xwe safî kin?

Gotarên dinda emê şêwir kin, ku çawa ji efirînên Xwedê tê kifşê, wekî Ew bona me xem dike (Romayî 1:20). Paşê emê binihêrin wekî Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa Xwedê û însanetê. Çiqas hê zêde bi saya efirîna û Xebera Xwedê em wî nas bikin, haqas hê zêde emê îzbat bin ku Ew bona me “xem dike” (1 Yûhenna 2:3; 1 Petrûs 5:7).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin