SERHATÎ
Jîyîneke Xweş Xizmetiya Yehowada
SALA 1951-da, çaxê ez teze hatibûme Rûyênê, kîjan ku bajarekî biçûk bû li herêma Kwêbêkê, Kanadayêda, min çû derê malekê xist, adrêsa kîjanî ku minra dabûn. Marsêl Fîltêûs,a mizgînvanekî mîsyonêr, yê ku Mekteba Gîledê xilaz kiribû, derî vekir. Ew 23 salî bû û bejna wî bilind bû. Ez 16 salî bûm, û bejna min himberî bejna wî gelek kin bû. Min nema kifşkirina xweye pêşengtiyê nîşanî wî kir. Ewî neme xwend, li min nihêrî û got: “Gelo diya te zane ku tu li vir î?”
MALBETA MIN
Ez sala 1934-da li Kanadayê, li bajarekî bi navê Tîmmîns, malbeteke koçberda ji Swîsreyê hatime bûyînê. Nêzîkî sala 1939, diya min destpêkir jûrnala Birca Qerewiliyê bixûne. Usa jî, ewê destpêkir here civînên Şedên Yehowa, û ewê ez û şeş xûşk-birên min jî tevî xwe dibirin. Hine wede şûnda ew bû Şeda Yehowa.
Bavê min tevî safîkirina wê razî nîbû, lê diya min rastî hez dikir û dixwest Yehowara amin bimîne. Gava şixulê Şedên Yehowa sala 1940-da hate qedexekirinê, ewê dîsa jî berdewam dikir Yehowara xizmet ke. Usa jî, bavê min her çiqas tevî diya min sert xeber dida, diya min hertim qedirê wî digirt. Mesela wêye baş alî min û xûşk-birên min kir, ku em jî Yehowara xizmet kin. Wede şûnda, bavê min nihêrandina xwe guhast û hindava meda rem bû.
DESTPÊKIRINA XIZMETIYA HERTIM
Havînê sala 1950, ez çûme civata mezin bi navê “Zêdebûna Têokratiyê”, ya ku Niyû Yorkêda hate derbazkirinê. Paşê ez tevî xûşk-birên ji gelek welata bûme nas û min guh da serhatiyên wan xûşk-bira, yên ku Mekteba Gîledê xilaz kiribûn, evê yekê xwestin dilê minda pêşda anî wekî xizmetiya hertim destpêkim. Lema jî, gava ez vegeriyame malê, min blanka bona xizmetiya pêşengê hertim tije kir. Fîlîala Kanadayê cab da û got ku ez gerekê pêşiyê bême nixumandinê. Min hema usa jî kir, û 1 Cotmehê, sala 1950-da hatime nixumandinê. Mehek şûnda, ez bûme pêşengê hertim û min kifşkirin stand, ku herim bajarê Kapûskasîngê, kîjan ku gelek dûrî mala min bû.
Xizmetiya li Kwêbêkê
Biharê sala 1951, fîlîalê ji xûşk û birên ku ser zimanê Fransî xeber didan, pirsîn hela ewana dikarin derbazî Kwêbêkê bin. Wêderê deşta ser zimanê Fransî hewcê mizgînvana bû. Min ji zarotiyê him Fransî him jî Înglîzî zanibû, lema jî min got ku ez hazir im herim wêderê. Û teşkîletê ez şandime bajarê Rûyênê. Wêderê, min tu kes nas nedikir. Çawa min sêrîda got, destê minda tenê adrês hebû, lê her tişt baş derbaz bû. Ez û Marsêl, em bûne dostên hev, û ez çar sala li Kwêbêkê mam. Wede şûnda ez bûme pêşengê mexsûs.
MEKTEBA GÎLEDÊ Û ZEWAC
Gava ez li Kwêbêkê bûm, min teglîfkirin stand wekî herim Mekteba Gîledê, koma 26, ya ku gerekê li bajarê Lansîngaya Başûrê derbaz bûya (Niyû York). Me mekteb meha 12 Sibatê, sala 1956-da xilaz kir, û teşkîletê ez şandim welatekî li Afrîkaya Roavayê, yê ku niha tê navkirinê Gana.b Lê pêşiya ku ez biçûma, lazim bû ku ez vegerim Kanadayê û “çend heftiya” li Torontoyê bimînim, heta ku dokûmêntên min hazir bûna.
Heta ku dokûmêntên min hazir bûn, heft meh derbaz bû. Wî çaxî, malbetekê qenciya xwe minra da kifşê û ez hildame mala xwe. Dilê min kete qîza wan Şêylayê. Çaxê min xwest lê nîşan kim, vî çaxî vîza min hat. Min tevî Şêylayê dua kir û me safî kir wekî ez kifşkirina xwe nahêlim. Usa jî, me got ku emê hevdura nema binivîsin û paşê îda safî kin ku emê bizewicin yan na, û kengê. Bona me hêsa nîbû, lê paşê me fem kir, ku me safîkirineke baş kiribû.
Rêwîtiya min bi trênê, bi gemiyê û teyarê mehekê kişand. Gava ez gihîştime bajarê Akrayê (Gana), ez ça berpirsiyarê nehiyê hatime kifşkirinê. Seva ku min ev cabdarî bianiya sêrî, lazim bû ku min rêwîtî bikira, him li Ganayê him jî li welatên Peravê Diranfîl (niha tê navkirinê Kot Dêvûar) û Togolêndê (niha tê navkirinê Togo). Wede rêwîtiyê, heçî zef min tenê xizmet dikir pê ereba ku fîlîalê dabû min, û min ji xizmetiya xwe gelek şabûn distand.
Xilaziya heftiyê, ez diçûme civatên mezin. Wêderê Odên bona Civatên Mezin tune bûn, lema jî xûşk-bira holikên ji bambûka û çiqilên darên xurmê çêdikirin, wekî bibe sî. Ji bo vê yekê, ku van ciya, kîderê ku nan dixwarin sarince tune bûn ku xwarinê têda xwey kin, lema jî heywan hine wext pêşiya nanxwarinê serjêdikirin, wekî xwarinê çêkin.
Ser wan civatên mezin, carna tiştên ecêb diqewimîn. Carekê, gava mîsyonêrekî bi navê Hêrb Jênnîngs,c gotara xwe dixwend, mozikek ji vî ciyî, kîderê ku xwarin dihate çêkirinê, reviya û kete orta sênê û temaşevana. Birê Hêrb gotara xwe da sekinandinê, heta ku çar birên qewî ev mozik zeft kirin. De bidine hesabê xwe xûşk-bira çiqas şa dibûn!
Nava heftiyêda, min fîlma meye, bi navê Şixulê Civaka Dinya Teze Pêşda Diçe, li gundên der-dor nîşanî meriva dikir. Bona vê yekê, min orta du stûnada yan jî du baxada perçekî sipî darda dikir û ser vê fîlm nîşan dikir. Gundiya gelekî fîlm hez dikirin! Gelek ji wan emirê xweda cara pêşiyê fîlm dinihêrîn. Gava fîlmêda meriv dihatine nixumandinê, gundiya destên xwe hev dixistin. Bi saya vê fîlmê, meriva rind fem dikirin, ku em bi rastî jî teşkîleteke hemdinyayê ne.
Em sala 1959 Ganayêda zewicîn
Paşî ku ez weke du sala Afrîkayêda bûm, sala 1958-da ez çûme Civata Mezine Hemdinyayê, li bajarê Niyû Yorkê. Ez gelek şa bûm ku Şêyla jî wêderê bû. Ew ji Kwêbêkê hatibû. Wêderê ewê ça pêşenga mexsûs xizmet dikir û me hevdura neme dişand, lê çaxê em îda tevayî bûn, min jêra got ku ez dixwazim em hevdu bistînin. Ewê jî qebûl kir. Min birê Nêytan Norrad neme nivîsî û pirsî hela mecal heye, wekî Şêyla jî here Mekteba Gîledê û bê cem min Afrîkayê. Birê Nor qayîl bû. Axiriyêda Şêyla hate Ganayê. Sala 1959-da, 3 Cotmehê em li Akrayê zewicîn. Me fem kir ku Yehowa bi rastî jî em kerem kirin, çimkî me ji her tiştî zêdetir dîna xwe dida xwestina wî.
XIZMETIYA LI KAMÊRÛNÊ
Xebata li fîlîala Kamêrûnê
Sala 1961, em şandine welatê Kamêrûnê. Ez qe vala nîbûm, çimkî minra gotin, wekî ez bona avakirina fîlîala teze alîkariyê bidim. Ji ber ku min çawa berpirsiyarê vî şixulî kifş kirin, lazim bû ku ez gelek tişt hîn bim. Sala 1965-da, em pêhesiyan wekî Şêyla hemle ye. Mera çetin bû bidine ber çevê xwe, ku emê bibine dê û bav. Lê çaxê em îda bona vê yekê şa dibûn, û me karê xwe dikir wekî vegerin Kanadayê, tiştekî gelek xirab qewimî.
Yazix zar ber jina min çû. Doxdir minra got, ku ew zara kurîn bû. Ev yek 50 sal pêşda qewimî, lê ew roja xirab tu car bîra me nediçû. Dîsa jî me safî kir, wekî li Kamêrûnê bimînin, çimkî me ev cî gelek hez dikir.
Kamêrûn, sala 1965: Ez û Şêyla
Li Kamêrûnê xûşk û bira gelek cara ji aliyê dewletêva rastî peyketina dihatin, çimkî wana tevnebûyîn xwey dikir. Îlahî wedê bijartina serwêrekî dewletê, halê xûşk û bira diha xirab dibû. Sala 1970-da, 13 Gulanê, Şedên Yehowa hatine qedexekirinê. Dewletê fîlîala meye teze, ya ku me tenê pênc meha dabû xebatê, ji destê me girtin. Nava heftêkîda, hemû mizgînvanên mîsyonêr, ez û Şêyla jî, ji Kamêrûnê derxistin. Me xûşk-birên wêderê gelekî hez dikir û em ber xwe diketin, ku halê wan wê ça be.
Paşî vê yekê, em şeş meha fîlîala Fransayêda man. Min wêderê çi ji destê min dihat dikir, wekî bona hewcên xûşk-birên li Kamêrûnê xem bikim. Sala 1970-da, meha Kanûna Pêşin, em şandine fîlîala Nîjeryayê, ya ku îda bona şixulên Kamêrûnê cabdar bû. Xûşk û birên li Nîjeryayê em bi dilgermî qebûl kirin, û me çend sal bi şabûnê wêderê xizmet kir.
SAFÎKIRINEKE ÇETIN
Sala 1973, lazim bû ku me safîkirineke çetin bikira, çimkî Şêyla giran nexweş ket. Gava em Niyû Yorkê ser civata mezin bûn, ew bêhal ket, û minra got: “Qewata min nemaye! Ez timê westiyayî me û nexweş im”. Ewê 14 sala zêdetir tevî min li Afrîkaya Roavayê xizmet kiribû, û ez bi aminiya wê serbilind bûm, lê îda lazim bû wekî em cûrê jîyîna xwe biguhêrin. Paşî ku me derheqa emirê xwe xeber da û gelek car dua kir, me safî kir vegerin Kanadayê, wekî diha baş sihet-qewata wê bibine xweyî. Bona me gelek çetin bû, ji ciyê ku em hatibûn kifşkirin, herin û xizmetiya hertim bihêlin.
Gava em gihîştine Kanadayê, min li cem dostekî xweyî kevin, yê ku li bajarekî nêzîkî Torontoyê erebe difirotin, destpêkir bixebitim. Me malek kirê girt, hûr-mûrên xebitandî kirî û deyn nekire stûyê xwe, û me jîyîna teze destpêkir. Me dixwest bi jîyîneke sade bijîn, çimkî gumana me hebû, wekî rojekê emê dîsa bibine xizmetkarên hertim. Em gelek ecêbmayî man gava ev xwestina me usa zû hate sêrî!
Rojên Şemiyê, min li bajarê Norvalê (Ontaryo) ser şixulên avakirina Odên Civatên Mezin kar dikir. Wede şûnda, ez ça berpirsiyarê Odên Civatên Mezin hatime kifşkirinê. Sihet-qewata Şêylayê hêdî-hêdî baş dibû, û em difikirîn ku ewê îda bikaribe vî şixulîda kar bike. Lema jî sala 1974-da, meha Hezîranê, em derbazî odeke li Oda Civata Mezin bûn. Em gelek şa bûn ku em dîsa bûne xizmetkarên hertim.
Siheta Şêylayê çiqas diçû baş dibû, lema jî du sal şûnda, me kifşkirineke teze qebûl kir, ku çawa berpirsiyarê herêmê xizmet kin. Herêma ku em hatine kifşkirinê li Manîtobayê bû. Wêderê zivistanê gelek sar e. Lê ji hevaltiya tevî xûşk-birên wêderê dilê me germ dibû û me gelek şabûn distand. Em hîn bûn, wekî ya lape ferz ne ku ev e, hela em kîderê xizmet dikin, lê ev e, ku em Yehowara xizmet bikin.
DERSEKE FERZ
Paşî ku me çend sala çawa berpirsiyarê rêvî xizmet kir, sala 1978 em hatine teglîfkirinê, wekî Beytela Kanadayêda xizmet kin. Paşê, gelek wede derbaz nebû, ku min derseke ferz stand. Ser civîneke mexsûs li Monrêalê, min gotarek xwend, ya ku sihet-nîvekê kişand. Sed heyf, wekî min usa gotara xwe xwend ku bona guhdarvana hewas nîbû. Lema jî, birakî ji Îdara Xizmetiyê şîret da min. Wê demê, gerekê min fem kira, ku ez gotarvanekî baş nînim. Lê min şîreta wî bi milûktî qebûl nekir. Ev yek ku ewî çawa tevî min xeber da, min xweş nedihat, û ez difikirîm ku ew yekî sert e. Şaşiya min ev bû ku min bi zêdeyî dîna xwe dida xeysetê kesê ku şîret dida min û vê yekê ku şîret çawa hate dayînê.
Paşî ku min gotarek ser zimanê Fransî xwend, min derseke ferz stand
Çend roj şûnda, endemekî Komîtêya fîlîalê tevî min derheqa vê yekê xeber da. Min jêra got, wekî ez poşman bûme, ku min şîret qebûl nekir. Paşê ez çûme bal birê ku şîret dabû min, û min baxşandin ji wî xwest. Ewî jî bi dilovanî baxşande min. Ji vê serhatiyê, ez hîn bûm ku milûktî hunurekî çiqas ferz e (Metelok 16:18). Min gelek car derheqa vê yekê Yehowara dua kiriye, û min safî kiriye ku gava şîret minra bêne dayînê, ezê tu cara înkar nekim.
Îda 40 sala zêdetir e, ku ez Beytela Kanadayêda me. Sala 1985 ez bûme endemê Komîtêya fîlîalê. Sala 2021, Şêyla, kulfeta mine delal bi xewa mirinê raza. Xêncî vê yekê ku ez ji bo mirina wê xemgîn im, siheta min jî îda haqas baş nîne. Lê ji ber ku ez bi şabûnê Yehowara xizmet dikim, ez derheqa “rojên jîyîna xwe pir” nafikirim (Waîz 5:20, ÎM). Keremên ku min jîyîna xweda standine, ji tengasiyên ku rastî min hatine, zêdetir in. Ez qe poşman nînim, ku min emirê xweda ji her tiştî zêdetir dîna xwe daye xwestina Yehowa û 70 sala ça xizmetkarekî hertim jêra xizmet kiriye. Ez bawer im wekî xûşk û birên meye cahil jî wê ji her tiştî zêdetir dîna xwe bidine xwestina Yehowa, wekî jîyîna wan jî xweş be!
a Derheqa serhatiya birê Marsêl Fîltêûs bixûne ji Birca Qerewiliyê, ya 1 Sibatê, sala 2000, bi navê “Yehowa Qewat û Sitargeha Min e”.
b Heta sala 1957, ev herêma Afrîkayê bin kontrola Brîtanyayêda bû û dihate navkirinê ça Gold Kost.
c Derheqa serhatiya birê Hêrb Jênnîngs, bixûne ji Birca Qerewiliyê, ya 1 Kanûna Pêşin, sala 2000, bi navê “Tu Nizanî Sibê Çi Dikare Bê Serê Te”.
d Wî çaxî, Nêytan Nor bona şixulên me cabdar bû.